Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir. Qanûn ji bo seranserê welatên Yekîtiya Ewrûpayê ye û cara yekeme qanûnekî weha qebûl dikin. Di nav qanûn de şiddeta li hemberê jinê heye û ji bo şidedeta ser jinê cezayê giran datîne. Qanûn sunneta jinê û zewicandina bi zorê kiriye sûc. Di nav qanûnê de her weha têkoşîna li hemberê şiddeta sîberî, desteka mexdûran û ji bo berlêgirtina tecawuzê pêngav hene.

Qanûn, di parlementoya Ewrûpayê de bi 522 dengan qebûl bû, 27 kes red kirin û 72 kes jî rengê dengên xwe diyar nekirin.

Di qanûn de her weha aşkerekirina agahiyên taybet û sûcên di rêya înternetê de tênkirin, ji wan re qaîdeyên nûh datînin. Ji bo berlêgirtina tecawuzê, agahiyên berfirehtir ji bo mijara ‘riza’ yê datîne û acizkirina di rêya înternetê de û li ser medya civakî tê cezakirin.

Tarîfa tezawuzê û tevgerên cinsî yên di derveyê rizayê de hatine firehkirin. Di qanûn de tirsandin, wendakirina hiş, xew, nexweşîn, birîndarkirina bedenî, seqetkirin û di haletên weha de tev dikevin ‘tevgerên di derveyê rizayê de. Dema jin bêdeng bimîne, bedenen an bi devkî di ber xwe nede, nayê vateya ku riza jinê heye.

Cezayê li hemberê jinê û berlêgirtina şiddeta nav malbatê, sûcên tecawizê û şiddetê ji 8 salî heya 10 salan ceza dixwaze. Êrîşên cinsî 3 sal û cezakirina zêde bi 5 salan hat qebûlkirin.

Wekî din jî di xalên cuda de ceza hatine destnîşankirin û piştî qanûn di rojanama fermî ya Yekîtiya Ewrûpayê de belav bibe û 20 roj di şûnde êdî tê bicîhanîn.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *