Serborîya plakên kurdî

Nûjîn Onen

Bas – Muzîka kurdî ya wekû behrekê ye dema mirov xwe daxil dike û dixwaze liser kulmek wê lêkolîn û lêgerînekê bike, ji wê kulmê behreke din çêdibe. Em çiqas bibêjin ku çavkaniyên liser hunermend, dengbêjên me kêm in jî dema mirov dest bi lêgerînekê dike gelek çavkanî li pêy hevdû tên. Lê em nikarin bibêjin ku ev têr dike, divê lêkolînên bêhtir li ser muzîka kurdî, dengbêj û hunermendên me bêne kirin.

Zeynep Yaş, ku bi esle xwe ji bajarê Sêrtê ye piştî darbeya salên 1980yî  koçberî bajarê Stenbolê dikin, jibo xwe ragirtina bi çand û zimanê kurdî dest bi berhevkirina folklorê  ji ser zarê bavê xwe dike.  Ji ber ku di zarokatiya wê de zimanê kurdî li wan qedexe bû û kasetên ku lê guhdar dikirin  vedişartin,li Stenbolê bi peydakirina her kasetek ji muzîka kurdî berhev dikir. Piştî ku li beşa zimanê fransî dest bi xwendinê dike, ji sala 1996an û pê de jî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike û biryar dide ku liser berhevkirina çand û folklora kurdî xebatên xwe berdewam bike. Piştî ku di sala 2003an de li Silêmaniyê Enstîtûya Kelepûrî vedibe di warê berhevkirin û lêkolînan de hevkariya wan dike. Di sala 2005an de bi xebata xwe ya lêkolîn û berhevkariya liser hunermenda kurd Eyşe Şan ku tevî folklornas Hilmî Akyol kir û ev xebat wekî koleksiyon di nav 12 CDyan de 150 stran tevî pirtûka liser jiyan û berhemên Eyşe Şan di sala 2008an de ji aliyê enstîtûyê ve hatin çapkirin û belavkirin xebatên xwe bi awayek profesyonelî berdewam dike.

Zeynep Yaş, yek ji wan kesa ye ku liser muzîk û dengbêjên kurd lêkolîn û berhevkarî kiriye, ev xebata wê di nav 2 cîld pirtûkên bi navê “Şakarên Muzîka Kurdî’’ ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine çap kirin. Ev xebata berfireh jiyaname, ji her hunermendî 3 stran û klamên wan ên ku şakarên hunermend in, tekstê stranan û notayên stranan tevî arşîva liser hunermendên ku ne li jiyanê ne li xwe digre. Yek ji babatên ku liser lêkolînên berfireh hatiye kirin jî plakên kurdî ne. Lêkolîner û berhevkar Zeynep Yaş ji heftenameya Basê re behsa lêkolîna xwe ya liser plakên kurdî kir.

Zeynep Yaş liser dengên winda,plak û radyoyên kurdî lêkolînan kirine

Lêkolîner Zeyneb Yaş, ji bo enstîtûyê liser gelek hunermendên kurd lêkolîn û berhevkariyê dike, bi taybet liser dengên hunermendên dengên wan winda, plak û radyoyên kurdî dike. Di sala 2012an de ji bo bibe pirtûk lêkolîn û berhevkariya xwe ya liser 46 hunermendên kurd wekî proje pêşkî Wezareta Rewşenbîrî û Lawan beşa Duhokê kiriye. Bi piştgiriya serokê dezgeha wê demê birêz Adil Hesen ev projeya wê dihête qebûl kirin. Di heman demê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beşa Çandê dixwazin ku vê pirtûkê bi berfirehî wekî 2 cildan çap bikin. Ev 2 cild pirtûkên Şakarên Muzîka Kurdî ku ji hemû beşên Kurdistanê, ji Kafkasya, Kurdên Anatoliya Navîn û hunermendên hemû şûnwarî ku muzîka kurdî pêşve birine, bi hemû zaravayên kurdî li xwe digre.

Yekem hunermendê ku stranên kurdî li ser plaka xwe tomar kiriye, Xosrof Malool e

Zeynep Yaş dibêje ku wê di van pirtûkên xwe de cî daye gelek hunermendên ku muzîka kurdî dewlemend kirine. Xosrof Malool, Xarapêtê Xaço, Sêwe, Baqî Xido, Aram Tîgran û gelekên din ku kedek mezin li muzîka kurdî dane wê bi taybet cî daye wan. Yaş dibêje ku, yekem qeydên muzîka kurdî ku ji aliyê Xosrof Malool ve, ku bi eslê xwe sûryanîyê Amedê ye, di sala 1912an de li Mûsilê liser plakan tomar kiriye di vê xebatê de cî digre.  Her weha gelek dengên winda û stranên hunermendên liser plakan ên resen û dengên dî yên hunermendan ku 317 stranan pêk dihêt di nav van pirtûkan de cî digrin. Her weha cî daye çend hunermendên ku amur çêkirine û lêxistine. Yek ji wan Adîk e ku ew kurdekî Efrînê ye, ji bavê xwe fêrî çêkirina tembûra kurdî bûye, di temamê jiyana xwe de karê çêkirina temburê kiriye. Bi çêkirin û jenandina tembûra 16 perçeyî “Tembûra Kurdî”, şêweyek nû ya hunera muzîka derxistiye pêş ku UNESCO’yê ev amûr xistiye bin parastinê.

Berê tomarkirina dengan li ser têlên telgrafê yê şimayî dihate kirin

Yaş zanyariyên liser tomarkirina dengan bi me re parve dike û wiha pê de diçe: “Li gor lêkolîna min ez dikarim bêjim berê tomarkirin liser têlên telgrafê bi şimayê dihate kirin. Weke boriyekê stran liser wan têlên telgrafê û şimayê dihate tomar kirin û paşê jî liser plakan hatine tomar kirin. Dema min berhevkarî dikir hunermendek Zaxoyî ji min re behsa çîroka tomarkirinê dikir. Digot; wekî ereboka destan diajotin di nav kolanan de, li dengxweşan digeriyan. Ji ber wê ye, dema mirov li radyoya Bexda guhdar dikir gelek caran dengê zarokan dihat, ew erebeyên desta diçûn li mekteban digeriyan zarokên ku dengên wan xweş bûn mamostê wan ew hildibijartin dengê wan bi rêya wê erebokê didan berhevkirin an em bêjin dengbêjek li wê deverê hebûya dengê wan tomar dikirin û dibirin Bexda li wir tomargeh hebûn dengê wan li ser têlên telgrafê dixistin ser plakan û wisa belav dikirin.”

Hunermendên kurd berê bêhtir stranên xwe liser radyoyan tomar dikir

Lêkolîner Yaş dibêje, ligorî lêkolînên heyî berê şirketên wekî; Edîfon, Pholiphon, Ebû Kelb hebûn ku bi rêya wan deng dihatin tomarkirin. Ji salên 1900î û pêde şirketên tomarkirina plakan li; Mûsil, Bexda, Kahîre, Heleb, Tehran û Stenbolê hatine danîn. Li Stenbolê heta salên 1960î jiber ku tomarkirina stranên kurdî qedexe bû gelek hunermendên kurd berê xwe didan Mûsil, Bexda, Heleb, Qahîrê û Tehranê. Piştî sala 1939an ku Radyoya Bexda Êzgehê Kurdî hate vekirin, li Tehran, Kirmanşah, Sine, Ûrmiyê û li Êrîvanê radyoyên kurdî hatin vekirin hunermendên kurd bêtir berê xwe dan radyoyan û stranên xwe liser radyoyan gotin.

hunermenda Elmas Mihemed stranên xwe liser plakan tomar dike

Lêkolîner Zeynep Yaş behsa dîroka tomarkirina dengên hunermendên kurd liser plakan dike û dibêje:”Di sala 1924an de em dibînin ku hunermendên kurd Seyîd Elî Ezxer Kurdistanî, Elmas Mihemmed, Mela Kerîm Efendî dengê wan hatiye tomarkirin. Di salên 1928-9 û 1930î de jî dengê; Kawis Axa, Meryem Xan, Seyîd Axayê Cizîrî, M.Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, ‘Elî Merdan û dengê gelek hunermendên din hatine tomar kirin. Weke jin em dikarin bêjin ku cara pêşî Elmas Mihemed yekem jina kurd e ku 2 stranên “Lorke Lorke, Xelîlê Xazî” di sala 1924an de liser plakê tomar kiriye. Her weha wê gelek klam û stranên kurdî yên resen berhev kirine, liser plakan û liser radyoya Bexda hunermendên wekî Meyrem Xan, Seîd Axayê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Fewziya Mihemed û gelek hunermendan gotine.”

Plakên  nû şûna plakên kevir digrin

Ji aliyê din ve Yaş liser derketina plakên 45an û şerît(band), jî û hêsanbûna wê wiha diaxive: “Piştî şerê cîhanê yê dûyem plakên 45an û şerîtên bandan derketin, tomarkirina dengan hêsantir bûye, ji ber ku tomarkirina dengan bi plakên berê yê kevir pir zehmet bû lê plakên 45 hêsantir bûye û zêdetir belav bûye. Mesela ev plak dikaribûn jiber hevdû bihatan kopîkirin, lê yên berê hew 2 stran liser wan bi cî dibûn. Lê paşê bi pêşketina teknolojiyê û derketina Longplayer, 45an, band û kasetan bêtir stran liser wan dihatin qeydkirin. Gotin ku heta sala 1973an li radyoya Bexda nehatine tomarkirin jiber ku cîhazên tomarkirinê tunebûn. Dengê plakên hunermendan liser radyoyan dihate belavkirin. Lê li dengxaneya Radyoya Êrîvanê ji salên 1960î û pêde deng bi taybet hatine tomarkirin.

Tomarkirina radyoya çêkirina plaka kêmtir kiriye, ew kesê ku li şûna plakê diçû Bexdayê dengê xwe liser radyoyê tomar dikir. Dema ku dengê xwe liser radyoyê tomar dikirin sîstema radyoya ya ku ew dengan bike arşîv tunebû,stranên xwe zindî distiran û xelas dibû.”

Li Bakur yekem car Eyşe Şan dengê xwe liser plakan tomar kiriye

Li bakurê Kurdistanê tomarkirina stran û kilamên kurdî liser plakan gelekî kêm bûye. Cara yekem li bakurê Kurdistanê Eyşe Şan di plakan de stran gotiye lê stranê xwe bi tirkî-kurdî gotine. Di sala 1964an de cara pêşî Mehmud Qizil bi kurdî plakên xwe tomar kiriye. Jiber qedexebûna ziman, dema plakên Mehmud Qizil hatine belavkirin di manşetên rojnameyan de gotine ku; “Mehmud Qizil bi kamyona çekan ji pêşmergeyan dişîne’’. Jiber ku stranbêjiya kurdî bi qasî kamyonên çekan bandora wê liser civakê çêkiriye. Yaş destnîşanîyê bi çîroka Eyşe Şan jî dike û wiha didomîne: “Eyşe Şan jî stranbêjî kiriye lê gelek caran bi zor û zehmetiyan rû bir û maye, mecbûr maye çû ye Ewropa him ji ber malbat û derdorê him jî jiber dewletê çûye. Eyşe Şan Mehmud Qizil, Zilfikarê Bagurî, Hiseynê Farê ye ji van 4 kesan zêdetir kesên ku em bêjin zêde plak xwendiye tuneye. Ji xweji sala 1964an heta 1970a tomarkirina kasetan destpê dike jiber wê êdî tesîra plakan namîne. Ji aliyê din ve wekî sazî arşîvkariya kurdî gelekî qels maye. Bi saya hindek dildar û hezkiriyê çand û muzîka kurdî hindek hewldanên ferdî li hemû beşên Kurdistanê çêbûne û wan materyal berhevkirine, bi saya wan îro jî em dikarin hindek bermayên van materyalan berbiçav bikin.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/332394

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir