ŞEVA YELDA, ŞEVA ŞEVÇERE, ŞEVA XORVEGERÊ.

Kurte Pênase:
Şeva Yelda û Mêhrê (Ronahiyê), dikeve 21’ê meha 12’an, ev şev dibe şeva yekemîn a sersala wê zivistanê. Di Şeva Yeldayê de hem xorvegera zivistanê rûdide hem jî dirêjtirîn şeva salê ye; an ku di warê zanistî ve jî dibe yekem şev û roja rojvegera salê, ji wê şev û rojê re, serzemîn doreke nû bi dora xor û tavê dizivire ku di salekê de 365 roj berdewam dike.

Di baweriya Kurdan an ku Mîtrayiyê de, vê şeva, cejna Mêhr û jidayibûna xor û rojê ye; bi wateyeke din serketina roj û ronahiyê ye bi ser tarîtîyê de. Piştî vê rûdanê şev ber bi kurtiyê ve diçe û roj jî dibe roja yekem a zivistanê.

Xelkî di vê şevê de xwanek (sifireyek) amade dikirin û navê wê “Mey Zed” bûye û ku ji
çend curên mêwe û çend curên çerezan pêk dihat, ji çerezên wê re jî digotin “Lorik”.

Di vê şevê de, xelkî li kêleka hev rêz digirtin û li dora hevdu cem dibûn, di Mêhristanên Mîtayî, Ateşgedeyên Zerdeştî, Cemxaneyên Yarsanîyê û Peristgehan de heta di dînê Êzîdîyê û cejna Êzîyê de parestina Xwedavendê dihate kirin û bi taybetî di dînê Zerdeştîyê de, ji wê peristişê re digotin “NÎ YED”.

Cejna Mêhrê yan jî Yeldayê, weke cejna Newrozê, di nav gelek neteweyên li vê deverê de tê
vejiyandin. Ev şev ji Hindê ta digihîje welatê Kurdan an ku Medya û Mezopotamyayê, di
nîvgirovera zemînê de dirêjtirînê şeva salê ye, an ku tarîtî tam 14 hasiran (saetan) nîvgirovera
zemînê dagîr dike, di pirtûka (AƟar el-baqîiye) de û her weha di pirtûka (Qanûn el-mes’udî) de
ku nuha di muzeya Londonê de hatiye parastin, weke “xoreroz”ê hatiye nivîsandin, xoreroz dibe
kurtirîn roja salê û jidayikbûna wê. Di vê şevê de, barîna berfê weke nîşaneya saleke tijî xêr û fer
tê bawerkirin. Şeva Yeldayê, li Kurdistanê û aliyê neteweya Kurd ve, hertim cihê giringiyê bûye, û
ev şeva han, ji aliyê kurdan ve bi “Şeva Çile” jî hatiye naskirin, ew jî tevî neteweyên din bi
nexşandina xwan(sifire) û cembûn li dora hevûdu û bi vegotina çîrok, şadan û xwendina hûzanê
şeva Çileyê derbaz kirine.

Jêdera Yeldayê: dema behsa dîroka Kurd û Kurdistanê tê kirin, pêwîst e ji Çiyayê Zagrosê bê
destpê kirin. Zagros yekemîn lan û hêlîna pajek ji mirovahiyê ye; cihekî sext û dijwar bûye ji bo
jiyanê, li Zagrosê dirêjtirîn dem, sar û serma bûye û kêmtirîn dem, tîhn û germa bûye, lewma
xor yan jî tav û roj ku hem ronahî û hem jî germî pêşkêş kiriye, weke sembol û pîrozwerî hatiye
dîtin, qasî ku dîrok daye zanîn ku nêzî 12 bo 13 hezar salan berê, gelek giroh û kom-mirov ji
Çiyayê Zagrosê ber bi aliyê rojhilat û rojavayê Çiyayê Zagrosê ve daketine, bêguman kom-mirovên din jî li vir û li wir hatine û çûne, lê yê ku karîn şaristanîyê avasaz bikin, gelê Sumerîyan bûn.

Sumer, ew kom-mirov bûn ku karîn şaristanîyê avasaz bikin an ku nivîsandin, zagon, muzîk, hûner, avahî, wêje, roman û efsane û hwd… biafirînin. Ji ber ku gelê Sumer, yek ji gelê zagrosnîşîn in, gelê Kurd jî wan weke destpêka şaristanîya xwe dibîne. Di jiyana sumeriyan de, gelek sembol û pîrozwerî hebûne ku yek jî ji wan Xor yan jî Roj û Tav bûye.

Xor (Roj û Tav): Xor sembol û nîşaneya Êzîdê Mezin “Mîtra”yê ye, ew weke rizgarkerê cîhanê
dihat hesabkirin, lewre her ev Mîtra yan jî xor bû ku di yekemîn roja meha dehê befranbarê de
hêz û serweriya nîşana cîhanê dide û mizgîniya dêbûna ronahiyê dibexşîne.

Di çaxa dîna Mêhr û Mîtrayê de, ev roj weke rojbûna Mîtrayê dihate zanîn. Ev roj hem roja
cejnê hem roja şoreşa zivistana xorê hem jî di cîhanê de purhama purmah dubareya serwerîya
xorê bûye û sembola, pîrozwerî û nemişta (eqîdeya) welat û gelên mîna ji Zagrosê ta Sumerî,
Gutî, Xurî, Luluyî, Kaşî, Îlamî, Mîtanî, Ûrart, Luvî û Medê ye. Her weha yekemîn bîr û bawerî
an ku dînê Mêhr û Mîtrayî û her sê dînên paşmayiyên dînê Mêhr-Mîtrayî ku dînên”Yarsanî,
Êzîdî û Zerdeştî” ne, heft pîrozwerîyên Mêhr û Mîtrayê ku “Xor, Newroz, Yelda, Tenbûr, Mar,
Hêkerengîne, Henar”ê ne di her sê dînan de şênber in.

Şeva Yelda û di Kurdistanê de: Ji dêrîn ve Şeva Yeldayê weke mêvanekî mezin bû, xelkî tê de
qûrbanî pêşkeşî Hurmezd yan jî Ahûramezda dikirin, bi boneya ku roja yekemîn a zivistanê dest
pê dike, êdî darên mêweyan berheman nadin, xelkî di vê şevê de xwanên xwe ji xwarin û
mêyweyên cur bi cur tijî dikirin. Ji ber van pêkanînan zivistana wan jî bi adan û dikakên bi xêr û
fer diborîya.

Li gorî hin çavkaniyan Roja Xorê anku yekemîn roja zivistanê, roja wekhevîya mirovan bûye,
keyan, şahan û mezinan weke nerîteka dînî cilên spî û sade dipoşîn, dîsan bi boneya vê roja
pîroz, di vê rojê de ne şah û ne ti kesekî din ferman li kesên din nedikirin, hemû kar û barên xwe
bêferman û bi awayekî arezûmendane dikirin, her weha di vê rojê de xwînriştin heta serjêkirina
ajalan jî qedexe bûn.

Xelkî ji bilî vê şevê, roja wê jî kirine roja bêhnvedanê. Di vê şevê de sedema jîndekirin û
xewnekirina xelkî ew bû ku rê li ber her kirdarên guneh û bedkariyekî bigirin, lewre li gorî dînê
Mîtrayê (Dîna Ronahiyê), di roja ji dêbûna Xorê de biçûktirîn karê bed û guneh, weke mezintirînê
guneh û tawanan dihate hesabkirin.

Di Kurdistan û Medyaya dêrîn de, sal du werz bûye, behar (210) roj û zivistan jî (150) roj bûye.

Şeva Yeldayê, hem hilgerîna zivistanê ye hem jî yekemîn roja zivistanê ye, wê demê ji roja
piştî Yeldayê re ‘Xorerojê’ gotine. Di vê rojê de bêhnvedana fermî û seranser bûye. Ev roj weke
roja dadgerî û wekheviyê jî dihat naskirine, ti kesî nikariye ji kesekî din re ferman bide, her kes
di asta hev de û wekhev bûne, serjêkirina her giyandarekî qedexe bûye. Ev roj, roja aştî û
aramiyê bûye, ti kes nediçû ser kar û xebatên xwe. Anku kes mafê kesê din nedixwar, nediba
rastî gunehan werin. Xelkî di vê rojê de, soz û peyman didane hev da ku heta saleke din bi kirdarên
baş û bedew xizmeta xelk û welatê xwe bikin. Di vê rojê de her kurdekî zarokdar, bi boneya vê
rojê dareke sewlê yan jî dareke berûyê diçandin, lewre di vê rojê de çandina dar û beran erkeke
dînî û jîngehperweriyê bûye. Herweha Yelda kûr û hûr cihê xwe di nava çanda gelê Kurd de
girtîye, bûye pajek ji kelepûr, nerît û çanda Kurdistanê.

Yelda di hin deverên Kurdsitana mezin de: Di gelek dem û dewranên kevin ên kurdan de
seretaya salê, bi werza zivistan û sermayê destpê kiriye. Di Avestayê de, peyva ‘Serêde’ tê wateya
sal û sermaya piştî Şeva Yeldayê û şeva ji dêbûna Mêhrê (Yelda). Bi destpêka vê şevê, êdî roj ber
bi dirêjtir û şev jî ber bi kurtir diçin.

Xelkên Sineyê ji Şeva Yeldayê re şeva Çileyê dibêjin, gelê Sineyê sê mehan beriya Şeva Çileyê
xwe ji Şeva Çileyê re meyweyên mina “mewîj, bih, hermî, sêv, gindor û gelek mêweyên din
amade dikirin, her weha di vê şevê de, du xwarinên taybet ên wan hebûn ku ‘Gindora Tirş’ û
‘Pelîneya Kelemê (Epraxa kelemê) bûn. Wan heta sê mehan gindor di nav cereyên tirşî de çal
dikirin û di Şeva Çileyê de ji bo xwarinê ji erdê jêl dikin (derdixistin). Gelê bajarê Sineyê ji bilî van
xwarinên me behs kirî “henar”, “dane û gezo” jî amade dikin. Amadekirina dane û gezoyê, ew
bû ku genim li ser sêlê diqelandin; bi şîleya gezoyê ve vedidan û baş tevlîhev dikin û paşê dixwin.

Nerîteke din a vê şevê “Şevzivistan” bû, eger ku malbatê di sala yekemîn de, keça xwe kêvandî
be (zewicandî be), wê demê xwançe (sehney) dibirin mala nûbûkê, li ser xwançeyê her cureyên
xwarin û vexwarinan hene, digel wan xwarinan cameke tijî henar û şevçerê jî tê amedekirin, lê
eger keçik dergîsdar be, ew xwançe ji aliyê mala zavayî ve ji bo mala bûkê tê rêkirin.

Di vê şevê de pîr û kal jî amadeyê civatê dibin, ew bi sembola temendarîya xorê di dawîya werza payîzê de
ji nifşên nû û zarokên xwe re raz û çîrokên folkolorî û jiyanborîyê vedibêjin. Di vê şevê de, gelên
ji bajarên Mehabad, Nexede, Pîranşar, Şinoyê li hev kom dibin, bi hev re hûzan, heyran, lawje,
stran û baloreyan dibêjin. Li gorî nêrîna wan, eger di Şeva Çileyê de berf û baran bibare, ev sala
nû saleke tijî xêr û fer dibe.

Kurdên Xorasanê ji Şeva Yeldayê re “Çilekilû” dibêjin. An ku Çileya Gewre ku di wateya Çileya Mezin tê pênasekirin. Di vê şevê de, bi boneya vê şevê reha heşînek a bi navê ‘Bîx’ê çend caran di nava avê de dikelînin û paşî dixin nava cerekî mezin ê bi navê ‘Texar’ê, mêr û ciwanên malbatê, bi laskên henarê ku jêre “Destegez” jî dibêjin, baş dikutin, heta ku kef dide, paşê bi şîleya şekir, gûz û fistiqan ve vedidin û tevlîhev dikin, di encama vî karî de, xwarineke çêjdar ji Şeva Yeldayê re amade dibe. Di wê şevê de, gel heta berebeyanê, li benda hilhatina yekemîn tîrêja xorê dimînin.

Li Kirmaşan û Îlamê, di Şeva Yeldayê de jin, qalikên çerez û gulbirojan davêjine nava çem û robaran daku sala dahatî û nû bibe saleke bibaranê. Gel jî bi vê boneyê Şeva Yeldayê û Şevçerê* pîroz dibînin.

Henar, di şeva Yeldayê de: Henar yek ji sembola Kurdan e. Henar yek ji pîrozwerîya Mîtrayê ye. Ev şev, bi destpêka avabûna cejna Şeva Yeldayê re mêweya herî sereke ya xwana Yeldayê bûye. Di dînê yarsanî û zerdeştiyê de ku du dînên kevnar ên kurdan in û di kok de mîtrayî ne, ew henarê weke mêweya pîrozwer a xwe dizanin.

Her weha van salan, portiqal û zebeş jî bûye yek ji çanda vê şevê. Di vê şevê de, keçan qalikên portiqalê dixin bêrikê xwe yan jî dixin nava kemera xwe, kurek kengî hez bike, dikare wê bidest bixe, yan her kurek ku xwê bixe sola kîjan keçikê dikare wê bidest bixe.

Lê zebeş, di xwana Şeva Yeldayê de tiştekî ne zêde kevin e, Farsan zebeş lê zêdekirin da ku cihê mêweya pîroz a Kurdan “henar”ê bigire. Her weha Çerez û xwarinên hişkkirî yên zivistanî jî beşeke ji cejnaneya vê şevê ye.

Şeva Yeldayê, li gorî navlêkirina neteweyên din: bêje kirina peyva Yelda di zimanê Kurdî, Suryanî û Ewropîyan de. Yelda, di zimanê Yunanî de bi “Natalis Invictus” hatiye ku tê wateya dêbûn û herman û yekta. Roman jî ji vê cejnê re gotine “Satirnalya” û weke cejna stêra Keywanê nas kirine. Farsan jî weha nîşan bidin ku şeva Yelda veidgere 502ê berê zayinê û dema Dara yê Hexameyî. Nêrîneke din jî heye ku peyva Yelda ji “heldan”a Kurdî hatiye ku tê wateya derxistin an ku hatina dunyayê, tenê “hel bûye yel”.

Ji aliyekê din jî wek ku me amaje kir derketina Suryaniyan, di navbera du çeman heta Zagros û Anatoliayê ye, an ku seranserê Kurdistana îro heta digîje Yunanê, tev bi navê Suryanî jî, peyveke di navbera Aramî û Samî de ye û peyveke Yunanî ye; di dawîna çaxa 4em û destpêka çaxa 5em hatiye bikaranîn, bi ser her du zaraveyên Nestûrî û
Ye’qûbî parve bûye; yekemîn metna nivîsmayî bi zimanê Suryanî yan jî ev zimanê ku Tewrat pê hatiye nivîsandin, vedigere sedeyê 4ê zayînî, ku yek ji xetên herî diyar bûye di rojhilata navîn û Kurdistana mezin de, pîgeha sereke ya wê jî bajarê Edisa’yê bû, di Siryanî de bi Erha hatiye bêjekirin, piştî hatina Erebên musulman weke Elreha hate bêjekirin, ta niha jî Kurd weke “Reha, Riha” bêje dikin, niha jî ev bajar dikeve navenda Kurdistanê û weke Ûrfa jî tê bêjekirin, navê Ûrf’yê jî ji peyva “ûr+fa”yê hatiye ku di Sumerî de ji bajarên mezin re gotine “ûr” weke gelek bajarên din di Kurdistana mezin de, weku: “Ûrmiye, Ûrfa, Ûrbêl (erbîl), Ûrabxa (kerkûk), Ûrkeş, Ûramûn, Ûramar hwd. . . Girê navokê ku nazî bajarê Ûrfa’yê ye. Kevirên dataşî yên wê derê vedigere berê 12 hezar salan. Bajarê ruhanî ya Siryanîyan bajarê Nuseybînê bûye, ew jî li bakurê Kurdistanê ye û pêwendîyeke xort di navbera Kurd û Siryaniyan de hebûye di vê bajêrî de, gelek ji Kurdan bûne xiristiyanî, deqekê nivîsmayî hatiye dozîn li dêreke Ermenistanê ku bi tîpên Ermenî û zimanê Kurdî-Kurmancî ye, li wir bi zimanê Medî nasnav bûye, behsa Îsa Mesîh û li xaç dana wî dike, di vir de ji me re diyar dibe ku dîroka Yelda û cejna mêhrê yan jî çile bi hezaran sal berê Îsayê Mesîh e.

Şev çile ku niha weke şevçerê tê bêjekirin, di rastî de her ew şev çileya Mêhr û Yelda’yê ye ku
bi derbasbûna dem û dewranê, xwe di her şevnîşînekê de dîtiye wek xwarin û vexwarin û civat
têde tên lidarxistin.

Ji Songeha Zanistî Ve Şeva Yeldayê:

Şeva Yeldayê, dirêjtirînê şeva salê ye û bi înglîzî (Longest Nigt) tê gotin, ji aliyê zanistî ve demekê nû çê dibe. Di zanista felekî û salnameyê de, ji vê dîrokê re “Wergerîna Zivistanê” tê gotin, xor bi komeleya xwe ve, bi zemînê me re jî digihîje asta Kelûya Gîskê. Di tewerên boşahîyê yên largoşeya “23-27” û demhêla “18”ê de, êdî ji vir û pêda şev ber bi kurtbûnê û roj jî ber bi dirêjbûnê ve diçe.

Şeş meh berê jî di “22”’yê pûşperê de “Wergerîna Havînê” ye, ku di tewerên boşahiyê yên
largoşeya “23-27”ê û demhêla “6”ê de, di kelûya qirjangê de ye ku dirêjtirîn roja salê ye.
Di lengera beharê de di tewerên largoşeya “0” û demhêla “0”ê de, sata zivirîna xor û
salnameyê rêk û rast şev û roja Newrozê ye ku di 21’ê adarê de ye, şev û roj wekhev in û xor
digihîje asta kelûya şekê. Bi vî awayî lengera payîzê jî di 23’ê rezberê de, di tewerên largoşeya
“0” û demhêla “12”ê de digihîje asta kelûya terazûyê ku di vê demê de jî şev û roj dibin wekhev.

Ji Songeha Dervegê Şeva Yeldayê:

Di şeva Yeldayê de xor dikeve mezintirîn xala ser hêla navîn a zemînê. Li gorî roj-jimêra zayinê jî Şeva Yeldayê, di nîv girovera bakurê zemînê de, di navbera “20-23”ê berfenbarê her sal rû dide û di nîv girovera başurê zemînê de jî, di navbera “20-23”ê pûşperê jî rû dide. Lê stêr li gorî hev çesp in (cih neguherin) û xor li gorî wan dilive, di heyama
yek salî de, xor bazeneyeke giroverî ya asimanê temam dike ku jê re dibêjin “Bazeneya Bircan tê gotin. Bazneya bircan, goşeya “23. 5°” îstîwayî ya asimênî saz dike, heyv û hesareyan jî nêzî bazneya bircan dilivin, xor jî bazneya asimaniyê di du cîyan de derbas dike ku jê re xala hevsengiyê (equinoxes) tê gotin, ev jî tê wateya wekheviya şev û rojê.

Xaleke din ya hevsengiyê jî ewe ku xor ji nîv girovera başûrî ber bi nîv girovera bakurî ve diçe, ku jêre behar (Spring) tê gotin. Yan jî hevsengiya beharê (vernal equinox) û beranberî “21”ê meha adarê ye, hevsengiya beharê, bi hasira (saeta) sifirê tê hesabkirin (0. H. R. A). Xor carekî din di hasira (12. H. R. A) de îstîwaya asîmanîyê derbas dike ku jê re hevsengiya payîzê (autumnal equinox)tê gotin û wekheve beranberî“23” yê razberê (Septemberê) ye, ew xalên ku xor têde digihîje xala bilindtirîn û nizimtirîn ku jêre xala rawestana xorê (solstices) tê gotin, di wir de arasteya liva xorê tê guhertin. Bilindtirînê cihê xorê, dikeve hasira (6. h. R. A) kujêre rawestana havînê (summer solstice) tê gotin û beranberî “21”ê (June) ê ku goşeya derçûnaxorê (declination) wekhev e bi “+23. 5°. ” Xor di hasira (18. h. R. A) di asimanê de, dikeve nizimtirînê cihê xwe, ji vê xalê re rawestana zivistanê tê gotin. Wekhevî di “21”ê decemberê de, di vê xalê de goşeya derçûna xorê dibe -23. 5° ye. ”

Di Songeha Roj-jimêra Kurdî De Şeva Yeldayê:

Di çanda kevin de, ku navê rojekê ligel mehekê bibûya yek, xelkî ew roj weke rojeke pîroz dizanîn û dikirin roja cejnê. Navê roja yekem a meha yekem a zivistanê jî “Hûrmezd”e, her weha bûye navê wê mehê jî ku Hûrmezd e. An ku dehê meha berfanbarê ye, lewma jî navê roj û mehê bûne yek û ew roj bûye cejneke mezin a Yezdanê mezin û navê wê danîne “Cejna Roja Nû”. Ew jî ji ber ku zemîn di zîvrîna xwe de li dora xorê digihişte ser hêla çerxa zivistanê û sala nû ya zivistanê, bi dirêjbûna rojê ya piştî Şeva Çileyê (yelda) destpê dikir. Di çanda kevin de, duwanzdeh mehên salê weke sembola cîhana duwazdeh hezar salî dihat dizanîn ku paj dibûn ser çar werzên sê mehî yên salê, sersala nû jî ji roja dêbûna xorê re destpê dikir ku ew jî heman roja yekemîn a meha yekemîn a zivistanê bû, dikeve yekemîn roja piştî Şeva Çileyê (Yelda) ku dirêjtirîn şeva salê ye. Her weha di kevin de sal bi ser du çileyan paj bûye,

1- Çileya destpêk ku laba germiyê ye, di destpêka meha pûşperê, heta dehê meha gelawêjê dewam dike wek çileya havînê tê nasîn. Çileya biçûk bîst roj in ji dehê meha gelawêjê heta dawîya meha gelawêjê dewam dike û dunya ber bi hênikahiyê ve diçe û germî kêm dibe.
2- Çileya zivistanê ye ku bi sedema serma û tirs ji mirin û nemana adan û alîk ji bo ajelan xwedî girîngiyeke mezin bûye, ev çile jî bi ser du çileyên mezin û biçûk paj dibe. Çileya mezin, di destpêka meha berfanbarê destpê dike heta dehê meha rêbendanê dewam dike û bîst roj in. Çileya duyem, di dehê meha rêbendanê destpê dike, heta dawîna meha rêbedanê, ev her du çile jî paj dibine ser çend rojan, weke çar çar ku birîtîye ji çar rojên dawîn a çileyê mezin
û çar rojên destpêka çileyê biçûk, her weha “şeşele” jî sê rojên piştî her du çileyan e û weke sermaya pîrejinê tê nasîn.

Ji Songeha Xiristiyaniyan ve Şeva Yeldayê:

Şeva Mêhr yan jî çilê ji aliyê Xiristiyanan wek ji dêbûna Îsa Mesîh anku Noêl, vedigere çerxa 400 a zayinê, yanî 400 sal piştî ji dêbûna Îsa, di vir de xuya dibe ku ev cejn ji dûr û nêz de, tu peyvendiyekê bi dêbûna Îsa Mesîh nîne û gelek dereng jî ketiye nava çand û nemişta xiristiyanan. Di vir de ji me re xuya dibe ku Yelda yan Mêhr, Mêhr, Mêsra, Mêr, Mêrtî û Çile ti peyvendî bi dêbûna Îsa Mesîh nîne û hezaran sal berê Mesîh e. Her wekî me amaje pêdayî, piştî derketina dînê nû an ku dînê Xiristiyanî pirranîya hizir, çand û nerîtên Mîtrayiyê di dînê nû de cih girtin, her weku tê zanîn ji dêbûna Îsa Meshî di çaxa çardehemdi 25’ê berfanbarê (desamberê) de bû, lê Xiristîyanîyên dîroka ji dêbûnê û nav û nîşana wî guhertin û nasnavê rizgarîker “Îsa Mesîh ê rizgarîker” lê kirin. Di dînê nû de, ev şev û roj kirin roja dêbûna wî, piştî ku Xiristiyanên Siryanî gihiştine vê deverê, navê vê şevê guhertin, navê Şeva Yeldayê lê kirin ku di zimanê Siryanî de tê wateya peyva “dêbûna Mezin” her bi vî navî jî tê nasîn. Li gorî rastî û duristiya peyv û ramana peyvê ya rast ew e ku em bêjin şeva Çileyê yanî Mêhrê ku tê wateya şeva dêbûna anku afirandina xor û roja nû, dêbûna ronahîyê ne ku ya kesekî diyarkirî.

Peyva Yeldayê, peyveke nû ye û dema raman û çanda Şeva Mîtrayê derbasî Xiristiyaniyê bûye, bi taybet di dema Împratoriya Romiyan de ku 25-12’ê Şeva Yeldayêye û wan navê wê danîne Şeva Yeldayê ku li gorî zanistî ve ti bingeheke wê ya zanistî nîne.

Dînê Mîtrayî, ji bo Ewropayê ber bi geşekirinê bû, bi taybet piştî ketina împratoriya Hexamenîşîn û avabûna dajdariya Eşkaniyan, helbet Med 800 salan piştî ketina Hexamenîşîyan jî her xwedan dajdariya xwe bûn, tenê nasnavê şahaneyê ji wan hatibû standin. Çûyina dînê Mêhrê, ji bo Yunan û Ewropayê bi sedema cengawer û bazirganan bû, bi dehan Mêhristan li Ewropa hatin avakirin û roj bi roj di geşekirinê de bû, heta heyameke dirêj û piştî hatina dînê Xiristîyanîyê jî, lê di çerxa sê ya zayinê de bi fermana împratoriya Romiyan ew dîn û nemişt hat qedexekirin. Li gorî Încîla Loqayê paja 2 deqa 8’ê Îsa Mesîh di havînê de dêbûye û belge jî ew e ku şivan li bal mêgelên xwe li der û deştan mane, her wekî tê zanîn di 25-12’ê ti şivan û mêgelek nikare li der û deştan bimîne, ji ber ku dunya hengî pirr sar û serma ye.

Sersala zayinî, ti peyvendî bi 25-12’ê nîne û bi dêbûna Îsa Mesîh jî nîne. Lê di sala 1691’an de Papa Înasyûsê diwazdehem roja 1’ê janûyerê kir destpêka sersala nû ya cîhana Xiristiyanan. Di Çanda Gelên Din De Şeva Yeldayê: Her sal di nîv girovera zemînêde di 7-1’ê vê şevê de, fîr’ewniyên Misirê aheng dikirin û ji xwedawena xorê re qûrbanî didan. Lewma qiptiyên Arsîdoks ên Misirê her sal di 7-1’ê de Şeva Yeldayê pîroz dikin.

Li bakurê Rusyayê, jî di 7-1ê de vê şevê pîroz dikin.

Li Japonyayê, di sedeya 7’ê zayînê ya derketina xorê (Amîtraso)yê de di şikeftekî de vê şevê bi bîr tînin, di hindek herêmên din ên Japonyayê de, bi pêjandina xwarinê vê şevê pîroz dikin.

Li Çînê, malbatên Çînî xwarina (Tangiyon)ê ku ji birincê tê pêjandin amade dikin û dixwin ku tê wateya hevgirtina malbatan, ji aliyekî din ve jî aheng û çendîn merasîmên cur bi cur jî tên lidar xistin.

Her weha di welatên Askendenafiyayê de jî yên weke Fîllandiyayê ku dirêjahiya vê 18 hasir e,
li Norwayê 18 hasir û 9 xulek e, li Swêdê 17 hasir û 54 xulek e tê pîrozkirin.

Yelda di warê hûzan û wêjeya Kurdî de:

Şeva Yelda ye ya deycûr e îşev
Ku dîdeyê min dûr ji te bê nûr e îşev
Dilê min wek hakimê me’zûl e qûrban
Xelata wesla te jê re menzûr e îşev
Dil jî mayil e bi dîdeyê te lewma
Li min wehşî û remîde û dûr e îşev
Ku tu şaha keckulah î dîde mestan
Çi perwa me keyser û fexfûr e îşev
Ji xewê rabûye yan aloz e çavê te?
Hemîşe weha ye yan mexmûr e îşev?
Suruşkem nexşên çavên te dinexşîne
Ku cihê min ser Dara “Mensûr”e îşev
Musulmanan dipirsin ji halê “Nalî”
Di kûncê bêkesiyê de mehcûr e îşev.
//Nalî
__________________________________________________________________
Qendîl Şeyxbizînî, nivîskar û etîmolok di warê ziman û çanda Kurdî ya kevnar de.
Çavkanî:
pirtûka “Şeva Yelda” Qendîl Şeyxbizînî, çapa 2019, weşanxaneya Sîtav-Wan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *