Banga PAKURDê ya bo hikûmet û aliyên siyasî

Dîwana Serokatiya Partiya Kurdistanî (PAKURD) bi deklerasyonekê bal kişand ser rola krîtîk a dengdêrên Kurd di hilbijartinên li Tirkiyê de. Di metna deklerasyonê de banga yekitiya stratejîk li rayedarên siyasî yên Kurd hatiye kirin.

PAKURD ku hilbijartinên berê yên li Tirkiyê boykot kiribû, daxuyaniyek ji hukûmetê, deklerasyonek bo hilbijartinên serokomarî û giştî yên ku biryar e di 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin, arasteyê hikûmet û rayedarên siyasî yên Kurd û Tirk kir.

Di deklerasyona ku li ser navê Dîwana Serokatiya PAKURDê hat weşandin de, amaje bi wê yekê dike ku sala 2023an ji bo Kurdan saleke gelek krîtîk e, ji ber ku sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyeyê ye û hilbijartinên giştî bi hilbijartinên serokomariyê re hevdem in.

“Li ser vê axê jiyan bo hemû kesan dijwar kirine”

Dîwana Serokatiya PAKURDê dibêje: “Ji Tanzîmatê heta niha hikûmetan krîza modernbûn û meyla yekrengbûnê bi hev re domandine. Rêveberiya navendî hemû neteweyên ku bermayiyên împaratoriyê bûn paşguh kir û di her derfetê de komkujî dikirin û yên ku nehatine an hatine asîmîlekirin an jî hatine koçkirin. Vê karektera nîjadperest a Komara Tirkiyê gelek pirsgirêkên civakî bi xwe re afirandiye û di encamê de ji bo her kesî, bi taybetî jî gelên xwecihî jiyana li ser vê ax gelek dijwar kirine.Pirsgirêka mafên kolektîf a Kurdan ku îro di navbera çar dewletan de hatiye parvekirin, yek ji van pirsgirêkên serkeye ku Tirkiyê jî bûye sedem derbikeve holê. Tevahiya sedsaleke ku bi hewildanên tinehesibandin miletê me, terbiyekirin û cezakirina welatê me û berteka me ya li hember wê derbas bû, pirsgirêkên tevlihev wek mîrateyek ji sedsala pêş de re jî dihêle.

“Rola Kurdan a diyarkirina deshilatdariyê dîsa derketiye holê”

Hevpeyamaniya neteweperest-muhafazakar Cuhmhur, ku îro li Tirkiyê bi rê ve dibe, amadekariya maratoneke hilbijartinê dike ku di demekê de ye ji hûma caran ji serketinê dûr e.

Ji aliyê din ve, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de bi piştgiriya diyar a Kurdan, opozisyona Tirkiyê şaredariyên gelek bajarên weke Enqere, Stenbol û Îzmîrê bi dest xistibûn, Hevpeymaniya Millet weke alternatîfeke xurt a desthilatdariyê derxist holê. Di encamê de kîjan bloka di hilbijartinan de bi ser bikeve jî, diyar e ku ev yek bêyî dengên Kurdan pêk nayê û rola diyarkirina desthilatdariyê ya Kurdan piştî sedsalên din dîsa derketiye holê. Bi gotineke zelal Kurd dê çarenivîsa armanca sedsalên piştî sala 2023an diyar bikin.”

PAKURD aliyê siyasî yên Kurd vexwendin ku yekîtiya stratejîk saz bikin û hevkariyê bikin da ku hûn tiştên ku li jêr hatine destnîşan bêne cîbicîkirin.  Dîwan partiyê herwiha pêşniyar dikin ku dengderên Kurdan bi van daxwazên li jêr nêzîk bibin û ew piştgiriyê bidin yek ji partiyan an na ku neçin ser sindoqan.

Ji bo bidestxistina mafên dîrokî û netewî yên Kurdan, PAKURDê ev 7 daxwaz kirine:

Di xala 66mîn  a Destûra Bingehîn de guherandina pênaseya welatîbûnê

1- Di danasîna hemwelatîbûnê ya di xala 66an a destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tê gotin ku ‘her kesê ku bi hemwelatîbûna xwe ve girêdayî dewleta Tirk e, ew Tirk e.’ Divê em dîsa dubare bikin ku Kurd ne Tirk in; Kurdên ku bi hemwelatîbûna xwe bi Komara Tirkiyê ve girêdayî ne jî Tirk in. Divê ev made bê rakirin û pênaseyeke hemwelatîbûna piralî, demokratîk û wekhev ku hemû beşên etnîkî û netewî tê de cih bigire, tê de Kurd bên naskirin û hebûna wan bi destûrî were garantîkirin, bê danîn.

Rakirina astengiyên yasayî yên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê

2- Divê astengiyên yasayî yên li pêşiya perwerdeya bi zimanê zikmakî ya bi zimanê Kurdî bên rakirin. Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê Kurdî di hemû serdemên jiyana perwerdehiyê de, bi taybetî di dibistanên seretayî de bê qebûlkirin û li gorî nifûsa Kurdan dibistanên kurdî bên vekirin. li parêzgehên kurdan wek Semsûr, Agirî, Dîlok, Erdexan, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzerom, Colemêrg, Îdir, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Riha  û Wanê divê Kurdî bibe zimanê bingehîn û mecbûrî yê perwerdeyê.

Li bajarên Anatolyayê, wek Enqere, Aksaray, Konya û Kirşehirê ku nifûsa dîrokî ya Kurdan lê heye, divê ji bo hemwelatiyên Kurd, Kurdî li kêleka Tirkî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber polîtîkayên dewletê yên koçberiyê û hilweşîna aboriya parêzgehên Kurdan, divê li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr û Kocaeliyê ku Kurd lê koçber bûne, perwerdeya bi zimanê zikmakî bijarte be. Divê Kurdî di hemû organên dewletê de bê serbest be û li gorî nifûsa Kurdan karbidestên bi kurdîaxêv bi taybetî mamoste bên damezrandin.

Rakirina rêbazên qeyûman

3- Rêbazên cîbicîkirina qeyûman ku ev du heyamên li parêzgehên Kurdan hene divê bi dawî bibin û mafê Kurdan ê dengdan û hilbijartinê bête garantîkirin. Divê yasaya rêveberiyên herêmî bê berfirehkirin û xurtkirin. Ji bo diyarkirina parêzgehên Kurdan wek herêmên otonom û/an federe divê rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên kirin û mafê bajaran hebe ku li hev kom bibin û herêmekê ava bikin. Di nav parêzgehan de divê qeymeqam ji aliyê gel ve bên hilbijartin.

Guhertina polîtîkayên ji bo guhertina demografiyê

4- Xebata sîstematîk a dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiya parêzgehên Kurdan ku ev sed sal in berdewam dike, divê were sekinandin. Her çend îro di vegera bo gundên ku bi zorê hatine valakirin azadî hebe jî, ji ber nebûna şert û mercên binesaziyê ev yek pêk nehatiye. Ji bo gundên hatine valakirin divê derfetên wekî rê, av, elektrîk, tesîsên tenduristiyê û dibistan bên çêkirin û ji bo xebatên çandiniyê li van herêman zêde bibin divê bernameyên piştevaniyê bên kirin.

Vegerandina navên rastîn

5- Navên bajar, navçe, bajarok, gund, gundik, çiya, çem û cihên din ên erdnîgarî ku piştî ragihandina Komarê hatibûn guhertin, divê dîsa navê wan ên rastîn bêne vegerandin. Şimalê Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê) di sala 1941an de bi Kongreya Erdnîgariyê re weke Rojhilat û Başûrrojhilat hate diyarkirin. Divê dawî li vê pêkanînê bê û ev herêm weke salên berê weke Kurdistanê bê pênasekirin.

Rakirina sistema cerdevaniyê

6- Divê cerdevaniya ku piştî sala 1980î di dema pevçûnan de hate avakirin, bê rakirin. Divê  herêmên hatine mayinkirî bên paqijkirin, qadên turîstîk ji tûrîzmê re bên vekirin û sepanên herêmên qedexe bên rakirin. Divê zerarên di pêvajoya pevçûnê de çêbûne ji aliyê dewletê ve bên telafîkirin. Divê operasyon û helwesta gefxwarinê ya Tirkiyê li hember hemnijadên me yên li navçeyên Kurdistanî yên Iraq û Sûriyê û bi dawî bibe û astengiyên li pêşiya danûstandinên civakî, aborî û çandî yên di navbera Kurdên li van herêman û Kurdên Tirkiyê de bên rakirin.

Ji bo girtiyên siyasî efûya giştî

7- Divê ji bo girtiyên siyasî yên ji ber fikir, çalakî û gotinên xwe hatine girtin efûya giştî bê ragihandin û qanûnên ku van çalakiyan sûc dihesîbinin bên sererastkirin. Divê îro hemû siyasetmedarên ku bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin demildest ji girtîgehan bên derxistin, vegera wan a jiyana sivîl û siyasî bê misogerkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *