Ereb Şemo, 28 Cotmeh 1898 kurê malek Kurd ya xizan li gundê Qizil Çak-Çak yê bi Qersê ve girêdayî ji dayik bûye. Ew wek bavê xwe bi şivantî û rêncberîya gundê Ermenîya mezin bûbû. Dema Qers û beşek Bakurê Kurdistanê dikeve bin destê artêşa Rûs, ew jî li Qersê dibe dergevanê dibistanek Rûs. Wê gave xwe hînî xwendin û nivîsandinê dike û fêrî Rûsî dibe. Ji bo ku li Qersê Tirk jî hene, bi dan û sitendina bi wan re fêrî tirkî jî dibe.
Ji destpêka Şerê Cîhanê I. di artêşa Rûs de dest bi karê wergêrîyê dike. Di sala 1916 an de li Sarîqamîşê di çêkirina şiva hesin ya trênê de dixebite û li wir beşdarî Bolşewîka dibe, piştî şoreşê beşdarî Artêşa Sor dibe û dibe endamê partîya Bolşewîk. Tevlî Artêşa Sor beşdarî şerê navxweyî dibe û birîndar dibe. Gava rehet dibe û vedigere malê, pê dihise ku bavê wî ji alî endamên Partîya Taşnak ya Ermînîya ve hatîye kuştin û dayika wî jî ji fermana koçkirinê, xizanî û nexweşîyê mirîye.
Çar salan li Enstîtuya Lazaryan xwend. Vegerîya nav Kurdên Ermenîstanê, ew bi rêxistin kirin, beşek xort şand Enstituyên Leningiradê. Beşdarî karê amadekirina Alfabeya Kurdî bû û mamostetîya zimanê Kurdî kir. Ew yek ji kadirê sereke bû ku di 1930 de dest bi kar û xebata weşana rojnameya Riya Teze kir. Di 1935 de dest bi nivîsandina romanê kir û romana xwe ya pêşî Şivanê Kurmanca weşand. Piştre romanên wî yên bi navê Dimdim, Jîyana Bextewar û Hopo hat weşandin. Ji bo ku bi alfabeya Latînî van romanan gîhandin destê me, em ji weşanxanan ra sipas dikin.
Romana Ereb Şemo, di kompozîsyon, teknîk, şêwaz û hûnandina romana cîhanê ya hemdem de hatîye nivîsandin. Loma ew roman nivîsekî hêja û serketî ye. Zimanê romana wî xweş û herikbar e. Mijar û hûnandina romana wî, bi giştî jîyan û pêwendîyên civatî, çand, folklor, kevneşopî û dîroka gel radixe ber çavan. Tu kêmanîya wê ji romana Rûsî û Fransî tune ye. Ji xwe ji romanên wî tê têgehîştin ku ew di derbarê romana cîhanê û bi taybet ya Rûsî têra xwe agedar e.
Ji bo edebîyata Kurdî, wek roman nivîsîya pêşî ya Kurd û Kurdî tê naskirin. Alfaba Kurdî ya Latînî ya pêşî jî wî û hin hevalêd xwe amade kirine. Lê tevlî Riya Teze jî di hemû weşanên xwe de, bi giranî alfabeya Kirîlî ya Rûsî bi karanîne.
Romanên Ereb Şemo, hêjayî ku her Kurdek bixwîne û wergerînin her zaravê Kurdî û her Kurdek jê fêde werbigire. Ji bo xwendevan û xwendekarên Kurd ji pirtûkên Ereb Şemo fêdê wergirin, divê amadekar, weşanxane û wergêrên pirtûkên Ereb Şemo hin kêmasîyên ku xwendin û têgehîştina wê zahmet dike serast bikin.
Pirtûkên Ereb Şemo, ji bo ku ji Kirîlî hatîye wergerandin, hin tîp ne di cîyê xwe de hatine karanîn. Wergêra B. Zinar ku ji alî weçanxana Riya Azadî/Roja Nû hatîye weşandin, bi taybetî, tîpa “v” bi giranî dewsa tîpa “b” de hatîye xebitandin. Hin gotinên ku Ereb Şemo bi karanîye, yê bi Tirkî, Rûsî û Ermenî, di dewsa yê Kurdî de hatine karanîn; ev jî têgehîştin û herikbarîya romanê zahmet dike. Heta min romana Hopo ya ji alî weşanxana Roja Nû hatîye weşandin ku B. Zinar wergerandîye, qedand, li gor ez têgehîştim û ji bo xwendin ji min re hêsantir bibe, min ferhengokek saz kir. Lê hîna jî gelek gotinên ez tênegihîştim hene. Zimanê Kurdî ji alî mêtinkaran ve ewçend hatîye bişaftin û rûxandin, piranîya gel û xwendevanên Kurd, di warê xwendin û têgehîştina kurdî ne serbest e; loma divê pirtûkên Kurdî bi Kurdîyek zelal ku her kes tê de bigehîjin bên nivîsandin.
Arxayîn: piştrast, bawer, dilsoz, aram
Awrû: awir, bal
Ananîmk: dek, dolab, hîle(karî)bazî
Alçax: (tr. alçak) namerd, rezîl, bêûjdan
Altkirin: (tr. altetmek) têkbirin, binxistin
Başqe: (tr başka) cuda, cîhê, wekî din
Başaxkirin: eşêf kirin
Brîgad: pale, emele, karkir
Belapêşk: şer, pevçûn, gengeşe
Bengz (tr beniz) gwîn, dêm, rengê rû
Cab: (tr cevap) cewab, bersîv
Cemedan: dolab, sindoq
Cew: cihok, kanal
Kombayn: komîte
Çarşeb: çarşef
Çegîl: berevkirin, hevdan (a keviran)
Çêkirçî: karker, amele
Çel: çahl, kortal
Çerçinîn: awiqandin, weritandin
Çomax: (tr çomak) şiv, dar
Delege: refik, çavî
Dew: dawa, dawe, doz
Deya: vala, bedîhewa
Debar: êm
Degl: dexle, çavîya dolabê
Dolebaş: şef, serek
Egle: (tr engel) awiqandin, pêşgirtin, dereng xistin
Ekîn: (tr ekin) çandinî û çinîn, cot
Erhede: ilhez,teqez, misoger
Eyan: aşkere, vekirî, xwanê
Êgîn: xurt, qewin
Êpece (tr epeyce) tibabekî, qederekî , têra xwe
Êtî: nifir
Êtîm: (tr yetim) yetam, sêwî
Fêrm: çewlîk, cotkarî
Firxûn: ereba dewara
Gilî: axaftin, peyivîn, xeberdan
Galstûk: şal a dora stu
Hejmekar: minêkar
Hêjka: niha, vêgavê
Hevîjî: xwezî
Hêwisandin: redkirin
Hingor: temar, mirin, giran
Hub: hezkirin, evîn
Îtîmaz: tika, rîca
Kotan: halet ê cot
Kewşen: zevî, erd
Kaw(e) bedew, rind, xweşik
Komek: alîkarî, fêde
Komekdar: alîkar, cîgir
Kombayn: mekîna çinînê
Kok: zînde, xurt
Kevotk: kebok
Konfêt: şekirê zêrika
Lap: tev, hemû, giş, serapeng
Menceniq: Sîxur, muxbir
Merg: meydan
Nixaftin: nixumandin, nixwamtin
Nehs: şûm, bêhawe
Nan: zad, genim
Pelew: (tr pilav) savar, birinc
Pirçû: hêrs, tengijî
Qewarcix: (tr kivircik) kurîşk, xelekî, gongilî
Qurimîş: (tr kurmuş) girêdan, avakirin, sazkirin
Qewîm: qewîn, xurt
Qayim: qewîn, saxlem
Qulixî: (tr kulluk) qûltî, koletî
Qirçimok: qermîçek
Razîlix: destûr, riza
Sedr: serek, serok, rêvebir
Sel: selik
Sinet: (tr sanat) huner, senet
Sîfet: wêne, foto, sûret
Soqaq: (tr sokak) zikak, kuçe
Seyranmîş: seyrankirin, temaşe
Şiltaq: ixbar, lêdan, gilî, derew
Şov: şûv, cot, erd rakirin
Şênlik: (tr şenlik) kêf û şahî/şadî
Şabdar: girîng, mûhîm
Temûl: tahamul, sebir, sebat, hedan
Tirê: li gorî
Teselî: serdan, saxtî, kontrol
Tanga: texma
Telîya: tel bû, tewîya, xwarbû
Temazlix: (tr damizlik) dermale
Topayî: dîyarî
Tolme: dolme, pelê pêçanê
Tunsiz: (tr tuysuz) rût, tazî, bê mû
Uzv: (tr uzuv) aza, endam
Wekilandin: tesdîq, erê, peyitandin
Wetan: welat, niştîman
Wedelî (tr vadeli): demî
Xudan: Xûdan, xwêdan
Xeyset: kesayet,ehlaq, taybetî
Zûrbûn: zîfirî, fitilî, sûrîya
Zavot: kargeh, karxane
Zêm: avzêm, şil, nedawî