Serhildanên Kurdan

DESTPÊKA SEDSALA 20AN REWŞA KURDAN

Di sedsala 19an de Împaratoriya Osmanî dest bi merkezîbûna Împaratorîyê kir. Ji bo ku dawî li xweserîya mîrîtî û eşeretên Kurd anî, gelek serhildan û berxwedan çêbûn.* Ji bo kontrola dewletê li ser eşîretan, ji salên 1890an de dewleta Osmanî, ji aliyekî Mektebên Eşîreta vekir û ji alî din jî bi taybetî ji eşîretên Kurd Alayên Hemîdî avakir. Di heman dem de li Ewropa Rojava sermîyandarî kemilî bû û li destxistina bazaran digeriyan. Bi alîkariya Rojava miletên Balkan yek bi yek Osmanî ji welatê xwe avêtin, netewe dewletên xwe avakirin.

Di encama van tevgeran de, pêşî li Îstanbûl û piştre li Kurdistanê, nûnerên Kurd jî dest bi rêxistinî û weşana rojname û kovarên Kurdî kirin. Di 1898 rojnameya Kurdistan dest bi weşanê kir. Di sala 1900 de Cemîyeta Azmî Kavî Kurdistan, 1908 Cemîyeta Îttîhat û Terakkî Kurd, di heman salê de Cemîyeta Teavun û Terakkî Kurd, 1910 Cemîyeta Neşrî Maarîfî Kurd, 1912 Cemîyeta Telebeyên Kurd Hêvî, Cemîyeta Teşrîk î Mesaî Kurdistan, Cemîyeta Îşra û Îrtîqa Kurd, 1918 Kurd Taalî Cemîyetî, 1919 Kurd Teşkîlati Îştîmaîye, 1919 Kurd Taalî Nisvan Cemîyetî avadibe.

Di 1923 de Kurd îstîklal Cemîyetî avabû. Ev rêxistin, di bin seroktiya Xalit Begê Cibrî, ji alî endamên Cemîyeta Taalî Kurd yên dixwestin dewletek Kurd ya serbixwe avabikin hat damezrandin. Xali Beg, Yûsif Zîya, Mele Adurahman di 1924 Kanûnê tên girtin û 1925 Nîsanê jî tên gulebarandin.

*****

PLANÊN TUNEKIRINA MILETÊ KURD – BERXWEDAN Û TEKOŞÎNA RIZGARIYÊ*

Rêvebirên Îttîhat-Terakkî, berî avakirina Komara Tirk, biryara tirk-kirina miletê Kurd dabû. Ji bo ku miletê Kurd bike tirk û Kurdistan jî bike Turkiye, gelek proje û qanûn amade dike. Qanûna “tehcîrê” ne tenê ji bo Ermenan derdixin, ji bo proja xwe ya derbarê Ermenan de bê pirsgirêk bibin serî, ya Kurdan veşartî hîştin. Dema rêxistin û hikûmeta Îttîhat-Terakkî biryara Tehcîr/Fermana Ermenîyan dide, biryara “Tehcîr, Tedîp, Tenkîl”, asîmîlasyon û tunekirina Kurdan jî dide. Di 1915an de Ermenîyan qetil dikin; 1916an de 900 hezar Kurd ji Serhedê koçber dikin. Nîvê wan di rêyan de ji serma, tîh û birçîna telef dikin; nîvê din jî li Enedolê belav dikin û dûvre nahêlin bi şûnde werin. Enwer Paşa 90 hezar leşker ku tev xortên Kurd bûn, di nav berfê de kuşt. Dema wî mahkeme dikin, dibê: “min ew nekuştina, ew dê li hember me şer bikirna!”

Li hemberî Peymana Sevrê 10 Tebax 1920 ku mafê xwe rêvebirin û dewletbûnê ji Miletê Kurd re jî tê naskirin. Rêvebirên Tirk, di heman demê de li Ankara, bi nûnerên dewleta Fransa re civînan li dardixin. Piştre li dijî Peymana Sevrê, Peymana Ankara (1921) îmze dikin. Bi Peymana Lozan (1923), piştî ku Îngîlîz û Fransî digehên armancên xwe, dewleta Tirk û sînorên bi hevre datînin nas dikin, Kurdistana ku Kolonîya Osmanî bû, di nav xwe de dikin sê perça, pêkhate û Kurdan dispêrin însafa Komara Tirk.

Di 1921ê de Endamên Cemiyeta Taalî Elîşêr, Nûrî Dersimî, Elîşan û Haydar Beg doza mafê miletê Kurd yê birêvebirinê ku di Peymana SEVRê hatibû qebûlkirin, ji hukumeta Ankara talep kirin. Hukumeta Tirk, dest bi tevgera “Tedîp û Tenkîl” (Bêkêr û Tunekirin) ê kir. Ordiya xwe û qatilên mîna Topal Osman û Sakalli Nuretîn Paşa şandin ser wan û qetlîamek pêk anîn.

Ji bo daxwazên xweserî û azadiya miletê Kurd bifetisînin û Kurdistanê ji nuh de dagîr bikin, di sala 1925an de qanûna bi navê „Şark Islahat Pilani“ û “Takrîr-î Sukûn Qnûnû” derxistin. Tirk bi seroktiya M.Kemal û Îsmet Înonu dest bi proje, propaganda û provokasyona kirin ku qaşo Kurd „serî hildidin, ajanê Îngîlîz in, dixwazin rejima Osmanî bi şûnde bînin(!)“, projeyên xwe yên wêrankirin û qetlîaman pêkanîn, dest bi dagîrkirin û wêrankirina Kurdistanê kirin. Di 13 Sibat 1925 an de, li gor projeyên Ankara, bi hênceta revokên ji leşkeriyê, êrîşî civata Şêx Seîd kirin û şer derxistin. Bi vê hicetê, beşek mezin ya Bakurê Kurdistanê şewitandin, gund û bajar wêran kirin, mêrên destên wan dar digirtin tev kuştin, yên mayî jî koçberî Enedolê kirin. Kurdên wê herêmê hîna jî ji wê demê re dibên: “Sala Şewatê!”

Piştî ku rêvebir û rewşenbîrên Kurd bi planê înkar, qedexe û tunekirina miletê Kurd ya dewleta Tirk hesîyan, li Lubnanê di 5 Cotmeh 1927an civîyan û partiya Xoybûn ava kirin. Kurdê her çar perçeyên Kurdistanê bi hevre vê partiya damezrandin. Ermenîyên endamê Taşnak jî beşdarî Kongreya avabûna Xoybûnê dibin. Armanca Xoybûnê, serxwebûna Kurdistan e. Ev kongre, biryara yekîtîya hemî hêzên çekdar yên Kurd da. Îhsan Nûrî Paşa wek sererkanê leşkerî erkdar kir û li Agirîyê şerê çekdarî li darxist.

Simkoyê Şikakî û Mistefa Berzanî jî alîkarî dide vê tevgerê. Ev rêxistin û partî tev milî bûn û armanca wan jî azadîya miletê Kur û serxwebûna Kurdistanê bû. Di 8 Cotmehê 1927 Komara Agirî tê îlankirin. Li dijî vê tevgerê Komara Tirk, alîkariya leşkerî û siyasî ji Îtalî, Îngîlîz, Fransî û Sovyetê jî distîne. Komara Agirî, heta peymana Komara Tirk û dewleta Îran ku Îran rê li ber tevgera Kurd digire di navbêna salên 1930-33 tevgera Xoybûnê têkdiçe. Dewleta bi komkujî vê tevgerê ditemirîne. Li dor 50.000 meriv tê qetilkirin. Tenê li Gelîyê Zîlan 5000 jin û mêr, kal û pîr, zarok û pitikên pêçekê ji alî artêşa tirk tên kuştin.

Ji bo dagîrkirina Dêrsimê di 1935an de „Tunceli Kanunu“ (Qanûna Dêrsim) derdixin. Di 1936an de bi navê „Qanûna Îdarekirina Tuncelî“, qanûnekê derdixin, lê di asas de, qanûna dagîrkirin, qetlîam, koçberkirin û tirkirina Dêrsimê ye. Di 4 Gulan 1937an de dest bi qetlîama Dêrsimê dikin. Leşker pêşî sîlehê Dêrsimya dixwazin. Çi çek û sîlehên heyî dide wan. Piştre qaçaxên leşkerîyê dixwazin, wan jî radest dikin. Waliyê Erzincan ê Tirk, ji bo danûsitendinê, bangî serokê olî û eşîrî Seyid Riza dikin, wî û kurê wî Reşik dibin li Alezizê dardadikin. Wê gavê qanûnên ku wan bi xwe danîbûn binpê dikin. Temenê Seyid Riza biçûk dikin û yê kurê wî Reşik jî mezin dikin û wan dardadikin. Li dêrsimê qetlîamek bi hovîtîyek tirsehêz pêktînin. Xelkê Dêrsimê, hinekan bi hev girêdidin li meydanan, hinan di nava xaniyan, hinan di şikeftan dişewitînin, hinan bi gazê difetisînin, hinan jî bi singoyan dikujin. Hin jin û zarok jî dikin cariye û xizmetkarê efser û general û rêvebirên dewleta xwe. Dêrsim seranser wêran kirin. Hin dibên 60.000, hin dibên zêdetir ji sed hezarî meriv hatin kuştin. Wek fermî dewlet dibê me 15.000 kuştiye. Heta niha jî kes nizane bê çend meriv kuştine û çend koçber kirin!.. 

Bi dagîrkirin, qirkirin û koçberkirina miletê Kurd re Komara tirk, qanûn û qedexeyên tirk-kirin û asîmîlasyonê derxist: Medrese û hemî saziyên pêwendiyek wan bi hebûna Kurd re hebû, (1923) tev hatin girtin. Di makezagona Komara Tirk ya 1924an de gotin: ev dewlet û welat yê Tirkan e û zimanê fermî Tirkî ye. Her welatiyê Komara Tirk, tirk e. Dest bi bernameyek asîmîlasyonê kirin. Di sala 1925an de qanûna bi navê „Şark Islahat Pilani“ û qanûna “Takrîr-î Sukûn” derxistin. Bi van qnûna re gotina Kurd û Kurdistan, zimanê Kurdî, nav û piştnav û nasnavên Kurdî, stran û folklora Kurdî tev bi fermî hatin qedexekirin. Navê hemî cî û warên bi Kurdî hatin guhertin. Cil û berg, destmal, kum û kolozê Kurdî qedexe kirin, pantalon û şevqeyê Ewropî xistin dewsê. Yên li dij derketin bi kuştinê hatin cezakirin. Di 1928an de alfabeya Erebî rakirin ya Latînî xistin dewsê. Di 1934 de qanûna piştnaviyê derket û herkes mecbûr kirin ku piştnavê tirkî bistîne. Li hemû Îdareyên Nifûsê danîna navê Kurdî qedexe kirin. 

*****

Di heman deman de li beşên Kurdistanê yên Başûr û Rojhilat jî tekoşîna rizgarîya Kurdistan berdewam dike. Şêx Mahmûd Berzencî, di nava salên 1918-31 de li dijî Îngîlîzan tekoşîna rizgariyê dimeşîne. Qiralîyeta Kurdistan îlan dike. Di heman demê de Şêx Ahmet û Mistefa Barzanî, him alîkarîya Şêx Mahmûd dike û li dijî Îngîlîzan ditêkoşe, him jî alîkariya Xoybûnê dike û bi tevgera Simko re jî têkilîyê xwe datîne. Îsmaîl Axayê Şikakî/Simko, ji 1910an de li dijî mêtinkariya Îranê şerê rizgariya Kurdistanê dimeşîne. Di 1922an de wek Mîrê Kurdistanê Serxwebûna Kurdistanê îlan dike û hukumeta xwe ava dike. Him bi Şêx Mahmûd û him jî bi Xoybûnê re hevkariyê dike. Di 1930 de ji alî dewleta Îran bi xayintî tê kuştin.

Sovyet û Brîtanya 1941 de Îran dagîr kirin. 1943 Komela Jiyaneweyî Kurd ava bû. 1945 Navê xwe kir Partî Demokratî Kurdistan-Îran. Komara Kurdistan bi Seroktiya Qazî Muhamed di 22 Çile/Rêbendan 1946 li Mahabad li Meydana Çarçira bi rê û resmekî fermî hat îlan kirin. Komara Kurdistan serweriya xwe, heta ku bi Konferansa Tahranê ku di navbêna Sovyet, Amerîka û Brîtanya de pêk hat, domand. ji bo ku Stalîn di vê konferansê de mafê Kurd û Azeriyan neparast û ji Îran vekişiya, di 15 Kanûna/Berfanbar 1946an dawî li Komara Kurdistan hat. Di 31 Adar 1947 Qazî Muhamed, Sadrî û Seyfî Qazî wek rêvebirên Hikûmeta Kurdistanê hatin Îdamkirin.

Sererkan General Mistefa Barzanî, tevlî pêşmergeyên xwe vegeriya Başûrê Kurdistan. Li hember êrîşa sê dewletên hevkar yên dagîrker (Îran, Tirk û Iraq), bi şer û berxwedan 17 Pûşper 1947an îltîcayî Sovyetê kir.

Piştî ku li Îraqê, 14 Tîrmeh 1958 de, Abdulkerîm Qasim, li dijî Qral Feysel, derba leşkerî pêkanî û Komara Iraq îlan kir; di qanûna bingehîn de bicîhkir ku Kurd jî hevparê neteweya Iraq e. Ji bo rêvebirina Komarê ji nûnerê sê hêzên sereke Şîa, Sunna û Kurdan Konseya Şoreşê hat avakirin. Komara Iraq, pêwendiya xwe ji Pakta (hevpeymaniya) Bexda birrî, beşdarî Pakta Sovyetê bû. Wê gavê Mistefa Barzanî û pêşmergeyên xwe jî vegerîyan welatê xwe. Pêşî soza xweserîyê ji A. Qasim sitend, lê piştre bi destêwerdana Tirkî û Îran, A. Qasim tu maf ji neteweya Kurd re nasnekir û êrîşî hêzên Mistefa Barzanî kir. Mistefa Barzanî di 11 Îlona 1961 de şerê çekdarî ragihand.

11 Adar 1970yî, di navbêna dewleta Iraq û Mistefa Barzanî peymana Otonomî hat îmzekirin. Dema em bûyerên piştre qewimîne dixwînin, em fêmdikin ku wê demê nêta Iraqê tunebûye ku otonomîyek rastî ji gelê Kurd re nasbike. Piştgirîya Amerîka û Îran jî taktîk bûye. Dewleta Iraq ji alîkî dest bi sûkastan dike, ji alî din jî dest bi Erebkirina Kerkûkê dike û li dij hêzên şoreşa Kurd, tevgerên leşkerî xurt dike. Helbet tiliya Îran û bi taybetî ya Tirkî jî di vê helwesta Îraqê de hebû.

Em di bîranînê generalên Tirk dixwînin ku dibên: „me wek dewleta Tirk ultîmatom daye Hikumeta Iraq: heger hûn dawî li vê peymana otonomîyê neynin, emê heta Kerkûk Mûsilê vê herêmê dagîr bikin!“

Bi Peymana Cezayir ya 6 Adar 1975 di navbêna Iraq û Îranê de pêk hat, dawî li peymana otonomîyê anîn. Piştî peymanê, Amerîka û Îran piştgirîya xwe ji bo hêzên Kurd birrî. Mistefa Barzanî, mecbûr ma ku şer rawestîne û hêza pêşmerge belav bike.

Di 1976an de bi daxwaza Mistefa Barzanî, Qiyada Muwaqet (Komîteya Demî) li dijî Iraqê dîsa şerê çekdarî li darxist. Ev tekoşîn heta desttêwerdana Amerîka ya Iraqê, wergerîna desthilata Saddam dewam kir. Di sala 2005 de, di makezagona Iraq de Herêma Kurdistan wek dewletek Federe hat qebûlkirin. Lê heta niha jî dewleta Iraq, bi herêma Kurdistan re wek dewletek federal tevnagere. Revebirên dewleta Iraq heta niha jî bi alîkarîya Tirkî û bi taybetî ya Îran, ji bo Kurdistanê bê îstîkrar bike û hilweşîne kar û xebatan dimeşîne!

*****

GIRÊDANÊN BÛYERÊN HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ

Divê em ji bîr nekin ku qedera her çar perçê Kurdistanê, tade, zordarî, qirkirin û koçberkirina tevdê Kurdan bi hev girêdayi ye.

Dema dewleta tirk di navbêna salên 1921-1940 de ji nuh de Kurdistanê dagîr û îlhaq dike û qirkirina gelê Kurd pêktîne, li Başûr û rojhilatê Kurdistanê jî tekoşîn, serhildan û berxwedana miletê Kurd berdewam dike.

Di dema Şerê Cîhanê II. jî (1939), him dewleta Îran û him jî dewleta Tirk li cem dewleta xurt û êrîşkar ya Alman cîh girtin. Dema Amerîka û Brîtanya bi serketin jî pir zû teref guhertin. Bi alîkariya van dewletên serketî tevlî Sovyetê, eciqandin û kuştina Kurdan berdewam kirin. Dewleta Tirk ji bo alîkariya Marşal bistîne û beşdarî NATO (1949) bibe, leşkerê xwe di ber Amerîka de şand şerê Korê (1950). Ji bo serweriya xwe, bi propagandeyên derewan, qaşo “dê biçin li hember kafiran şer bikin” zêdetir ji 20 hezar leşker dan kuştin û seqetkirin. Nîvê wan leşkeran zêdetir Kurd bûn.

Bi Derba Abdulkerîm Qasim (1958) û vegera Berzanî ji Sovyetê, dewleta tirk li derve û hundir dest bi tevger û provokasyona kir ku vê carê NATO li pişta wê bû. Di heman salê de PDKS ava bû. Dema 1958-61 Mistefa Berzanî û dewleta Iraq li ser statuya Kurdistanê li hev nekir û piştre dest bi tekoşîna çekdarî kir; di heman demajoyê de, dewleta tirk jî di nava tevgerê de bû, loma leşkerên dewleta tirk jî di 27 Gulan 1960ê de derba leşkerî çêkirin. 500 rêwşenbîr, serokeşîr, şêx, axa û begê Kurd yên welatperwer girtin û bi gefa kuştinê wan li kampa Sêwasê kom kirin. Ji wan 50 kesên bi rêxistinî/siyasî li Antalya di hucreyan de girtin, mahkeme kirin û ceza kirin.

Di sala 1964-66 dewleta Iraq bi hemû hêza xwe êrîşî tevgera çekdarî ya ku seroktiya wê Mistefa Barzanî dikir. Di heman dem de 1965an de PDK-T avabû. Di 1969an de ji alî xwendevan û rewşenbîrên Kurd li Tirkî û Kurdistanê komeleyên DDKO hatin vekirin.

Dewleta Iraq  di 11 Adarê 1970 Otonomîya Başûrê Kurdistanê qebûl kir. Di 27 Gulana 1970 de leşkerên tirk derba leşkerî çêkirin. Di heman demê de rêvebirên PDKT û DDKO hatin girtin û darizandin.

Di 1974an de, hukumeta tirk lêborînek giştî derxist. Piştî lêborîna Hukumeta Ecevît, rêvebir û rewşenbîrên xwe wek demokrat û sosyalîstên Kurd bi nav dikirin, dest bi xebata rêxistinî ya eşkere (legal) û veşartî (îllegal) kirin. Gelek komele û partîyên veşartî dest bi xebata netewî, îdeolojîk û rêxistinî kirin. Weşanxana KOMAL û partiya RIZGARÎ, PSK, KAWA, PPKK-PÊŞENG, PDKT-KUK, PKK, TEKOŞÎN, TSK-TEVGER û komeleyên legal bi van partiyan ve girêdayî ava bû. Her partiyek ji vana bulten, rojname û kovarên xwe diweşandin.

Di sala 1975an de, bi Peymana Cezayir re ji alî çar dewletê kolonyal û piştgirîya hêzên navnetewî di serî de Amerîka, şoreş û Otonomîya Başûrê Kurdistanê hat fetisandin. Mistefa Barzanî, dawî li şoreşê anî û hêza pêşmerge belav kir.

Di salên 1970an de tevgera Kurd, li gorî rewşa dunyayê û Rojhilata Navîn û bandora Çepên Tirk, bi giranî, li ser asasê îdeolojîk bi rêxistin bû. Vêya jî armanca tekoşîna rizgarîya netewî ya Kurd şolî kir. Berê armanca netewî ya stratejîk bi rêyek şaş hat vekirin. Di tespîtkirina hêzên dostê tekoşîna rizgarîya Kurdistanê yên derve û hundir de, şaşiyên mezin hatin kirin. Rêxistinbûna gelê Kurd, li ser asasê îdeolojîya prolatarya û dijmin îlankirina serok-eşîr, axa, beg, şêx, tucar û dewlemendan ne armancek netewî bû. Di qada navnetewî de jî dijmin îlankirina dewletên kapîtalîst, emperyalîst û dewleta Îsraîl ne li gor doza me ya neteweyî bû. Doza me dozek netewî ye û em kolonîyek bê nav û nîşan in. Dagîrkeran hebûna me wek nîjad, milet û welat qedexe û înkar kirin. Loma em ne xwedî hêz û hebûnek ku li nava sîstem, rejîm û dewletên dunyayê dost û dijmina xwanê bikin. Kî alîkariya doza me ya azadî û rizgariyê bike, ew dostê me ye.

Lê ji bo partî û rêxistinên Kurd wek armancek stratejîk dewletbûna neteweya Kurd û yekîtîya çar perçê Kurdistanê kir armanc, dewleta tirk dest bi amadekarîya derba leşkerî kir. Ji bo li hember raya tirk û ya cîhanê derba xwe meşrû rêbide jî dest bi provokasyon, berhevdan û qetlîaman kir. Li Tirkî  partiyên Çepgîr û Rastgîr bera hev da. Li bajarên mîna Mereş, Sêwas, Meletê  û Çorum li dij bawermendên Elawî qetlîam kirin. Li Kurdistanê jî bi rêya PKK, li dij hin eşîr û hemî partiyên Kurd êrîş, kuştin û şer da kirin.

Ji bo dewleta Tirk pêşîya tevgera Kurd bigire, gerek terorek mezin ya dewletê bimeşanda û miletê Kurd ji hev belav û tune bikira. Dewleta Tirk, bi rêya sîxur û hêzên bi xwe girêdayî, heta mumkun bû, di nava milet de şer û pevçûn û terora sivîl teşwîk kir, can û malê hemî civatê xist bin gef û tahlûkê. Piştî şanoya bi xwîn ya dewletê bi xwe li darxist, di 12 Îlon 1980 artêşa tirk derba leşkerî çêkir. Mîna darekî bi sêhr li erdê bide, bi derbê re hemî teror sekinî.

Piştî derba leşkerî ya 12 Îlona 1980, ji bo fetisandina doza neteweya Kurd, girtîgeha Amedê ya 5 Nolî wek pîlot bi karanî û hemî welatperwerên Kurd li wir civand û dest bi îşkenceyên ku hemî rûmetên mirovahîyê binpê bikin, kirin.

Ji alî din jî PKK di sala 1984an de, li dijî dewleta tirk, qaşo bi armanca avakirina dewleta Kurd û yekîtîya çar perçê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir. Di vî şerî de civata Kurd bi mal û can û hemî îmkanên xwe piştgirî da PKK. Di vî şerî de li dor sed hezar meriv jîyana xwe ji dest da. Zêdetir ji çar hezar gund hat valakirin û şewitandin. Li dor pênc mîlyon mirovên Kurd ji warê xwe hat qewirandin. Diwanzde bajar hat wêrankirin. Di dawîn de serokê PKK Evdila Ocalan hat Tirkî, radestî dewletê bû û got: “PKK nikare ji bin kontrola min derkeve, destûr bidin ez têxim xizmeta we!

Di demek ku li dunyayê û Rojhilara Navîn guhertinên girîng di rojevê de ye. Rêvebirên dewleta Tirk, daxwaza fesixkirina PKK û qedandina şerê çekdarî ji Ocalan kirin. Ocalan jî bi rêya Vîdeo fonê beşdarî Kongreya fesixkirina PKK bû û PKK di 9 Gulan 2025an bi biryara Kongreya 12an da fesixkirin. Piştî vê daxwaza rayedarên dewleta Tirk û biryara rêvebirên PKK, dê dewleta Tirk, li dij doza Kurd, erênî an neyênî çi gava bavêje yan vê fesixkirin û çekdanîna PKK, çi bandorê li helwesta dewleta tirk, Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê bike hîna ne diyar e.

Li Başûrê Kurdistanê, piştî Şerê Kendavê û raperîna 1991, miletê Kurd fîîlen xwe îdare dike û wek mafekî makezagonî, ji sala 2005an de wek dewletek Federal serwer e. Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê, îro bi tevdê dunyayê re di nava pêwendiyên sîyasî de ye û wek nûneriyek Miletê Kurd tê pêşwazî kirin.

Kurdistana Başûrê Rojava, ji destpêka şerê hundirî yê Sûrî (2011) de, ji alî hêzên Kurd ve fiîlen tê rêvebirin. Di 26 Nîsanê 2025 an de, bi piştgirîya Amerîka, Fransa û Herêma Başûrê Kurdistan Konferansa Yekîtîya Netewî ya Kurdên B.Rojava li darket. Hêzên Kurdên Başûrê Rojava, biryara yekîtî û yekrêziya hêzên Kurd girtin.

Niha li her çar perçê Kurdistanê, Kurd ji her demê bêtir, di nava xwe de, di hundir pêwendiyên erênî de ne!..

__________________________________________________________

*Mîrnişînê Kurd: Sadaqî 770-828. Hezbanî/Hemdanî pz 906-1080. Buweyhî 932-1055. Anazî 991-1117. Gêl(Egîl) 1049-1864. Merwanî 985-1100. Hesenweyhî 959-1095. Şedadî 951-1174. Rewadî 955-1116. 1007. Hezo 10581-598. Hezarespî 1155-1424. Fedlawî 1156. Erdelan 1169. Eyûbî 1174. Hekarî 1133, Botan 1330-1855. Kilîs 1181-1610. Bedlîs 1182. Donboli(Dimilî) 1210-1799. Badînan 1376-1843. Hasankeyf 1249-1524. Şîrwan 1264-1840. Zirkan 1335-1835. Soran 1399-1839. Mukrî 1400-1839. Mahmûdî 1409-1839. Palû 1495-1850. Pazûkî(Pazooka) 1499-1587. Suleymanî 1515-1838. Hîzan 1520-1845. Mensûrê Reş 1543-1596. Muks 1600-1847. Dasenî(Dasinî) 1556- 1651. Bradost 1609-1800. Baban 1649-1851. Dumilî Tebrîz 1747-1802. Şikakî (Serap) 1747-1797.

Ev mîrîtî her yek dewletek bi rêkûpêk bû. Tevê wan sikkeyên wan, yanî pereyên wan yê taybetî hebû. Tevê wan xwedî mahkeme û qazî, girtîgeh û leşker bû! Medreseyên ku li ser 12 zaniyariyan perwerdehî dikirin, yanî zanîngehên serdema navîn û pirtûxeneyên wan yê dewlemend hebûn.

Piraniya van mîrîtîyan ji sedsala 8an PZ heta sedsala 19yan Serweriya xwe parastin. Bi giranî, bi mîrîtîyên dora xwe re di nava aşitiyê de bûn û li hember împaratorîyên Osmanî û Safewî jî di nava xwe de azad, lê bi wan re di nava hin peymanên parastinê de bûn.

Di serê sedsala 19an  de, piştî ku Împratoriya Osmanî di dema siltaneta Mahmûdê II û Abdulmecît de, dest bi projeya navendîbûna Împaratorîyê kir û dawî li xweserî û îmtîyazên mîrîtî û eşîretên Kurd anî, Beşek ji mîrek û serokeşîrên Kurd, li hemberî Împaratoriya Osmanî serî hildan. Osmaniyan jî ev serhildan tev bi qirkirin û koçberkirin fetisandin. (Tanzîmat 1839-1876)

DIJÎ OSMANIYAN BERXWEDANA MÎREKÊN KURD:

Babanzade Abdurrahman Paşa (1806- Musul)

Babanzade Ahmet Paşa (1812 – Musul)

Serhildana Zazayan (1820)

Êzdî li Rewandûz (1830- Hakkari) 

Kor mehmet paşa (1830-1833, Erbil, Mûsul, Şîrvan)

Şerefxan (1831- Bedlîs) 

Mir muhammet (1832-1833 Soran)

Bedirxan (1835-1947 Botan)

Xerzan (1839- Amed) 

Yezdan Izzeddîn Şêr (1855, Bedlîs)

Ubeydullah (1880- Hakkarî, Şemdînan)

Bedirhan Osman Paşa û Hüseyin Paşa (1872-1878 Mêrdîn-Cizîr)

Bedirxan Emin Alî (1889- Erzincan)

Bedirxanî ve Xelîl Remo (1912-Mêrdîn)

Melle Selim, Şeyh Şehabettin (1913-14 Bitlis)

*Ji bo dagîrkirin û kontrolkirina Kurdistanê provokasyon, êrîş û qetlîamên dewleta tirk kiriye ku wek îsyan bi nav dikin:

Koşgîri (1921- Koşgiri), Nasturi (1924- Hekarî), Reman û Reşkotan (1925 Amed), Şêx Seîd (1925 Çewlik-Mûş-Amed), Seyid Taha ve Seyid Abdullah (1925-Şemdînan), Jilyan (1926- Sêrt), Yakup Ağayê Dihê, (1926-Pervarî/Xisxêr), Goyan (1926-Sêrt), Haco (1926- Nisêbîn), Agrî I. (1926), Koçuşağı (1926- Farqîn), Colemêrg – Gelyêmûs (1926), Motki (1927- Bedlis), Ağrı II., Biçar (1927- Farqîn), Resûl Axa  (1929- Zîlan – Dihê), Geliyê Zîlan (1930- Wan), Tutaklı Ali Can (1930- Dutax-Kop-Xinûs), Oramar (1930- wan), Ağrı III. (1930), Eşîreta Bûban (1934- Bedlis), Ebdurahman (1935-Sêrt), Abdulkuddüs isyanı (1935-Sêrt), Sason (1935-Sêrt), Dêrsim (1937-Dêrsim), PKK (1984-2025)

https://www.heviakademi.org/post/serm%C3%AEnera-serhi-ldan%C3%AA-kurda-%C3%BB-s%C3%AEyaseta-kurd

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *