Hewlêr û Bexda li ser vegerandina navçeyên Kurdistanê rêkkevtin

Herman Xalîd

BasNews – Rêveberekî PDK ragehand, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser vegerandina navçeyên Kurdistanê yên dervey herêma Kurdistanê rêkkevtine.

Ednamê encûmena rêveberiya PDKê ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, hêzên artêşa Iraqê li navçeyên bin desthilatiya Pêşmerge de derketine û li bendava Mûsilê jî derbaskirine.

Herwaha Elî Ewnî amaje bi vê jî kir, ku yek ji mercên herêma Kurdistanê jî ne vegerandina Pêşmerge jî navçeyên Kurdistanê yên hatine rizgarkirin bûye û bi wî mercî ve ji bo artêşa Iraqê derbaz bibe ji cîhên bin desthilatiya Pêşmerge ve berê xwe bide Mûsilê hatiye qebûl kirin.

Li gor gotinên rêveberê PDKê, ji bo derbasbûna artêşa Iraqê mercekî din jî; Pêşmerge wekî ku wê ji navçeyên Kurdistanê xwe venekşîne, ji bo ew navçeyane bikevin bin desthilatiya hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta Iraqê razî bûye.

Rêveberên Pêşmerge û artêşa Iraqê behsa wê yekê dikin ku operasyona rizgarkirina Mûsilê nêzîkbûye û hemû hêz jî dest bi amadekariyan kiriye.

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/304338

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *