Serlêdan

Ji sala 1980 hetanî 1983 yên Nîsanê, ez nizanim ku keça min çawa mezin bû û di xwe de çi guhertin derbas kir. Dema ku ez hatim girtin, keça min hîn deh meh temenê xwe neqedandibû. Ji ber vê yekê li ser lingê xwe tena rawestandina keça xwe û avêtina pêka wê ya pêşîn min nedît! Gotina ku pêşî ji devê wê derket jî min his nekir. Di van her sê salan de ez di hefsa Amedê ya leşkerî de bûm.

Heta roja 23 Nîsan 1983 an carcaran keça min tanîn serlêdana min ya “girtî”. Lê belê tu mecala me ya ku ez û wê hevdû nas bikin nebû. Ji ber ku him serlêdanên me tu demê du-sê deqîqe derbas nedibûn, him jî axaftina Kurdî li me hatibû qedexekirin. Keça min jî mîna dayika xwe bi yek gotina Tirkî nezanîbû. Wan du-sê deqîqeyên serlêdanê jî, min û wan mîna ker û lalan tenê me li çavên hev dinerîn. Ji bo ku bi zimanê xwe yê dayikê, me nikanîbû bi hev re bipeyivya, em gelekî li berxwe diketin û gelekî li zora me diçû! Gava me guh nedida qedexa zimên û em bi hev re bi Kurdî dipeyivîn jî, wê gavê leşkerên gardîyan yên di kabînan de çavdêrî û gohdarîya me dikirin, di cîh de bi çepilên me digirtin, em bi cop, peîn û niqurçkan ji kabînan dikişandin! Piştre leşkeran tevlî serbazên xwe, heta ku em ji hişê xwe diçûn bi cop û daran li me didan û em nivkuştî davêtin xewxanê ba hevalên me.

Tu wêneyên keça min jî li ba min nebû. Her çiqas di demekê de wêneyek wê yê pir xweşik li ba min hebû jî, rojekê leşkeran ku dest bi lêgerîna xewxana me kir, tevlî temamê wêneyên li ba min û yên hevalên min, leşkeran wê wêneya wê ya delal jî girtin û yek bi yek ew li ber çavên me çirandin!

Dema ku ev bûyer di serên me re derbasdibûn, rêvebiriya girtîgehê em hayidar kirin û gotin:

“Ji bo ‘cejna zarokan ya 23 yê Nîsanê’ her girtîyê ku zarokên wî hene, wê karibe bi zarokên xwe re serlêdana vekirî bike.”

Bi rastî, piştî ewqas zilm û zordarîya erjeng, ev nûçe ji me re xerîb dihat! Lê tevlî her tiştî, xeyala dîtina zarokên me jî bi me şêrîn dihat. Ji bo zarokên min jî bên serlêdanê, min jî ji malê re têl kişand.

Ji 12 îlona 1980 an hetanî 23 yê Nîsana 1983 an, di vê zîndanê de ken û bişirîn, kêf û şahî li me qedexe bû, ji qirêjê sipeha çavên me dixwar. Em timî tîh û birçî dihatin hîştin. Ji sibê hetanî êvarî, her roj bi me merş û talîm dikirin. Timî ji me re sixêf û çêrên erjeng digotin û bi copan, daran û şîşên hesinî li me didan! Gelo kesek di welat de mabû ku dengê qîreqîra me neçûbû guhên wan! Werê kiribûn ku ew girtîgeh li ber çavên me ji zîndanê jî xerabtir, ji tarîyê jî reştir dihat dîtin! Bêhna me werê diçikîya ku êdî bi zorê me bêhna xwe dida û distend!

Lêbelê vê sibeha nîsanê, me digot qey her tişt li ber çavên me hatiye guhertin: Îro tava rojê çiqas bi tîn û rohnî bû; çirûskên royê bi şahî diçirûsîn! Tîrêjên royê di paceyên xewxanê, di nav tiliyên hesin re xwe gurz bi gurz bera hundir dabû! Surek ba, di nav tiliyên hesin re dihêwirî, bêhna gul û gehayê bihara rengîn digehand bêvilên me! Çîveçîva serçe û tuxutuxa kevokên li ser banîyên zîndanê, mîna melodîyên herî xweş dihatin guhên me. Di paceyan re ezman, çiqas bilind, şîn û zelal xwiya dikir; cîh cîh ewrên sipî, mîna gulokên pembo, ezmanê sayî dixemiland! Rûyê her hevalekî bişirînek şêrîn xwe bera ser dabû! Piştî sê salên bi kul û keder, bi hesret û dîlî, hîn nû em’ê bi zarokên xwe şa bibana! Meyê hîn nû zarokên xwe himbêz bikirana, germîya wan his bikira û wan bêhn bikirana! Û ya ji her tiştî girînktir jî, vê carê em’ê bêasteng bi zarokên xwe re bipeyivîyana! Lê xemgînî û hesreta hevalên me yên nezewicî û ne xwedî zarok, wek sîyekê xwe bera ser, kêf û kelecana me dida!

Sibehê, berî ku me derxin serlêdanê, me taştiya xwe xwar, her yekî ji me rîha xwe kur kir, çi cilên me yên xweşik hebûn me li xwe kir û em li bendî serlêdanê sekinîn. Di demek bêdengîyê de ku em her yek ketibûn raman û xeyalên zarokên xwe û serlêdana wan, wê bêdengîya, dengê maşika paceya derîyê hesin xera kir û me bi ser hişê xwe de anî!

Yên serlêdanîyên wan hatibûn, gardîyan navên wan xwend û got: “Bila xwediyê van navan derên!”

Bi wan navan re yê min jî hat xwendin. Dema ku em derketin û diçûn cihê serlêdanê, dilê min bi weswese bû; min ji xwe re digot: “Gelo keça min wê min nas bike, wê ji min re bêje ‘bavo’ û wê xwe bavêje himêza min?!”

Gava ku min ji van gomana serê xwe rakir, min dît ku em hatine nêzîkî komika zarokan. Çawa ku ez û keça xwe çav li hev ketin-neketin me hevdû nas kir û me xwe avêt himêza hev!! Çawa ku min dev û rûyê wê maçî kir, ew jî bêdudilî hat dev û ruyê min! Meriv digot qey her roj ez wê himbêz dikim û ew jî bi wê daxwaz û hêsanîyê min maçî dikir!

Tevlî ku temenê wê sê sal bûn jî, baş di cudahîya wê debû ku ez bavê wê me. Kî zane ku bê bêbav mezinbûna wê, çi valahî û çi birîn di wê dilê wê yê biçûk de vekiribû! Meriv digot qey di wê kêlîkê de, dixwaze temamê hesreta xwe derbasbike!

Ji cergî keça min hatibû dinyayê û virde, hîn nû fersenda min çêdibû ku ez bi çavên naskirinê lê binerim: Keça min, keçek gelekî şêrîn û xweşik bû. Dest û zendên wê nî tijî, mîna kevirê helanê sipî bûn. Xelekê porê wê nî zêrînî xwe bi ser enîya gewher û dêmê wê nî sipî de berdida. Çavên wê yê xweşik û nerm, mîna rengê ezman şînekî zelal bûn û stêrkên zîrekî di wan çavên zelal de diçirûsand. Hinarkên rûyê wê werê pembe bûn ku mirov digot qey di hinarkên ruyê wê de kulîlkên hinara vebûne û werê dawetkar bûn ku mirov digot qey ji her yekê li hemberî xwe re digotin; ”wer me ramûsin!” Birûwên kevanî, pozê biçûk, lêvên şekirî bi bejn û bala wê ya biçûçik û li hev, di ahengekê de bû. Vê bedewîya, li ser pişta wê çekbendekî kesk û di bin de fîstanekî sipî û di lingê wê de jî konderak sor ji rengê xwînê temam dikir. Keça min bîstekê sekinî, li min vegerîya û got:

-“Bavo, li sola min binêre, çiqas xweşik e!” sola xwe rê min da û gotina xwe ajot:”Dîya min ew hîn nû ji min re kirîye!” Xwanêbû ku keça min sola xwe pir ecibandibû û dixwest kêfxweşiya xwe bi min re parbike.

-“Belê keça min, bi rastî jî sola te pir xweşik e!” û mîna ku ez ji sola wê hez bikim, min tilîyên xwe bi nermî li ser kondera wê ya biçûk û şayik gerand.

Mîna ku ji peyivandina bi min re kêfxweşîyekê distîne û birçîbûna parkirina hestên xwe bişikîne, gotina xwe ajot:

-“Binêre bavo, kêleka sola min bûye herî!”

-“Berxika min, bi min re tiştek nîne ku ez pê sola te paqiş bikim, gava ku tu derket derve, bila dayika te wê paqiş bike!” lê wê dîsa peyivandina xwe ya bi min re dewam kir. Min famkir ku armanca wê, bê navbên bi min re tiştekî bipeyive û hestan par bike!

Gava ez û keça xwe bi hev şa dibûn, leşkerekî mîna qirasakî di ser serê me re li ser pêya sekinîbû. Keça min li leşker nêrî, bi serê xwe şanî min da û pirsî:

-“Bavo, ev kî ye!?” Min jî lê vegerand:

-“Ev leşkerekî gardîyan e, xezala min!!

Piştre wê destê xwe rakir û bi tilîka xwe ya îşaretê, copê ku leşker bi her du destan li pêş xwe bi şid zevt kiribû, rê min da û bi dengekî xemgîn pirsa xwe ajot:

-“Yabo, lê ev’ê di destê wî de çi ye lo!?”

-“Ew cop e, delala min!”

Mirov digot qey ez tiştekî din jê re nebêm jî, ji xwe ew di her tiştî digehîje û dizane. Lewra di hinek serlêdanan de, carna ew jî dibû şahid ku wan leşkerna, bi wan copan, li ber derîyê girtîgehê, li serlêdanîyên girtîyan jî didan. Loma tu pêwîstî nedidît ku di vî warî de pirsek din bike. Piştre ji ser leşker berê xwe dagerand û çavê xwe li korîdora fereh û dirêj gerand û sohbeta xwe ya bi min re berdewam kir.

-“Yabo, ma qey ev mala we ye?”

-“Na, ev ne mala me ye, kulîlka min!”

-“Lê ev mala kê ye?”

-“Ev mala dewletê ye!”

-“Yabo ma hûn hertim li vir dimînin?”

-“Na, keça min em’ê rojekê tev derên û her yek herin mala xwe(!)

Piştî ku çavên wê hinekî bi wêneyên li dîwarên nêvkoyê, ku bi darê zorê bi me dabûn çêkirin, aliqî ma, ew pêş min kir û pirsî:

-“Bavo, van wêneyan kê çêkirine!?”

-“Me wan çêkirine, keça min!”

Weke ku bawer neke, çend çirka ziq ziq li çavên min nerî. Wê kêlîyê çend gardîyan hatin û ji me re gotin: “Zaroyên xwe bigirin û heydên cihê serlêdana girtî; di kabînan de serlêdanîyên we yên mezin li hêvîya we ne!”

Vê carê leşker neketin kabînan, têkelîya xwe ji axaftina me ya bi Kurdî neanîn. Dema ku di kabîna bi navbir de, ez û hevjîna xwe bi hev re dipeyivîn, ew li keça xwe vegerîya û bi gazin jê re got:

-“Çima tu bavê xwe himbêz û maçî nake; kanî ji bo vêya te soz dabû min?!”

Ji xwe ew di himêza min de bû; hema li min vegerîya, milên xwe yên mîna baskên teyrikan, yên nerm û sivik li hustîyê min gerand û ez maçî kirim! Xwe werê bi sînga min dewisand, mirov digot qey dixwaze di hundirê dilê min keve! Û piştre bi wan lepê xwe yên biçûçik, derabên hesin, yên di navbêna me û hevjîna min de, bi herdû desta zevt kir û bi hêrsek ku min jî bi xwe re kil bike, mîna ku bixwaze hilqetîne, bi şid kişand û bi kela girî ji min pirsî:

-“Bavo, ji bo çi ev di navbêna me de ye lo?!”

Jî bo ku berê hertim keça min li paş derabeya hesin dihat serlêdana min û nikarîbû bigehîşta min, min himêz û maçî bikira, qey ev pirsa jê re bûbû meraqek girîng.

(Serlêdana paş derabeyên hesinî, ewqas di serê wê û birayê wê de cîh girtibû û bandorek mezin li wan kiribû ku li malê jî, ji wê û birayê wê re bûbû lîstikek girîng: li paş derabeya derîyê fera dolaba firaxa, bi dorê yekî xwe dikir bav û yekî jî xwe dikir zaro û serlêdanek xeyalî bi min re dikirin!!)

Vê pirsa keça min li ser min jî bandorek mezin kir: Dilê min bi halê me, safitî û bêgumanîya keça min şewitî! Wê gavê dîroka welatê min yê bi zilm û zor, bi jan û elem û tiştên ewqas sal di vê zîndanê de ku dewleta mêtinkar bi serê me de tanî, mîna filîmekî di ber çavên min re derbasbû! Ji hêrsa canê min sincirî û avek germ xwe bi çongê min de bera xwar da, porê serê min gij bû û canê min bi gurzînekê dilerizî! Bi dilekî ji kûr ve birîndar, ji hêrs û xema dilê xwe re min nizanîbû ez’ê çi bersîvê bidim keça xwe ya dilpaqij û bêguneh ku hayê wê ji xerabîyên dinyayê nebû!!

Nêzîkî serlêdana me biqede, keça min dîsa li min fitilî û bi dengekî gemgîn got:

-“Yabo, ma tê kengî were malê lo?!”

Li ser vê pirsa keça xwe, ez bêtir têgehîştim ku çiqas pêwîstîya keça min bi min heye û gelek dilê min bi wê şewitî, loma kela girî xwe bera qirika min da; lê ji bo ku ez kêfa neyar li xwe neynim, diviyabû min hêstirê xwe bera nava xwe bida! Wê gavê bi dilekî xemgîn û tengezar, ez dîsa ketim xem û xeyalên kûr; gava di vê kêlîka diponijîm min ji xwe re got: “Îro li Kurdistanê destên çiqas bav û zaroyan ji hev hatine qetandin gelo!”

Gava min xwe ji xeyalan xelas kir, min dît ku keça min hîn li min dinêre û li hêvîya bersîva min e. Min jî bi dengekî xemgîn jêre got:

-“Aniha ez nizanim ez’ê kengî werim malê, belkî di nêzîk de ez bêm! Lê ez dixwazim tu baş zanibe, ez ji te pir hezdikim û ez dixwazim roj berî rojê werim malê!”

Piştî vê bersîva min, nema tiştekî din ji min pirsî. Di cihê serlêdanê de deh deqeyên me qedîyan-neqedîyan, leşkeran li pîspîskên xwe xistin û gotin: “Serlêdan qedîya!”

Gava em vegerîyan ber derîyê nêvkoyê û dema wê keça min ji min biqete, carek dawîn dîsa xwe avêt himbêza min û ez maçî kirim! Min jî ew himêz kir û dîsa ew rûkê wê yê hingivîn  maçî kir! Heta çû devê derî jî nema tu gotin ji devê wê derket. Lê gava wê ji derî derbas bibe, vegerîya û bi rûyekî xemgîn carek dawîn li min nerî! Wê gavê min jî destê xwe rakir û jê re got:

-“Oxir be Rojîna min, oxir be!!”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *