Medya, manîpulasyon û hişmendîya netewî

Medyaya ku ji alîyê xwendevanên Yalçin Küçük ve hatîye damezrandin, bi hişmendîya refleksên îttîhat terakî tevdigere û rê li ber hişmendîya netewî asê dike, her diçe bi manîpulasyon û sîyaseta reşkirinê, di nav civatê de bingeha şikandina xeta netewî de erdhêjek sîyasî geş dike. Ew alîyên ku  dixwazin kirasê yek rengî û yek dengîyê li ser civatê ferz bikin xîzmeta  felsefa “sê tarz sîyasetê” dikin. îro medyaya desthilatdar bûye qada neyartî û fesadîya nava Kurdan. Êdî gelek eşkere, li dijî kesayet, malbat û partîyên welatperwer fesadî, derew, manîpulasyon û propagandeya reş li ser hesabê neyarên gelê Kurd tê kirin û sîyaseta çavsorîyê, rê li ber dîyalog û aqilekî hevpar digire.

Mirov gava li hemberî vê siyaseta pûçkirin û bêbextîyê, rexne û bertekên xwe nîşan dide, him muhatabên van rexneyan û him kesên ku mirov jê guman nake jî li gorî dilê xwe, bi zimanekî neyartî û bertekên bê wate û bê bingeh, yên hemberî xwe tawanbar dikin.

Ev demek dirêj e, dewletên dagirker û xulamokên wan, li dijî serwerî û desthilatdariya gelê Kurdistanê, li dijî statu û berjewendiyên netewî, li dijî destketî û serwerîya Kurdistanê mobîlîze bûne û dixwazin statuya Kurdistanê têkbibin. Bi propaganda û reşkirina rastîyan, bi derew û manipulasyonan dixwazin rê li ber têkçûn û hilweşandina destketîyên hene vekin. Bi derew û  buxtanên dûrî ehlaq û ûjdan, dixwazin di nav civata Kurd de fikrên dijminatî û berahevdanê belav bikin.

Bi derfetên medyaya nûçe û bernameyên xwe li ser derewan ava kirine, rojev her diçe di bin ewrên reş de,  bayê neyartîyê gûr dikin û di nava Kurdan de tovê şer û pevçûne direşîne. Ew aktorên di heman demê de fîşeka êrîşan teqandine, berpirs û tawanbarên têkbirina armancên neteweya Kurd e.

Bi taybetî ew kesên ku di pêvajoya Xendekan de berpirs û aktorên sereke bûn, piştî lîstik bi trajedî û trawmayên mezin dawî bû, yek bi yek berê xwe dan welatên Ewropa. Piştî ku rol îcabî be jî xwe ji girtin û cezayan xelas kirin, li ber derîyên sosyalîn Ewropîya, ji aliyekî ve parseki dikin, ji aliyê din jî karê xwe yê provakasyon û gûr kirina agirê şer berdewam dikin.

Ew kesên ku bi rûreşî û fesadîyan ji îxanet û xwefiroşîya xwe re fetwa peyda dikin, li gorî daxwazên xwedîyên xwe tevdigerin û mîsyoner in.

Ew kesên di dema pêvajoya Xendekan de zarokên gelê Kurd, ji dagirkeran re kiribûn nîşangehên zindî, vê carê jî dixwazin hêzên Kurd bera hev bidin û xortên kurd bikin qurbana berjewendiyên xwe.

Em dibînin ku ew kesên niha li kolanên Ewropa serkêşîya karên xirabîyê dikin, doh li Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdistanê ketibûn xizmeta kûjerên xort û keçên Kurd.

Ew rûreş û bêbextên hanê, dixwazin li ser xwîna zarokên gelê Kurd jiyana xwe bidomînin, daxwaz û xewnên dagirkeran bi cîh bînin.

Divê em baş bizanibin ku hemû dewletên dagirker û hevalbendên wan bi hev re xelekên dorpêç kirina başûrê Kurdistanê dişidînin. Dixwazin destketîyên bi xwîna şehîdên Kurdistanê bi dest ketine ji holê rakin.

Divê herkes baş bizanibe başûrê Kurdistanê ji bo hemû aliyên kurdî stargehek bingehîn e. Parastin û piştgiriya başûrê Kurdistanê erkê her Kurdekî netewperest e.

Divê her Kurd û Kurdistanîyekî doza azadî û demokrasîyê dike, destketîyên herema Kurdistana Federal wek rohnîya çavê xwe biparêze û lê xwedî derkeve.

Ew kesên di kolanên Ewropa, di medyaya derewîn û di medyaya sosyal de serkêşîya karwanê xirabîyê dikin, agirê dijmintîya dijî civat, hikumet, partî û serokê başûrê Kurdistanê geş dikin, bi manîpulasyon û propagandeya reş, rê li ber xirabîyan vedikin, ne dost û hevalbendên gelê Kurd in.

Cano Amedi

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *