Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 4

Dewleta Tirk di sala 1978 an de li Bajarê Çolemergê navça Geverê tatbîqatek leşkerî ya şer li darxist. Di tatbîqatê de hêza dijmin bi cil û bergên Kurdî nîşan dabûn. Di televîzyonê de beşek ji tatbîqatê nîşan dan û di encama şerê tatbîqatê de, leşkerên artêşa tirk hêzên çilûbergên Kurdî li xwe kiribûn dikuştin û ala xwe li deverê bilind dikirin! Di wê tatbîqatê de, serfermandarê ordîya tirk Kenan Evren û fermandarê bilind yên artêşa tirk jî beşdar bûbûn.

PDKT/KUK belavokek bi zimanekî tûj hatibû nivîsandin belav kir û gelek vekirî bal kişan ser pirsa Kurd û hişyarî da dagîrkeran. Ev tatbîqat li ser bingeha şerê artêşa tirk û ya gelê Kurd hatibû amade kirin û cilûberg jî alîyên şer sembolîze dikir. Di wan deman de, di medyaya tirk de hinek kesên demokrat rexna xwe anîn ziman, di hinek rojnaman de, sembolên cil û alîyan weke tiştekî bê ûsûlî bi nav dikirin. Cara yekem bû rêxistinek Kurd bi zimanek tund hişyarî dida dagîrkeran! (belavok di www.arsivakurd.org de heye)

Di sala 1979 an 21ê Adarê de, li navça Dihê li gundê Reşenê, li ser kanîya Pan bi qasî sê çar hezar mirov Newroz pîroz dikirin. Piştî bi dawîbûna şahîya Newrozê li ser çîyayên derûdorê agirên mezin hat pêxistin û bi sedan kes çek teqandin. Ev bûyer ji alîyê rojnama Hürriyetê, Cüneyt Arcayürek ve bi rojan hat nivîsandin. Ev hewldan û tevgerên hanê tirsa dijmin zêde kir û roj bi roj amedekarîya cûnta leşkerî kirin.

Ez naxwazim nivîsa xwe dirêj bikim, lê belê di derheqê salên 1976 – 1980 an de bi kurtayî be jî, divê dîtin û ramanên xwe bi we re par bikim. Divê mirov guhertin û bûyerên civakî, li gor şert û zurufên demê binîrxîne û rastîyê pêşkêşî dîrokê bike. Piştî şoreşa Gulanê ked û xebatên PDKT/KUK tu kes nikare înkar bike. Gelek şahidên wê demê îro rêvebir û mesûl in, niha jî desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ne. Pêşmerge û berpirsên serkirdatîya Qîyada Muwakat kar û xebatên wê demê baş dizanin. Di wê demê de, gelek derdorên sîyasî di bin navê rexnegerîyê de êrîşî qîyada Muwaqat dikir. Hinek di rûpelên kovar û belavokên xwe de, nameya naveroka wê gilî, gazin û rexnên li dijî sîyaseta Emerîka hatibû nivîsandin weke belgeyek “îxanetê” bi nav dikirin. Bi taybetî di kolanan de, li dibîstanan û panelên wê demê de, ez gelek car bûme şahidên wan êrîş û neheqîyan. Lê mixabin yên di wê demê de, êrîşkar û bê pîvan bûn, îro li ber kanîyan, li ber derîyan, di bin navê “Rêbaza” de, dixwazin tûrikê xwe tije bikin û bi dijîtîya têkoşîna PDKT/KUKê, ji xwe re cîh çêkin! Ev wêneya hanê jî xurtbûna şaxê durûtîyê û bêbextîyê nîşan dide.

Dîroka Kurdistanê, dîrokek bi xwîn û trajedî ye. Ji jenosîdan bigirin heta dardakirin, koçberkirin û îşkenceyên giran, hemû rûpelên dîroka me bi jan û xwîn tijeye. Îxanet, bêbextî, xwefiroşî, her dem weke xençerek bi jehr di destê dagîrkeran de bûye pergalekî hêsîrkirina Kurdan! Îro jî dîrok xwe dubare dike. Rastîya gelê me li holê ye. Em dikarin mînakên îxanetê, ji salên1900 an destpê bikin heta “16 Cotmehê 2018”an û xençerên bi jahr raxin ber çavan. Li her beşê Kurdistanê têra xwe mînakên rûreşîyê hene!

Şoreşger û têkoşerên salên 1970-80yan, bi rastî di warê tecrube û îmkanên maddî de gelek lawaz û bê derfet bûn. Lê hemû alî bawermend û îdealîst bûn. Bê menfeet û bê hesab, keda xwe tevlî xebatên tevahîya rêxistinî dikirin! Her rêxistin li gor stratejî û bernama xwe xebatek çalak û xurt dimeşand. Di warê xebatên veşartî û eşkere de gavên baş dihat avêtin. Mij û morana mirî ya ji salên 1938 an vir de li ser cıvata Kurd mabû, êdî belav dibû!

Di salên 1960an de PDKT, DDKO, TİP di hişyarbûna civatê de rolek mezin lihîstin. Piştî salên 1975 an şûnda, xortên Kurd, li ser pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê ketin nav hewldanan û li pey bersîvên pirsên xwe gerîyan. Di encama wê gerê de, di qada tekoşînê de, tevger û rêxistinên cûda cîh girt. Pirsên çima; ji bo çi? Em çibikin? Bi çi awayî tevbigerin, pirs li xwe zêde kirin. Encamên wan pirsan, bi dehan rêxistin û partîyên Kurd derxistin holê. Her rêxistinek xwedî bername û armancekî bû. Sedemên derketina wan, pirsa Kurd û Kurdîstan bû. Li ser bingeha netewbûn û rêxistinbûna cûda ya gelê Kurd, bi çep û çepelên Tirkan re gelek gengeşî û alozî derketin.

Di wan salan de, li hemû bajarên Kurdistanê, şoreşgerên Kurd desthilatdar bûn. Rêxistinên Kurd, bi hevre ketibûn nav pêşbazîyekê, her alîyek dixwest bandora xwe li ser civatê nîşan bide.

Cîwanên welatparêz û niştîmanperwer, bi germîya hestên şoreşgerî, li seranserê Kurdistanê bi kar û xebatên sîyasî ve mijûl dibûn. Rrêvebir û kadirên rêxistinan, di temenê ciwan de bûn. Gelek ji wan di zanîngehên tirkan de dixwend. Xwendevanên Lîsê, mîlîtan û têkoşer bûn; bi kelecanîyek bê sînor xewnên bav û kalan bi cîh dianîn; di demek nêzîk de dixwestin welatê xwe rizgar bikin û dewleta Kurd ava bikin. Kadro û têkoşerên wê demê bi giranî dilsoz, bawermend, fedakar û îdîalîst bûn. Her rêxistin weke örf û adetê malbatê heval û alîgerên xwe, li gor ehlaqê şoreşgerî û welatparêzî, bi şêwe û helwestek taybet perwerde dikir.

Girsaya her rêxistinê xwedî kareketer û seknek cuda bû. Hinek taybetmendîyê nifşa ’78 an weke hûn dizanin cil û berg, por, simbêl, parke, rabûn û rûniştina taybet bû. Bi karanîna wêje û peyvan, di axaftin û gengeşîyan de, mirov ji termolojîya wan fam dikir ku girêdayî kîjan rêxistinê ne. Her rêxistinek xwedî karekterek cuda bû. Ev jî pêşbazîyek dixist navbera girseya rêxistinan. Ji bo di hemû warên jîyanê cudahîya xwe nîşanî hev bidin, di warê sîyasî de, di warê çand û civakî de, sosyolojîyek nû ava dikirin. Pirê caran ev rekabet û sekna cudabûnê dîwarên asê dixist navbera rêxistinan! Yên nêzî hev jî ji hev dûr dixist. Çanda bi hevre kar û xebatkirin jî, ji ber polemîkên vala û bê wate têkdiçû. Di warê netewî de, her rêxistin, qala rêkeftin, enî, hevkarî û yekîtîyê dikir, lê belê qesda hemûyan, `herkes beşdarî rêxistina wan bibe!`

Nexweşîyek nifşê ’78 an jê jî ew bû, hin ji wan bi aqil û berçavkên Kurdistanî li probleman nedinêrîn. Aqilmend û şîretkarên wana, wê demê Kemalist û Baasî bûn. Mihri Belli, Mümtaz Soysal, Îlhan Selçuk, Mahir Kaynak, Yalçın Küçük, Doğu Perinçek û hinek misyonerên din, tevgera Kurd xistin bin bandora têkoşîna “çînî ya îdeolojîk”! Armanç û rêxistinîya netewî, weke daxwazek kevneperestî bi nav dikirin. Ev nêrîn û stratejîyên hanê, têra xwe hedefên ne li gorî demê û ne jî di cîh de derdixist holê. Bereya “ANTΔyan, bi şaşî û çewtîyan hat xemlandin. Di wan deman de rêxistinên Kurd giranî têgîna “ANTΔ bi kar tanîn; êdî di jîyana rojane de, bûbû mijara pêkenînê! Anti- emperyalist, anti- feodal, anti- axa,- şex,- beg, komparador-dewlemend, antî- burjûva, anti- revizyonist, anti- oportünist, anti-antî-anti rêz dibû!

NIVÎS DEWAM DIKE…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir