Çareserî li Başûrê Kurdistanê, dewletbûn e. Li Bakur çareserî divê bê PKKê be…

Îbrahîm GUÇLU

Iraq di gelek qonaxan re derbas bû hate ev qonaxa dawî. Li Iraqê him di dema Împeratoriya Osmanî de û him jî piştî Peymana Lozanê ku dewleta milî ya Iraqê hat ava kirin, neteweya kurd û hêz û partiyên milî di guhertina Iraqê de bûn xwediyê roleke gelek girîng û mezin. 

Di destpêke sedsala 20-an de li Kurdistanê di bin serokatîya Şêx Evdilselam Barzanî de reformên mezin pêk hatin û herêma Kurdistanê bû herêmeke otonom. 

Piştî Peymana Lozanê Iraq, bû dewleteke mandater di bin desthilatdariya Brîtanyaya Mezin de. Brîtanyaya Mezin di salên 1932an de Iraq terk kir. Iraq bû dewleteke xweser. Lê bû dewleteke neteweyî û yekbeş ya ereban. 

Kurd, li Kurdistanê desthilatar nebûn. Ketin bin bandor û desthilatdariya ereban. Kurdistan bû welatekî koloni.  Bes ji bona zimanê kurdî di qadake teng de perwerdeyî hat qebûl kirin. Loma jî kurdan ji bona ku dewleta Iraqê bê guhertin xebateke gelek dijwar û dûrdirêj kirin. 

Lê hezar mixabin piştî derbaya Beasê her tiştek serobinî bû. Loma jî kurdan dîtin ku Rejîma Beasê hemû mafên kurdan dê ji holê rakin û kurdan tüne bikin, di Îlona 1961an de dest bi Şoreşa Neteweyî ya Îlonê kir. Encama Şoreşa Îlonê di sala 1970 de encam wergirt. Otonomiya Kurdistanê  ava bû. 

Hezar mixabin di sala 1975an de Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneta Emerîkayê û Yekîtîya Sovyetan hat rûxandin. 

Kurdan pişt re jî şerê xwe yê neteweyî domandin. Di encamê de bi alîkariya Emerîkayê Rejîma Beasê hat rûxandin. Di sala 2005an de bi referandûmê makezagon hat pejirandin. Iraq bû dewleteke federal. Qedera Kerkukê jî, ji bona tespit bibe, referandum hat qebûl kirin. Lê ev referandum pêk nehat.

 Loma jî dewleta federal gor hiqûqa federal nemeşîya. Di encamê de biryara Referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin. Di encamê de kurdistanîyan ji bona dewletê biryar da. Hezar mixabin ji ber dewletên kolonyalist, Emerîkayê, xiyanetkarên kurd yên di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, pêşîya dewletbûna Kurdistanê hat girtin û Kerkûk hat îşgal kirin. 

Pişt re jî sîstema federal cî bi cî nebû. Dewleta federal jî nûha nikare pirsgirêkên esasî yên dewleta federal û federe, neteweya ereban û kurdan û miletên din nikare çareser bike. Loma dewletbûn, li Iraqê dê bibe bingeha çareseriyê. Êdî gelek rewşenbîr û nivîskar û şirovekarên siyasî yên ereban jî vê yekê dipejirînin.

Wek mînak: “Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî ragihand; parçekirina Iraqê û çêbûna dewleta Kurdistanê, tekane çareserî ye ji bo rewşa Iraqê, tiştê ku berîya 100 salan bi meqesa Brîtanyayê çêbû, bi temamî têk çû. 

“Cebar Meşhedanî beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û diyar kir: “Hûn Kurd in û taybetmendiyên we hene. Çima nebin xwedan dewleta xwe! Parçekirina Iraqê, tekane çareserî ye ji bo vê rewşê û ewa ku berîya 100 salan bi meqesa Brîtanya hat kirin, bi temamî şikest xwariye.” 

“Meşhedanî behsa serokwezîrtiya Mistefa Kazimî jî kir û got; ji xwe Kazimî ji bo çareserkirina alozî û xwepêşandanan derket pêş. Tiştek di destê wî de nîne û bi tenê jî nikare bibe serokwezîr. Xwest hinek tiştan bike lê nekarî. 

“Şîrovekarê Iraqî li ser hilbijartinan jî diyar kir ku bi bawerîya wî hilbijartin nayên kirin, eger hat kirin jî ti guhertinekê çênake. Helbet îhtimal heye li ser hilbijartinan şer jî derkeve. 

“Bi gotina wî şîrovekarî, her tiştê Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kifşkirin û destnîşankirin. Yanê tiştek di destê berpirsên Iraqî de nîne, hemû ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin.” (kurdistan24) 

 LI BAKURÊ KURDISTANÊ DIVÊ ÇARESERÎ BÊ PKK-Ê BIBE… 

Serokomarê dewleta Tirk, beriya çend rojan seredana Diyarbekîrê kir. Li wir axivtinek kir. Gelek hewîrdorên siyasî û şirovekaran dest pê kirin ku “pêvajoyeke çareserî” dê dest pê bike, an dest pê nake minaqeşeye dest pêkir.

 Ez gelek vekirî dinivsînim ku bi  awayê berê, pêvajeyoke çareserî dest pê nake. Ew awayê berê, li fêda kurdan nebû, li dijî berjewendîya neteweya kurd bû. Bi  pêvajoya berê kurdan tiştek qezenç nedikir. Du terefên milîtarîst, dixwestin ku pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Lê tiştekî aşkere hebû ku PKKê xwedîyê îradeyeke azad nebû. Loma jî di destpêkê de dîyar bû ku PKKê dev ji çekê bernade. Lewra Dewleta Tirk bi çek PKKê li hemberî neteweya kurd û Tevgera Kurd proje kiribû. PKKê bes dikarî  bi çek misyona xwe ya xirab pêk bîne. 

PKKê, pişt re jî ket bin desthilatdarîya Dewletên Iraq, Suriyeyê, Îranê. Berjewendîya wan jî ji alîyê PKKê ve bes bi çekan dihat parastin. Heger çek nebibûya, PKKê li hemberî gelê me, li hemû beşên Kurdistanê mîsyona xwe ya xirab, tunekirina kurdan, tasfîyekirina tevgera neteweyî ya kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê nikarin zirar bidin û wan tasfîye bikin. 

Pirsa neteweya kurd, bi vî şiklî heta dawî nikare dom bike. Çareserîya pirsa neteweya kurd, dê mitleq di qonaxekê de çareser bibe.

Ev çareserî jî dê di navbeyna dewleta Tirk û berpirs û dezgehên kurdan çê bibe.

Enqere, 16. 07. 2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir