Bîranîna Hogirê Min Sidîq (Îsa)!

Hevalê min î welatperwer Sidîq (Îsa), wî jî bi hesreta welatekî serbixwe, li xerîbîyê jîyana xwe ji dest da, qet ji bîra min dernayê! Ez wî hertim bi hezkirin û rûmet bi bîr tînim!

Ew destbirak û hevalê min-î ciwanîyê, hogirê min-î tekoşînê bû! Wek piranîya Kurdan, ew jî di nava kêmasî, eciqandin û tekoşînê de mezin bû. Loma hest û ramanên wî, di bin guvşa gewimandina hêrsek negihîştina armancên xwe de bû!

Gelek rojên me yên xweş û nexweş bi hev re bihurîn. Lê ew bi bawerîya xwe, hevaltî  û doza xwe re dilsoz û rast bû. Lê çarenûsa wî, ne li ser şiverêyek rast bû, loma derfetan rê neda ku mîna hempayên xwe, bigehê armancên xwe, û wek kes jî li mexelekî, bibe xwedîyê jîyanek tekûz û aram. Ew di navbêna armanc, hest û daxwazên li hevgerîyayî çû û hat! Lê di nava civata Kurd de ew, reng û sîmayek ku hertim xwe dida hiskirin.

SIDIQDi rojên tekoşînê de, em bi hev re bûn. Ew rêvebir, perwerdekar, rêxistinvan û çalakdarekî rêxistinî û tekoşîna gelê Kurd bû. Piştî derba leşkerî û penaberîya sîyasî, çi bi serê wî hat û çi guhartinên sîyasî û civatî derbas kir nizanim; lê di girtîgehan de min bihîst ku piştî derketina Başûrê Rojava`yê welêt li Swêdê bi cîh bûye. Mîna hin hevalên din, dema derfet çêbû, me bi rêya nameyan têkilîyê xwe ji nû de saz kirin.

Piştî ku ez ji hefsxanê derketim, pêwendîyên me dewam kir. Çend caran ez ketim tengasîyê, gava min jê alîkarî xwest; çi tişta ku ji destê wî hat ji bo min kir. Da îspatkirin ku hîna dilsozê hevalê xwe bû.

Heta ku min mafê rûniştinê li Hollanda girt, hertim me bi rêya tlefonê pêwendîyên xwe domand. Ez gelek caran beşdarî semînerên wî yên Pal-Talk`ê bûm. Piştî rûniştinê, min pêşî serdana wî kir. Ewqas kêfa min hat, hestên salê ciwanîya me, ez rapêçam! Helbet dîtîna hin hevalên din jî ji bo min ewqas girîng bû. Min bala xwe dayê, pêjna min, ji bo wî jî girîng e!

Dema ku ezê vegerim malê, qey fikirîbû dîyarîyekê bide min. ji min pirsî: “pirtûkê te hene?” Min jî got: “na, hîn firsenda min ku ez pirtûkên pêwîst bi dest bixim çê nebûye!” Ez birim ber pirtûkxana xwe û got: “çi pirtûka min ya ku tu dixwaze, hilbijêre û ji xwe re bibe!” Wê gavê, ez gelekî hestgîr bûm û min jê re got: “çê nabe, ezê çawa pirtûkên te bibim!?” Wî jî bi israr got: “ji bo min hêsan e, ez karim wan bi dest bixim!”

Pirtûk ji bo min cewahir bûn! Ez ketim nava xezîna wî û min hin pirtûkên divîyabû ez bixwînim û min nexwedibû hilbijart. Ewî dîyarîyek bêhempa dabû min! Sipas birayê min!

Niha pirtûka ku Mustafa Aydogan jê re îmze kirîye ya “Pêlên Bêrîkirinê” di dest min de ye! Li gorî xet û têbinîyên li ser rûpelên vê pirtûkê; xwanê ye ku bi balkêşî û hûrgilî ev pirtûk xwendîye. Di pirtûkê de ez li şopa hest û ramanên wî digerim.

Ji bo ku em û Mustafa ji herêmekê û ji qezayekê ne, piranîya serpêhatî, mijar, bîranîn, hest û helwestê me hev digirin. Zimanê ku em pê dipeyivin jî ji xeynî “daxwazên standardîze-kirinê” hemû yek e.

Bi vê pirtûkê Mustafa Aydogan, bi mijarên balkêş û Kurmancîyek herikbar û şêrîn ceribandinek baş pêşkêşî xwendekarên civata Kurd kirîye. Loma bi vê egerê, ji bo vê berhema delal, ez wî pîroz dikim!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir