Partiyên Bakur: Em piştgiriya serhildana gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin

https://fb.watch/fKDjasnJeZ/

Diyarbekir (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.

Her sê partiyên Bakurê Kurdistanê, PAK, PSK û TEVGER li bajarê Diyarbekirê derbarê kuştina Jîna Emînî de daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin: “Em piştgiriya serhildana gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.”

Daxuyaniya PAK, PSK û TEVGERê wiha ye:

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê careke din li himberî zilm, zordarî û dagirkeriya Dewleta Îranê serî hildaye. Serhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê niha li gelek bajarên Îranê jî deng vedaye û bûye serhildaneke gelên Kurdistanê û Îranê.

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji aliyê polîsên Dewleta Îranê ve, bi hinceta ku porê wê di binê hîcabê de xuya dibû, hate desteserkirin. Polîsên Dewleta Îranê êşkenceyeke mezin li Jîna Emînî kirin û bi wî halê êşikencekirî, teslîmî malbata wê kirin. Keça kurd roja 16.09.2022yê jiyana xwe ji dest da.

Piştî kuştina Jîna Emînî, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, ji bo kuştina keça kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kiribû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar de greva giştî bê îlan kirin. Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn; dikanên xwe girtin, neçûn kar. Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, nîşana hest, hişmendî û yekgirtineke neteweyî ye. Em piştgiriya greva giştî ya gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Herwiha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya dehhezaran kesan gelê me yê Rojhilatê Kuridistanê xwepêşandanên protestoyê li dar xistin. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berxwedan û serîhildaneke nû ye; nîşana vejîneke nû ye, nîşana rûpelekî nû ye. Nuha xwepêşandanên li Rojhilatê li gelek bajarên Îranê jî belav bûne.

Di xwepêşandanên li dijî kuştina keça kurd Jîna Emînî destpêbûne de, li gor zanyariyên heyî, di encama êrîşên hêzên emniyetê yên Dewleta Îranê ji 30î zêdetir  kesên sivîl ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne û herweha bi sedan kes jî hatine desteser kirin.

Em  ji aliyê Dewleta Îranê ve kuştina Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşandarên sivîl, birîndarkirina û desteserkirina bi hezaran xwepêşandaran  rûreş û şermezar dikin.

Em bangî hemû kurd û kurdistaniyên cîhanê dikin da ku li her perçeyekî Kurdistanê, li cîhanê li her devereke ku lê dijîn, hêza xwe bikin yek û bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê  û hemû kurd û kurdistaniyên cîhanê dikin da ku  kuştina keça Kurd Jîna Emînî, kuştina 20 kesên sivîl, birîndakirin û desteserkirina bi hezaran xwepêşanderan şermezar bikin û li himberî  Dewleta Îranê helwestê bigirin.

Bimre zordestî û dagirkeriya Dewleta Îranê!

Bijî Azadî û Rizgariya Kurdistanê!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

24.09.2022

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *