Serkanê Romana Kurd Ereb Şemo

Ereb Şemo, 28 Cotmeh 1898 kurê malek Kurd ya xizan li gundê Qizil Çak-Çak yê bi Qersê ve girêdayî ji dayik bûye. Ew wek bavê xwe bi şivantî û rêncberîya gundê Ermenîya mezin bûbû. Dema Qers û beşek Bakurê Kurdistanê dikeve bin destê artêşa Rûs, ew jî li Qersê dibe dergevanê dibistanek Rûs. Wê gave xwe hînî xwendin û nivîsandinê dike û fêrî Rûsî dibe. Ji bo ku li Qersê Tirk jî hene, bi dan û sitendina bi wan re fêrî tirkî jî dibe.

Ji destpêka Şerê Cîhanê I. di artêşa Rûs de dest bi karê wergêrîyê dike. Di sala 1916 an de li Sarîqamîşê di çêkirina şiva hesin ya trênê de dixebite û li wir beşdarî Bolşewîka dibe, piştî şoreşê beşdarî Artêşa Sor dibe û dibe endamê partîya Bolşewîk. Tevlî Artêşa Sor beşdarî şerê navxweyî dibe û birîndar dibe. Gava rehet dibe û vedigere malê, pê dihise ku bavê wî ji alî endamên Partîya Taşnak ya Ermînîya ve hatîye kuştin û dayika wî jî ji fermana koçkirinê, xizanî û nexweşîyê mirîye.

Çar salan li Enstîtuya Lazaryan xwend. Vegerîya nav Kurdên Ermenîstanê, ew bi rêxistin kirin, beşek xort şand Enstituyên Leningiradê. Beşdarî karê amadekirina Alfabeya Kurdî bû û mamostetîya zimanê Kurdî kir. Ew yek ji kadirê sereke bû ku di 1930 de dest bi kar û xebata weşana rojnameya Riya Teze kir. Di 1935 de dest bi nivîsandina romanê kir û romana xwe ya pêşî Şivanê Kurmanca weşand. Piştre romanên wî yên bi navê Dimdim, Jîyana Bextewar û Hopo hat weşandin. Ji bo ku bi alfabeya Latînî van romanan gîhandin destê me, em ji weşanxanan ra sipas dikin.

Ereb ŞemoRomana Ereb Şemo, di kompozîsyon, teknîk, şêwaz û hûnandina romana cîhanê ya hemdem de hatîye nivîsandin. Loma ew roman nivîsekî hêja û serketî ye. Zimanê romana wî xweş û herikbar e. Mijar û hûnandina  romana wî, bi giştî jîyan û pêwendîyên civatî, çand, folklor, kevneşopî û dîroka gel radixe ber çavan. Tu kêmanîya wê ji romana Rûsî û Fransî tune ye. Ji xwe ji romanên wî tê têgehîştin ku ew di derbarê romana cîhanê û bi taybet ya Rûsî têra xwe agedar e.

Ji bo edebîyata Kurdî, wek roman nivîsîya pêşî ya Kurd û Kurdî tê naskirin. Alfaba Kurdî ya Latînî ya pêşî jî wî û hin hevalêd xwe amade kirine. Lê tevlî Riya Teze jî di hemû weşanên xwe de, bi giranî alfabeya Kirîlî ya Rûsî bi karanîne.

Romanên Ereb Şemo, hêjayî ku her Kurdek bixwîne û wergerînin her zaravê Kurdî û her Kurdek jê fêde werbigire. Ji bo xwendevan û xwendekarên Kurd ji pirtûkên Ereb Şemo fêdê wergirin, divê amadekar, weşanxane û wergêrên pirtûkên Ereb Şemo hin kêmasîyên ku xwendin û têgehîştina wê zahmet dike serast bikin.

Pirtûkên Ereb Şemo, ji bo ku ji Kirîlî hatîye wergerandin, hin tîp ne di cîyê xwe de hatine karanîn. Wergêra B. Zinar ku ji alî weçanxana Riya Azadî/Roja Nû hatîye weşandin, bi taybetî, tîpa “v” bi giranî dewsa tîpa “b” de hatîye xebitandin. Hin gotinên ku Ereb Şemo bi karanîye, yê bi Tirkî, Rûsî û Ermenî, di dewsa yê Kurdî de hatine karanîn; ev jî têgehîştin û herikbarîya romanê zahmet dike. Heta min romana Hopo ya ji alî weşanxana Roja Nû hatîye weşandin ku B. Zinar wergerandîye, qedand, li gor ez têgehîştim û ji bo xwendin ji min re hêsantir bibe, min ferhengokek saz kir. Lê hîna jî gelek gotinên ez tênegihîştim hene. Zimanê Kurdî ji alî mêtinkaran ve ewçend hatîye bişaftin û rûxandin, piranîya gel û xwendevanên Kurd, di warê xwendin û têgehîştina kurdî ne serbest e; loma divê pirtûkên Kurdî bi Kurdîyek zelal ku her kes tê de bigehîjin bên nivîsandin.

Arxayîn: piştrast, bawer, dilsoz, aram

Awrû: awir, bal

Ananîmk: dek, dolab, hîle(karî)bazî

Alçax: (tr. alçak) namerd, rezîl, bêûjdan

Altkirin: (tr. altetmek) têkbirin, binxistin

Başqe: (tr başka) cuda, cîhê, wekî din

Başaxkirin: eşêf kirin

Brîgad: pale, emele, karkir

Belapêşk: şer, pevçûn, gengeşe

Bengz (tr beniz) gwîn, dêm, rengê rû

Cab: (tr cevap) cewab, bersîv

Cemedan: dolab, sindoq

Cew: cihok, kanal

Kombayn: komîte

Çarşeb: çarşef

Çegîl: berevkirin, hevdan (a keviran)

Çêkirçî: karker, amele

Çel: çahl, kortal

Çerçinîn: awiqandin, weritandin

Çomax: (tr çomak) şiv, dar

Delege: refik, çavî

Dew: dawa, dawe, doz

Deya: vala, bedîhewa

Debar: êm

Degl: dexle, çavîya dolabê

Dolebaş: şef, serek

Egle: (tr engel) awiqandin, pêşgirtin, dereng xistin

Ekîn: (tr ekin) çandinî û çinîn, cot

Erhede: ilhez,teqez, misoger

Eyan: aşkere, vekirî, xwanê

Êgîn: xurt, qewin

Êpece (tr epeyce) tibabekî, qederekî , têra xwe

Êtî: nifir

Êtîm: (tr yetim) yetam, sêwî

Fêrm: çewlîk, cotkarî

Firxûn: ereba dewara

Gilî: axaftin, peyivîn, xeberdan

Galstûk: şal a dora stu

Hejmekar: minêkar

Hêjka: niha, vêgavê

Hevîjî: xwezî

Hêwisandin: redkirin

Hingor: temar, mirin, giran

Hub: hezkirin, evîn

Îtîmaz: tika, rîca

Kotan: halet ê cot

Kewşen: zevî, erd

Kaw(e) bedew, rind, xweşik

Komek: alîkarî, fêde

Komekdar: alîkar, cîgir

Kombayn: mekîna çinînê

Kok: zînde, xurt

Kevotk: kebok

Konfêt: şekirê zêrika

Lap: tev, hemû, giş, serapeng

Menceniq: Sîxur, muxbir

Merg: meydan

Nixaftin: nixumandin, nixwamtin

Nehs: şûm, bêhawe

Nan: zad, genim

Pelew: (tr pilav) savar, birinc

Pirçû: hêrs, tengijî

Qewarcix: (tr kivircik) kurîşk, xelekî, gongilî

Qurimîş: (tr kurmuş) girêdan, avakirin, sazkirin

Qewîm: qewîn, xurt

Qayim: qewîn, saxlem

Qulixî: (tr kulluk) qûltî, koletî

Qirçimok: qermîçek

Razîlix: destûr, riza

Sedr: serek, serok, rêvebir

Sel: selik

Sinet: (tr sanat) huner, senet

Sîfet: wêne, foto, sûret

Soqaq: (tr sokak) zikak, kuçe

Seyranmîş: seyrankirin, temaşe

Şiltaq: ixbar, lêdan, gilî, derew

Şov: şûv, cot, erd rakirin

Şênlik: (tr şenlik) kêf û şahî/şadî

Şabdar: girîng, mûhîm

Temûl: tahamul, sebir, sebat, hedan

Tirê: li gorî

Teselî: serdan, saxtî, kontrol

Tanga: texma

Telîya: tel bû, tewîya, xwarbû

Temazlix: (tr damizlik) dermale

Topayî: dîyarî

Tolme: dolme, pelê pêçanê

Tunsiz: (tr tuysuz) rût, tazî, bê mû

Uzv: (tr uzuv) aza, endam

Wekilandin: tesdîq, erê, peyitandin

Wetan: welat, niştîman

Wedelî (tr vadeli): demî

Xudan: Xûdan, xwêdan

Xeyset: kesayet,ehlaq, taybetî

Zûrbûn: zîfirî, fitilî, sûrîya

Zavot: kargeh, karxane

Zêm: avzêm, şil, nedawî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *