Şewba Korona û Hêvîya Cîhanek Nuh!

Ev nexweşîyên demsalî yan ‘‘vayrotik‘‘, Kurd dibên: şewb, hal, zekem, bahor, bapêş. Bav û kalên me behsa hin şêweyên şewbê dikirin, digotin: ‘‘carna pîr û zarok qir dibûn, carna jî terş, pez yan elok û mirîşkên me tev dimirin! Ji bo ku timara modern pêşve neketibû, civat bindest, xizan û paşdemayî bû, awayê parastina ji nexweşîyan û tîmara wan jî bi awayên kevneşopî dihat kirin. Lê îro tevlî ku TIP`a nûjen gehîştîye hemû civatan, bi rêya înternet, tv û telefonê hişmend, dunya mîna gundekî an nava malekê hayê herkesî ji rewşa hevdû çêdibe.

Ev şewb, ji bo ku dişibîya şewba Sars û Mersê, pêşî dema ku li Çîn`ê derket holê, Çîn jî mîna şewbek edetî lê nerî û encamê wê texmîn nedikir. Piştî ku Çîn li tehlûka wê ya têger û kujer hayî bû û dest bi tevdîr û tedbîran kir; lê wê gavê jî dewletên cîhanê, li gorî tehlûka wê ew girîng negirtin.

Belkî dewleta ku tehlûka vê vîrûsê pêşî his kir û dest bi tedbêrên girîng kir, dewleta Federal ya Kurdistan bû! Ji vêya jî em têde digehîjin ku dewleta miletekî tune be, ji her warî de ew milet bê parastin û di xeterê de ye. Îro dewleta Federal ya Kurdistanê, ji welatê herî dewlemend û pêşketî bêtir welatîyên xwe diparêze.

Dewletên ku rûmeta gel û mirovan li bal wan tune ye, tedbîrên pêwîst negirtin û rastî ji gelê xwe veşartin. Ev jî bû sebeba ku hem ji alîkî de pêşî li şewbê nehat girtin, ji alî din ve şewb bêtir belav bibe! Piştî ku rêvebirên wan dewletan jîyana xwe jî di tahlûkê de dîtîn, hîn nuh dest bi tedbîran kirin.

Dewletên dewlemend û bi tevdîr, bê qedexeyên ku zerarek mezin bigehîne aborîya wan û gelê wan, ji bo gelê xwe biparêzin, bi sed mîlyaran Dolar terxan dikin û dixebitin ku pêşî li encamên giran yê şewba Korona bigirin. Lê dewletên ku li ser zulmê û mêtinkarîyê avabuna xwe didomînin ku ji alî hukumetan ve wek malê talanê tê dîtin, quruşekî ku ji bo siheta gel veqetîne di xezîna wan de tune ye!…

Vê şewba, ne tenê hezkirîyên me ji me sitend û zerara aborî gîhand dunyayê, têkîlîya mirovan ya civatî û malbatî jî ji holê rakir. Ger mirov pêwendîyên xwe yên civatî û malbatî wenda bikin, psîkolojîya wan ya civatî û mirovantîya wan jî derbek mezin dixwe.

Bi vê şewbê re gelek teorîyên komployê hatin rojevê. Lê xwanê ye ku piştî vê şewbê wê gelek guhertin çêbibin: Yekîtîya Netewan û Konseya Ewlekarî û gelek sazîyên navnetewî û destûrên wan, piştî Şerên Cîhanê û li gorî berjewendîya hin dewletan saz bûye. Bendên ku li gorî berjewendîya hemû gelên dûnyayê û parastina xweristê hatine danîn jî heta îro bi giranî dewletên endam pêk naynin.

Birçîbûn, zuhayî, şewat, tsûnamî, bobelatên navokî, mêtinkarî, şerê der û hudir, penaberî, dîktatorî û nîjadperestî, erdhej, şewb û hemî bobelatên xweristî yên din ne pirsgirêkek nava civat an dewletekê tenê ye; pirsgirêka tevaya dunya gilover e. Loma sazîyên navnetewî divê li gorî dunya glover yan reorganîze bibin yan jî ji nû ve saz bibin.

Heger pêşî li vê şewbê neyê girtin, li cîhanê û li hin dewletan berhimandin û bazirganî bisekine, wê bibe sebebê qeyranên aborî. Ev jî kare bi xwe re li gelek deveran qeyranên sîyasî, şerên nav xwe û derve çêbike.

Bi vê nexweşîyê re şêweya karkirina gelek meslekan û perwerdeya dibistanan hat guhertin: meslekên ku karê wan rûniştî û li ber komputera tê kirin û ji dibistanên pêşî û berjor tev dersê xwe li mal bi rêya înternetê êdî dibînin û çêdikin.

Lê ya girîng jî li hember vî dijminê mirovahîyê ku nayê dîtin, di bereya pêşî de yê şer dikin, xwedîyê beskura sipî ne; yanî doktor, hemşîre û hemû karkerên nexweşxana ne. Gelek ji van parêzgerê sihetê jî bi ber vê nexweşîyê ketin; hin ji wan jîyana xwe wenda kir û hin jî bû sebeba nexweşîya malbata xwe! Mirovahî van Beskur Sipiyan re sipasdar e!

Heta niha 50 hezar mirovî jîyana xwe ji dest daye û zêdetirî mîlyonek mirov bi ber vê nexweşîyê ketîye. Ji bo yên mirî ez xemgîn im û ji bo yên bi şewbê bi lez xweşî û sihetê hêvî dikim!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *