Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Batmanê civîna çapemenîyê li dar xist:

‘’Ew berxwedan û bawermendîya ku DAIŞ têk bir, dê dagirkerên Kerkûkê jî têk bibe’’
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 01.11.2017an li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîna çapemenîyê li dar xist.
Di civîna çapemenîyê de Mustafa Özçelik, bi taybetî di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anî ziman û di derbarê Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî de agahdarî da.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, piştî Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî li teşkîlatên PAKê digere û di derbarê biryar û nexşe rêya ku di Kongreya PAKê de hatine tesbît kirin, endam û dostên PAKê agahdar dike. Ji bo geş kirin û pêşde birina PAKê li gel endam û rêveberên PAKê dan û standinan dike.
Mustafa Özçelik, li Batmanê got ‘’ Ji bo Mele Mustafa Barzanî û ji bo Mam Celal Kerkûk Dilê Kurdistanê bû; divê hemû Kurd û Kurdistanîyên Başûrê Kurdistanê û cihanê bi hişmendîyeke netewî û Kurdistanî li vê rêbazê xwedî derkevin, rêya çareserîyê jî ev e. Tu êrîş, dagir kirin, plan û stratejîyên dewletên xêrnexwaz û tu şikest,xeletî û îxanet dê nikaribe îradeya referandûma serxwebûnê tune bihesibîne; tune bike.
Ev paşve kêşaneke demkî ye. Li gel mihasebeyeke berfireh û rast dê ji vê şikestê encamên di cîh de werin derxistin û dê miheqaq ev birîn were kewandin. Ew hişmendî û berxwedan û bawermendîya ku DAIŞ a terorîst têk bir; tu şik tune ye ku, dê Heşdî Sahbî ya terorîst jî, dê dagirkerên li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanê jî û dê yên li pişta wan jî têk bibe.
Ji bo vejîneke nû, bi sebir, bi bawerî û bi hêvîyên geş divê em her yek xebateke bê westan bimeşînin’’.01.11.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *