Bişavtin/Asîmîlasyon

Havîna îsal ez çûm welatê xwe Kurdistan; ez li bobelatekê rasthatim! Li qeza min, li kuçe û kolanan gelek merivên Kurd, bi zarê xwe Kurdî nedipeyivîn, di navbêna xwe de bi Tirkî dipeyivîn! Bala min kişand, gelek xort bi Kurdî dipeyivîn, lê bi taybetî gelek jin bi zarokên xwe re û keçik di nav xwe de bi Tirkî dipeyivîn! Lê ya herî ecêb jî hinek malên Kurd, Jin û mêrên ku çend salekî dibistana Tirk xwendîye, di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivîn û gava ez bi wan zarokan re bi Kurdî dipeyivîm jî digotin: “apo ez bi Kurdî nizanim!”

Min hinek bertekên hişk rê hin dê û bavan da û ji zarokan jî re got: “sûcê we tune ye, lê ji niha û pê ve hûn xwe fêrî Kurdî nekin, wê gavê hûn jî sûcdar in!”

Piştî Şerê Cîhanê û Peymana Lozan’ê ku Kurdistan di navbêna çar dewletan de hat parkirin, van dewletên mêtinkar û nijadperest, siyaseta bişavtin û tunekirina gelê Kurd ji xwe re kirin armanca bingehîn. Çimku bi tunekirina ziman, bir û bala civatî, hizirîn ku vî gelî bi temamî bikin xizmetkar û koleyên xwe!

Piştî avabûna Komara Tirk, hebûna Kurdan hat înkarkirin. Gava gelê Kurd nerazîbûna xwe li hember helwesta dewletê dîyar kir, dewleta Tirk, bi komplo, provokasyon û êrîşkarîyek bêsînor, tevkujî, malwêrankirin û koçberkirin bersîv da gelê Kurd. Bav û kalên me, yên di berxwe dan, tev kuştin. Yên bê çek digirtin ku bi Tirkî nizanîbûn jî di cîh de dikuştin, heta yên diçûn pêş meqamên dadgehên Îstîklalê jî ku bi tirkî nizanîbana dihatin idamkirin!

Dewleta Tirk, ji avabûna Komara Tirk heta 1940, bi sedhezaran Kurd kuşt û bi sedhezaran jî bi darê zorê ew koçberî rojavayê Enedolê kirin.

Dewleta mêtinkar, di 1945an bi qanûn zimanê Kurdî qedexe kir. Kî bi Kurdî bipeyivîya li wan dida yan cezayê pere ji wan disitend!

Ji bo zarokên Kurd ku dewletê dê û bavên wan kuştibû û yên zarokên xwe bişandana dibistanê, Dibistanên Xaneşîna Heremî avakirin: yên gerînendeya van dibistanan dikir, efserên leşker bûn. Li van dibistanan, Zimanê Kurdî qedexe bû. Yên bi Kurdî bipeyivîya jî bi lêdan û birçîbûnê dihat cezakirin.

Her xortekî Kurd, mecbûr bû ku biçûya leşkerîyê; herkes mecbûr bû ku bi Tirkî bipeyivîya, ji bo yên bi Tirkî nizanîbûn “Alî Okul” vekiribûn. Bi xeber û lêdan wan hînî çend gotinê Tirkî dikirin. Kîjan Kurdê leşker, bi Tirkî nepeyiva, heta leşkerî diqedand, her roj sixêf û lêdan dixwar! Ew zarokên neteweyek di bin esaretê de bûn! Cûnta 1980 jî zimanê Kurdî bi rêya qanûna mêtinkar ji nuh de qedexe kir.

Rêvebirên dewleta Tirk, di salên 60î de, qenaet anîn ku gelê Kurd bi temamî hêsîr girtîye; ji bo bişavtinek giştî, li hemû gund û bajaran, dest bi avakirina dibistanan kirin. Di wan dibistanan de jî Kurdî qedexe bû û perwerdekirin bi lêdan û ceza dihat kirin!

Em dibînin mêtinkarên nijadperest bi serketin!
Îro li bajar û navçeyên Kurdistanê, piranîya gel bi zimanê serdestan diaxivin. Gelek Kurd, di malê xwe de, bi zarokên xwe re bi zimanê biyanî dipeyivin. Di vê serketinê de, para rewşenbîr û rêxistinên Kurd jî heye! Çimku rêvebirên partî û rêxistinên ji salên 1970an ku qaşo ji bo rizgarkirina gelê Kurd dest bi xebatê kirin, di civîn, belavok û propaganda xwe de bi giranî zimanê mêtinkar bi karanîn! Di wendakirina zimanê de, rola mezin jî pkk list. Çimku serok û rêvebirên wê qet tu rûmet neda ziman, çand û dîroka Kurd.

Piştî ku Komara Tirk, Kurdistan ji nuh de dagîr kir, bi jenosid û koçberkirin, dawî li berxwedana gelê Kurd anî, bi hevkarîya xayinên Kurd yên eşkere û veşartî, dest bi asîmîlasyon û dewşirmetîya gelê Kurd kir. Ji gelê Kurd re gotin:

“Emê mejîyê we ‘bişon’! Heta niha çi ketîye mejîyê we ji bîr bikin! Hûnê bi zimanê me bipeyivin û bi gotinê me bihizirin! Ji bîr bikin ku hûn Kurd in, ji niha û pêve hûn ‘Tirkê çiya’ ne(!) Qanûn û regezên me çi fermanê bide we, hûnê bi cîh bînin, ger hûn ji xeta me derkevin, emê we bigirin, li we bidin, we bikujin yan bavêjin hefs û zîndanan! Ev welat me dagîr kirîye û di bin hukmê me de ye; loma erd, mal, mulk û hemû hebûna we yê me ye; em çiqas destûr bidin, hûn ewqasî karin bibin xwedîyê tiştekî!”

Bi rastî jî ev sed sal e ku bi qedexekirina ziman, çand û diroka gelê Kurd, derbek mezin li bîr û bala gel xist! Ji bo ku Kurdî sed salî di cîh de sekinî û pêşde neçû, bê ser û ber ma û ji bo ku civata Kurd nikarîbû fêrî Zimanê serdest bibûya, di warê zanîn û têgehîştinê de derbek mezin xwar! Di warê berhimandina hunerekî, çand yan zanîyarîyê de, ji bo ku bi zimanekî baş nedizanî, famkor, pûç û sitewr mabû!

Civata Kurd, bi ziman, huner, edebîyat, folklor, destan, çand û dîroka xwe ve perçakî civata hemû mirovahîyê ye. Nîrx û rûmetên vê civatê, dewlemendî û mîrata cîhanê ya bi hezar sala ye. Ne tenê wek Kurd, divê mina mirovekî çandyar û mirovperwer jî li rûmetên vê civatê xwedî bê derketin!

Li gorî zanîyarîya derûnî û pedagojî, divê her zarok zimanê bav û kalên xwe fêr bibe, li gorî çanda civata xwe perwerde bibe. Ya na ew zarok di demajoya jîyana xwe de, wê tengezarîya derûnî.

Kurdê ku zimanê xwe wenda kir, beşek ji mirovtîya xwe jî wenda dike! Di bin destê zalim û bêûjdanan de dibe pêkenîn û pêlîstok! Bala xwe bidinê, li Turkîye, mijara bername, şano û fîlmên qeşmerî û komedîyê, Kurd û Laz in. Ji ber baş bi Tirkî nizanin yan telafuza wan şaş e, wan mîna ehmaq, bêhiş û kêmaqila rêdidin! Wer kirine ku Kurdê nezan ji Kurdbûna xwe şerm bike, zimanê xwe, kêm û seqet bibîne! Îro bi sedhezaran û belkî bi milyonan Kurd hene ku hatine bişavtin û wek dewşirme di xizmeta dijminê Kurd û yê mirovahîyê de nefretê ji gelê xwe dikin!

Ji bo Kurdekî sînorê hebûn û tunebûnê, yê parastina rûmetê xwe, parastina pêşeroja zarokên xwe, parastina maf, heq û huqûqê civata xwe, divê li zamanê xwe xwedî derkeve û bi zarokên re bi zimanê bav û kalê xwe bipeyive! Zimanê me, rûmeta me ye!

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *