Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Şeva borî bi dronan êrişî Pêşmergeyan hat kirin

Li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi 2 dronan êrişî Pêşmergeyan hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku li navçeya Pîrmama Hewlêrê şeva borî saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir lê ti ziyanên canî çênebûne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman:

“Ev êrîşa terorîstî ya hêzeke neyasayî bi alîkariya caş û hevkarên wan li ser baregeha Pêşmergeyan, metirsîdar e û şerfiroşî ye.

Em wan aliyan û hikûmeta federal ji van êrişên tirsonek berpirsyar dibînin, ji ber ku ev komên derqanûnî ji aliyê hikûmeta federal ve tên fînansekirin û çekdarkirin û çek, mûşek û dronan vediguhêzin û êrişên terorîstî li saziyên fermî û leşkerî dikin.”

“Em bersiveke di demeke guncav de wekî mafê xwe dizanin”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewama daxuyaniya xwe de got:

“Hikûmeta Îraqê li hemberî wan bêdeng û bê şiyan e lê di birîna pereyê gelê Kurdistanê de wêrek e û bi heman pereyan wan koman fînanse dike.

Ji bo cezakirina van koman em ji Serokwezîrê Hikûmeta Federal li hêviya bersiv û tevgerê ne û em her bersiveke di demeke guncav de wekî mafê xwe dizanin.

Em bangî hemû dost û aliyan dikin ku li hemberî vê kiryara terorîstî bêdeng nemînin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *