Girîngîya Kovaran û Kovara “Zarema – rexne û teorî”

Lokman Polat

Ez xwendevanekî ku ji xwendina kovaran hez dikim û kovarên kurdî dişopînim, dikirim û dixwînim.. Kovarên ku ji alî kurdan ve têne weşandin, bê ku ferq bixwim navbeyna wan ê kê dibin, kîjan kurd derdixe, diweşîne nanêrim, heger kovar xwerû kurdî be yan jî kurdî û tirkî be dikirim û dixwênim. Car caran derbarê wan de gotarên danasînê dinivîsim û bala xwendevanan dikşînim ku ew jî bikirin û bixwînin. Ez wek prensîp nivîsên xwe yên cuda cuda ji kovarên curbicur yên kurdî re dişînim û di wan kovaran de têne weşandinê. (çend kovar, bi xwe ji min daxwaz kirin ku ez ji wan ra çîrok û nivîsên kurdî bişînim.) Mirov helbest, çîrok û hemû tewir/cure nivîs ji bo weşandinê dinivîsîne, ji bo ku bikeve destê xwendevanan û bêne xwendin. Lê divê mirov qîma xwe tenê bi xwendevanên yek alî neyne. Xwendevanên kovaran û yên berhemên çandî û edebî divê pirr alî bin.
Min li ser girîngiya weşandina kovarên kurdî gelek caran nivîsiye û derbarê danasîn û nirxandina kovarên kurdî de du cîld pirtûk nivîsiye. Herî dawî min bi navê ”Kovar dibîstana nivîskaran” gotarek nivîsî û weşand. Niha dixwazim dîsa çend gotin li ser girîngiya kovaran bibêjim û hinek behsa kovara ”Zarema – rexne û teorî” yê bikim.
Kovar ji bo neteweyan ragihandineke girîng e ku derbarê çand, edebiyat û ziman de gotar/nivîsên zanîstî di nav rûpelên kovaran de têne weşandin. Ji bo pêşketina ziman, çand û hunerê roleke girîng pêk tîne. Ji bo gihîştina nivîskaran jî kovar weke dibîstana nivîskaran e.
Fikrên nû, nîqaşên nû, nêrîn û ramanên nû di kovaran de têne nîşaş kirin, di kovaran de têne pêşve xistin, raman nêrînên dijber ava dikin, ji ber tez û antî tezan sentez têne dîtin. Bi pêşveçûna teknîkê niha digel kovarên matbû gelek malper û kovarên elektronîk de nivîsên gelek baş û nebaş, lêkolînên girîng û gotarên curbecur têne weşandinê.
Di kovarên matbû – her diçe hejmara kovar û rojnameyên matbû kêm dibe – de hejmara nivîskarên ku bi rêkûpêk di wê kovarê de dinivîsin çend kesan nabûre. Loma jî kêmbûna nivîskaran bi xwe re qelsiya naveroka kovaran tîne. Lewre jî divê nivîskarên kurd bi kovarên kurdî re û herweha bi malperên kurdî re bibine alîkar. Di hêla madî de alîkarî bikin, bibine abone. Di hêla manewî de alîkarî bikin, ji kovaran re nivîs û nûçe binivîsîn, pirtûkên kurdî binirxînin, pêvajoya siyasî û civakî şîrove bikin, bûyerên dîrokî analîz bikin û hwd.
Ji bo ku nivîsên min di gelek kovaran – yên elektronîk û yên matbû- de têne weşandin, hinek xwendevan helwesta min fêm nakin, yan jî çewt fêm dikin. Ez kovaran wek dibistana nivîskaran dibînim. Bêkû ez menfeaateke xwe î şexsî/kesayetî bifikirim, dixwazim bi hemû kovarên kurdî re bibim alîkar.
Kîjan hêz yan jî kîjan şexs/kes dibe bilabe, dema ew kovareke kurdî biweşînin, li gor min ev ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî xizmetek e. Kî vê xizmetê bike, ez ê mil bidim pê û alîkarî bikim. Kovarên xwerû kurdî ji bo menfeata madî, ji bo pere qezençkirinê, ji bo bazirganiyê dernakevin. Kesek ji kovarên kurdî pere qezenç nake, lewre jî kovara kurdî derxistin ji bo pere qezençkirinê anku ji bo karkirina dirafî nîn e. Niha nivîsên min di kovarên matbû û weşanên elektronîk de têne weşandin. Ez bi helwesta xwe ya alîkariya ji malper û kovarên kurdî re dibime alîkar. Ango ji malper û kovarên kurdî re alîkarî dikim.
Îlim û teknîk çiqas pêşve diçe, dinya – cîhan – jî ewqas biçûk dibe. Dinya bûye wek gundekî. Êdî herkes hevûdu dibîne, bi hevûdu zane. Li rûyê dinê, li tevahiya cîhanê, likur çi bûyer biqewime, mirov di cîde pê dihese. Şerên di nav dewletan de bi zindî di televizyonan de tê nîşandan. Televizyonên cîhanê bombekirina Afganîstanê, Yugoslavyayê û Baxdatê bi nekil didan û temaşevanên cîhanê di televizyonan de şer bi zindî temaşe dikir. Dagirkirina artêşa rus a li Ukranyayê û şerê wan, berxwedana Ukraniyan jî bi zindî di televizyonan de hate temaşekirin.
Di gel hebûna radyo û televizyonê, îcada înternetê bi serê xwe şoreşeke pêk anî. Ev şoreşa teknîkî ji bo mirovahiyê xizmeteke bêpayan e. Weşanên elektronîk yên ku bi saya înternetê pêk hatine, ji bo weşangeriya kurdî pêşketineke gelek mezin e. Niha bi sedan weşanên elektronîk yên kurdan û yên bi kurdî hene. Ev weşan hêza ragihandinê ya kurdan in û bûne hêza pirrengîn ya kurdan. Malperên kurdan bûne hêzeke wisa ku fermandariya artêşa –ordiya- dagirker ya tirk jî ji wan ditirse.
Helbet hebûna malperên kurdan û herweha cure cure weşanên elektronîk yên kurdan û yên bi kurdî tişteke baş e. Lê, divê weşanên kurdan yên matbû jî hebin û ew jî bibine hêzeke xurt. Herçiqas weşanvaniya elektronîk hêza weşanên matbû kêm bike jî, nikare cihê wê bigre. Qîmeta weşanên matbû hêj jî berdewam e.
Pirtûkên elektronîk yên bi navê e-pirtûk şûna pirtûkên matbû negirtin. Herweha kovarên elektronîk jî nikare şûna kovarên matbû bigre. Ji xwe xweşiya xwendina li ser kaxiz başqe ye û ji xwendina li ser camekana kompîturê baştir û xweştir e.
Ji hêla arşîvkirinê ve jî, weşanên matbû ji yên elektronîk bi qîmettir in. Wek mînak, em bibêjin bi navê ”Ronahiya Kurd” kovareke elektronîk hate weşandin û piştî demeke yan jî piştî çend salan ew kovara elektronîk ”Ronahiya Kurd” hate girtin. Dema kovar were girtin, ew malpera elektronîk ji holê radibe û nivîsên tê de tenê di arşîva xwediyê yan jî birêvebirê kovarê de dimîne. Pênce sal, sed sal paşî yekî lêkolînvan rastê wê kovarê nayê û tu feydeyek jê wernagire. Lê, heger kovara ”Ronahiya Kurd” matbû be, sed sal paşî jî di arşîvên pirtûkxaneyan de dikare bê dîtin û bê xwendin. Nivîsên min yên bîst, sî sal berê yên ku di kovarên matbû de hatine weşandin di arşîva min de û ya hemû xwendevanan de heye. Lêbelê nivîsên min yên ku di malperên kovarên elektronîk de hatine weşandin –ji xeynê arşîva xwediyê kovarê- di tu arşîveke din de tune.
Kovarên neteweyên xwedî dewlet jiyana xwe a weşanê bi salan, dûr û dirêj didomînin. Lê çi heyf ku kurd li bakurê Kurdistanê xwedî dewletek netewî nîn in û lewre jî kovarên ku diweşînin, temendirêj nîn in. Heryek kovareke kurdî çend hejmar di nav çend salan de derdikeve û paşê ji ber sedemên aborî, teknîkî, kêmbûna nivîsên bi kalîte û negîhîştina nivîskarên nû neçar dimînin û weşana xwe didine rawestandin.
Di weşana kovarek çandî, edebî, hunerî de alîkariya wezareta çandî tunebe, kurumek/dezgehek, bankeyek nebe alîkar, dewlemend nebine alîkar, kovar cure anons negirin, hatina wan tenê li ser kirîna xwendevanan be, dê di hêla aborî de têkevin tengasiyê, kaxiz û heqê çapkirinê jî her diçe biha dibe, dê di çap kirin û belavkirinê de zahmetî bikşînin û paşê ji neçariyê werine girtin.
Dema min bihîst kovara ”Zarema – rexne û teorî” weşana xwe a matbû, a li ser kaxiz rawestandiye ez li ber ketim. Lê niha li ser kaxiz be jî, weke kovareke elektronîk Zarema weşana xwe didomîne. Ew jî cihê keyfxweşiyê ye. Kovara Zarêma li ser kaxiz, weke matbu 16 hejmar hatiye weşandinê. Domandina weşana kovara Zarema bi şêweya weşana elektronîk di înternetê de jî xebateke baş e. Ez ji dil ji kovarê re temeneke dirêj daxwaz dikim.)
Zarema kovareke zanyarî ye, akademîk e, li ser bingeha rexne û teoriyê weşana xwe didomîne. Di her hejmara wê de nivîsên girîng û balkêş hene. Ji Îngilîzî wergerên hêja hene. Derbarê pirs û pirsgirêkên doza netewa kurd de şîrove û analîzên balkêş hene.
Kovar 16 hejmar derketiye. Her hejmara wê ji 200 rûpelan zêdetir e. Di gel nivîsên teorîk û rexneyî, gelek wergerên hêja tê de hatine weşandin. Hemû hejmarên wê yek ji yekê dewlemendtir e. Ez di vê kurtegotara xwe de nikarim behsa naveroka hemû hejmaran bikim. Lê, ez ê bi kurtahî behsa naveroka hejmara 14an bikim ku ev hejmar li ser kaxiz wek matbû hatiye weşandinê.
”ZAREMA – REXNE Û TEORΔ HEJMAR : 14.
Belê, kovara Zarema 16 hejmar li ser kaxiz derketiye. Ez ê wek mînak behsa hejmara 14an ya li ser kaxiz bikim. Hemû hejmarên kovarê ji hêla naveroka xwe ve xurt in, dewlemend in. Di hejmara 14an de nivîsên girîng hene. Hemû nivîsên di kovarê de hatine weşandinê hêjayê xwendinê ne. Kovar hejmar 14, 192 rûpel e. Berga wê rengîn e. Nivîsên ku tê de ne curbecur in.
Ez ê behsa hemû nivîsan nekim, wek mînak behsa du nivîsan, nivîsa Fexriya Adsay û ya Ramazan Alan bikim. Di kovarê de hinek werger û hevpeyvînek bi Hannah Arend re li ser mijarek girîng, mijara zimanê zikmakî hene.
Faxriya Adsay jineka jîr û zana ye. Ew kedkarê çand, ziman, weşangerî/kovargerî û wergeriya kurdî ye. Wê bi weşana kovarên kurdî û bi wergera pirtûkên ji îngilîzî bo kurdî kar û xebatek hêja kiriye, bi kedeke giranbiha gelek pirtûkên hêja wergerandiye kurdî û bi xebatên xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye. Gotar û nivîsên wê yên di kovaran de û pirtûkên wê yên wergerê hêjayê xwendinê ne.
Fexriya Adsay di nivîsa xwe ya di hejmara 14 a di kovara Zarema de, li ser helwest û nêrînên dijber ên ku di lêkolînên du lêkolînerên kurd de hene, disekine. Nêrîna Sabrî Ateş û Henifî Bariş dinirxîne, şîrove dike. Nêrînên van herdu lêkolînvanan dijberê hev in. Bi gelemperî di nav kurdan de, bi taybetî di nav partî, rêxistin û siyasetmedarên kurdan de û herweha di nav nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên kurdan de, di derbarê bûyerên dîrokî de, li ser gelek buyer û mijaran dîtinên cuda yên dijberê hev hene. Wek mînak; dîtinên li ser Şerefxanê Bedlîsî, têkiliyên kurdan bi Împaratoriya Osmaniyan û ya Îranê/persan re, dîtinên cuda ên dijberên hev hene. Dîtinek dibêje; Şerefxan xaîn e û dîtina din dibêje nexaîn e.
Di mijara peymana Qesra Şêrîn de jî dîtinên cuda ên dijber hene û Faxriya Adsay di nivîsa xwe de li ser du pirtûkên lêkolînî disekine. Navê herdu pirtûkan ev in: ”herêmên bi ser sînorê Osmanî – Îranî ve , çêkirina Sînorekî 1843-1914- Sabrî Ateş” û ”sînor û dewlet ji çavê dengbêjên kurd”Herdu pirtûk jî bi tirkî ne. Sernavê gotara Faxriya Adsay jî ”Çêkirina Sînorekî Parçekirinê û Du Nêrînên cuda li ser dewletbûn û sînoran”e. Ew di vê nivîsa xwe de şîroveyên baş û balkêş dike.
Li gorê lêkolîner Sabrî Ateş peyva sînor yunanî ye. Sînor ji peyva ”sînoron” a yunanî hatiye. Tirk vê peyvê wek ”sinir” û kurd jî wek ”sînor” bi kar tînin. Lêbelê kurd bi piranî ji sînor re hidûd dibêjin.
Faxriya Adsay bi dîtinên rast û bi hest û ruhekî kurdewarî, kurd û Kurdistanî rexne li lêkolînvan Hanîfî Bariş digre, şaşiyên wî radixe ber çavan. Hinek lêkolînvan ji bo ku dewleta kurdan çênebûye suc dixin stuyê kurdan û kurd tawanbar dikin. Li gor nêrîna min, hinek kurdên rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û lêkolînvan ecêb in, gotinên bêbingeh dibêjin û bi psîkolojiya xwe biçûkbûnê, xwe biçûkdîtinê hem kurdan biçûk dibînin û hem jî bûyerên xirab, kirinên nebaş ên dîrokî dikine stuyê kurdan.
Li gor van kesên ku psîkolojiya xwebiçûkbûnê di hest û mejiyê wan de bi cih bûye, ”kurdan ermeniyan qetil kirine, jenosîda ermeniyan kurdan pêk anîne. Heger kurdan ermeniyan nekujtana ew jenosît pêk nedihat.” Lê ew bi van dîtinên xwe ên tawanbariya kurdan rûn li nanê Îtîhad Teraqî û Kemalîstan dikin, dewleta Osmanî û komara Tirkiyê pîrûpak dikin. Di esasê xwe de ew jî dizanin ku jenosîda ermeniyan bi biryar û fermana dewleta Osmanî/hukumata Îtîhad û Teraqî pêk hat.
Di dema çûyî de çend kurd bi dîtineke beredayî gotin romana kurdî tune. Niha jî yekê di înternetê de nivîsiye kurd netewe nîn in. Yekî din bi psîkolojiya xwebiçûkbûnê kurdan wek mileteke biçûk bi nav dike. Qey li gor wî kurd biçûk in û tirk, areb û faris mezin in. Berê dîtina ”Alt kîmlik, ust kîmlik” yanî nasnameya xwarê ya li jêr û nasnameya bilind ya li jor yan jî nasnameya binî û a serî. Niha behsa vê dîtina tewş nayê kirin. Niha jî dîtina netewa demokratîk û netewa nedemokratîk derketiye hole. Demokratîkbûn û demokrasiya wan neteweyên serdest û dewletên dagirker jî di stuyê kurdan de maye(!).
Piştî van dîtin û gotinên min ên gelemperî, em li rexneyên Faxriya Adsay binêrin. F. Adsay dîtinên Sabrî Ateş rast dibîne û dîtinên Hanîfî Bariş şaş dibîne û rexne li pirtûka wî digre. Fariya Adsay dibêje: “hanîfî Bariş bi tu awayan nikare ji nav kilaman delîlekî dayne pêş me ku van îdîayên xwe piştrast bike.” Hanîfî Bariş hotibû ku ”Kurdan dewlet nexwestiye û rê li ber çêbûna dewletê girtine.” Binêrin rûpel 50-51.
Nivîsa duyem ku di kovara Zarema de ye û ez ê behsa wê bikim nivîsa Remezan Alan a bi sernavê ”Fantazmaya Romana Kurdî”ye. Min cara pêşîn nave Remezan Alan di kovara ”Nûdem”ê de dîtibû. Ew rexnegir, lêkolînvan û zanyarekî wêjeya kurdî ye. 4 pirtûkên wî yên lêkolînê yên derbarê wêjeya kurdî de û rexneyên li hinek romanên kurdî hene û herweha romaneke wî jî hatiye weşandin. Di kovarên kurdî de gelek nivîsên wî yên hêja derbarê wêjeya kurdî û romanên kurdî de hatine weşandinê.
Remezan Alan di nivîsa xwe de niqaşa romana kurdî a yekem kîjane dike. Min nivîsa Remezan Alan bi meraq xwend. R. Alan di derbarê peyva fantazma û romanê de bi gelemperî agahdarî dide. Ew di derbarê geşbûn û pêşveçûna romana kurdî de jî şîroveyek baş dike. Lêbelê ew di nivîsa xwe de çend caran dibêje ”jimara romana kurdî ji sedî derbas kiriye” bi min jimare ne ji sedî, ji 500î derbas kiriye. R. Alan dibêje; ”…birek romanên baş û serkeftî derketin meydanê û halê hazir ev pêvajo berdemam e.”
Ev destnîşankirina R. Alan rast e û di cîde ye. Romana kurdî her diçe ber bi kemilandinê ve diçe, pêş dikeve, naveroka wê dewlemend dibe, teknîka nivîsînê xurt dibe û bi cureyên rengîn têne afirandin. Ev şêwe afirandin jî dewlemendiya cîhana romana kurdî rave dike.
R. Alan di gotara xwe de behsa Jan Dost û berhemên wî dike. Ew dibêje Jan Dost gotiye; ”Dîrok hebûna kurdan e, ji bo ku kurd dersên dîroka xwe jibîr nekin romanên dîrokî dinivîsim” Rûpel – 156. Ji blî Jan Dost hinek romannivîserên kurd ên bakurê Kurdistanê jî li ser buyer û kesayetiyên dîrokî roman nivîsîne û dinivîsin. Yên ku niha di bîra min de ne, di serî de Mehmed Uzun, Fêrgîn Melîk Aykoç, Rênas Jiyan, M. Saît Temel, Îlhamî Sîdar û hwd. Min bi xwe jî bi nave ”Şûrê Siltan Selhadînê Eyûbî” romaneke dîrokî nivîsiye.
R. Alan di nivîsa xwe de rexne li rahmetî Mehmet Uzun û berhemên wî digre. Di nav rexnegirên kurdan de yê ku herî pir rexne li Ereb Şemo û Mehmet Uzun girtiye R. Alan e. Ew di rexneya xwe a ji bo Mehmet Uzun de weha dibêje : ”…di salên 2000î de li ser navê romana kurdî, ji bo rehmetiyê Mehmet Uzun û berhemên wî tam jî fantazmayeka ku xwendevanan goşeyaka wê dagir kiribûn, rû da,…..ji bo Mehmet Uzun û romanên wî, ji hedê xwe zêdetir teweccuhek çêbû. Ji hedê xwe zêdetir bû, çinku hakemê zewqa me ya edebî têdigihîşt ku aliyê afirîner ê Uzun wasat bû, karekterên wî nekemilî bûn, vegêrên(narrator) wî, mijar, zeman û mekan çi be, hema hema bi eynê şêwaz û repertûarê xeber didan, di însicama herikîna bûyeran de kêşeyên berçav hebûn,,,Heta van demên dawîn, me şik dibir ku êdî Mehmed Uzun bo xwendevanên tirkî û kurdên tirkî-xwên dinivîse. Ji ber ku hêj hubra çapa kurdî ya romana wî ya nû ziwa nedibû, wergera wê ya tirkî derdiket. Lê dîsa jî ev hemû dihatin tolerekirin. Ji bo çi? Bi baweriya min, ji ber vê fantazmaya aîdî xwendevanan. Çinku di serdema romanê de, me dixwast li ser navê romana kurdî romannûsek jî me temsîl bike. Em pê xuya bikin û îftîxarê bikin.” Binêre kovara Zarema hejmar 14. Rûpel 157. Bi ya min kurd bi xebat û berhemên Mehmet Uzun îftîxar bikin bi heq in û divê bikin jî. Ji xwe xwendevanên kurd pê îftîxar dikin û lewre jî di nav nivîskarên kurd de herî pir berhemên wî têne firotin û kirîn û romanên wî têne xwendin.
Remezan Alan yek ji wan rexnegirên kurd e ku gelek rexne nivîsiye û herî pir jî rexne li romanên Areb Şemo û romann Mehmed Uzun girtiye. R. Alan li weşanxaneyên kurdan jî rexne digre û dibêje : ”…romanan bê parzûna xwendineka hûr û edîtoryal çap dikin, îmzeya xwe diavêjin binê poşmaniyekê jî. Ez dibêjim, ji weşanxaneyan bê pirsîn, ka hûn ji çapkirina kîjan berheman poşman in, ger dilsoz bin û hinek ji xwerexnekirinê re vekirî bin, dê îlleh çend bersîvên wan hebin ji bo çapkirina hîn romanên periyodeka wisan.” Rûpel 157/158.
R. Alan rexneyeke di cîde û bi heq li weşanên ”Avesta” jî digre. Weşanên Avesta ji bo pirtûka Cemîl Saîb a çîrokan li ser nivîsiye roman û wê wek roman pêşkêşê xwendevanan kiriye. (Weşanên Avesta çend pirtûkên din jî ku neromanin wek roman weşand.) Ev pirtûka çîrokan di sala 1925an de hatiye weşandin. Heger ew roman be vêca romana Ereb Şemo nabe romana yekem a kurdî. Lêbelê pirtûka Cemîl Saîb roman nîn e, çîrok e. Weşanên Avesta herî dawî pirtûkek Firat Cewerî jî ku neroman bû, wekî roman weşand. Avestayê li ser berga pirtûkê roman nivîsîbû, lê ew roman nebû. Birêz Umran Aran derbarê wê pirtûka Firat Cewerî de rexne nivîsîbû, li Firat Cewerî rexne girtibû, li wî û li weşanxaneya Avesta rexne kiribû.
Diyare şûna kovarên matbu yên çapa ser kaxiz, êdî malper û kovarên elektronîk digrin. Her diçe kovarên matbu yên li ser kaxiz kêm dibin, jiyana xwe ya weşanê didine rawestandin û di şûna wan de hejmara malper û kovarên elektronîk zêde dibin. Hinek malperên kurdî bi heman navî kovarên elektronîk diweşînin. Malpera ”Çandname” û ”Bergehname” wehane. Bi hêviya temeneke dirêj ji bo kovara Zarema ku bi şêweya kovara elektronîk jiyana xwe a weşanê her bidomîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *