Şerê Komaleyên Rojhilatê zirar dide tevgera neteweyî, divê bê rewastandin

Îbrahîm GUÇLU

Di 22ê Hezîranê de yanî duho nûçeyeke gelek nexweş û tehl li hemû beşên Kurdistanê û dinyayê belav bû.

Di 22ê Hezîrana 2023an de ber bi sibehê ve di navbera Pêşmergeyên du aliyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Rojhilatê Kurdistanê de şer derket û ji ber wê jî 2 Pêşmergeyên hêja hatin kuştin û Pêşmergeyekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên çapemeniya Başûrê Kurdistanbê li kampa Zirrgwêzelle ya nêzîk Silêmaniyê di navbera Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê de şer derket.

Di vê derbarê de çapemeniya ser bi Komele ya Zehmetkêşan jî ragehand ku ‘’Ji ber êrîşa hêzên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan bo ser Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan, du Pêşmergeyên bi navên Saman Îbrahîmî û Hîwa Sadiqî jiyana xwe ji dest dane û herî kêm Pêşmergeyekî din ê bi navê Kawe Rehîmî jî bi giranî birîndar bûye.’’

Mixabin di 22.06.2023an de Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dîsa ragehandibû ku hewldanên bo yekgirtinê li gel aliyê din ê Komele (Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş) bi şikestê temam bûne û ew wek aliyê Komeleya Zehmetkêş dê çalakiyên xwe û xebata xwe berdewam bikin.

EV ŞERÊ KOMELAYAN JI BONA TEVGERA NETEWEYÎ YA ROJHELATA KURDISTANÊ û HEMÛ KURDAN GIRÎNG E Û ZIRAR DIDE KURDAN.

Lewma di destpêkê de Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-İ) wek rêxistineke Rojhelata Kurdistanê ya dîrokî û çalakvan û partiya Qazî Mhemed daxuyaneyerk ji raya giştî ya Kurdistanê re belav kir.

Di daxuyanîya PDK-Î de bang li Komelayên Rojhelatê Kurdistanê hat kirin ku bila rewş aloztir nebe. Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev nakokî ne di berjewendîya Komele û tevgera Kurd de ye û ji bo çareserîya pirsgirêkan ne rêbazek guncaw e.

PDK-Î diyar kir ku ji bo rê li ber alozî û alozîyan bê girtin ew amade ne navbeynkarîyê bikin.

Hîç şik tune ye ku divê PDK-Î ê ji bona ev şer bê rawestandin çalaktir be. Lê divê hemû rêxistin û partiyên hemû beşên Kurdistanê ya neteweparêz jî, ji bona ku şerên Komaleyên Rojhilatê Kurdistanê bê rewastin bi PDK-I re tevbigerin. Bi taybetî ji divê Hikûmeta Kurdistanê, Serok Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr û serokê Herêma Federe ya Kurdistanê di vê rewşê de çalaktir bin ku şer belav û geş û gûr nebe..

Tê zanîn ku Dewleta Îranê û hevalbendên wê PKKê ji vî şerî gelek kêfxweş in. Ew baş dizanine ku şerê di navbera Komaleyên Rojhilata Kurdistanê de di nav gelê Kurdistanê de bê moralî çê dike, raste rast zirara dide Tevgera Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û hemû rêxistinên Kurdistanê. Ew jî ji vêyekê sûd werdigrin.

Baş tê zanîn ku PDK-İ yê û Kemaleyên Rojhilatê Kurdistanê rêxistinên gitrîng û stratejîk yên Tevgera Rojhelata Kurdistanê ne.
PDK-Î, deamezranêra Komara Mehabadê ya Kurdistanê û partiya Qadi Mihemed û Dr. Qasimlo û gelek kesên din yên navdar e. PDKê piştî ku Desthilatdariya Şah hat rûxandin, bi Komaleya Zehmetkêşên a Kurdistanê û Komîteya Şêx Îzeddîn ve li Rojhilatê Kurdistanê desthilatdarî kir. Hemû Kurdistan ket bin rêvebirina wan.

PDK-İ, di sala 1979-an de dema Dewleta Kolonyalîst ya Îranê erîşeke mezin anî ser Kurdistanê, li hemberî Îranê dest bi şerê pêşmergatî kir û Kurdistan parast. Pêşiya dubarabûna sala 1946an girt.

Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê di sala 1968an de piştî Şoreşa Neteweyî ya Bakûrê Rojhelatê Kurdistanê Serdeştê ku di bin pêşengiya Mele Evare û Sileyman Mûînî û Abdûllah Mûînî de hatibû meşandin, hat damezrandin. Dema ku Desthilatdariya Şah hat rûxandin serokê wê Fatîh Sûltanî bû. Mixabin ew di demek kurt de şêhîd bû. Komaleyê di bin serokatiya Mamoste îbrahîm de hebûna xwe domand. Wan di sala 1979an de bi PDK-Î û Şêx Îzeddîn HiseyIn ve li Rojhelata Kurdistanê heta sala 1979an ku şerê pêşmergatî dest pê kir, desthilatdarî kirin.

Komaleya Zehmetkêşên ya Kurdistanê di destpêkê de xwe wek Îranî terîf dikir. Lê pişt re ew stratejiya xwe guhert, bû rêxistineke Kurdistanê, Lê di nav xwe de jî bûn 3 beş.

Di navbera PDK-İ û Komaleyê dser di sala 1979an de şer qewimî û wî şerî gelek zitrar da Tevgera Rojhilatê Kurdistanê. Lê herdu rêxistinê ji wî şerî ders derxistin.

Şerê di navbera Komaleyên Rojhelata Kurdistanê de hemû kurdan xemgin dike. Bê şik zirar dide Tevgera Neteweyı ya Rojhilatê Kurdistanê û hemû tevgera neteweyî ya Kurdistanê.

Dijminên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ji vî şerî gelek kêfxweş in. Divê ev şera bi lez bê rawestandin,

Diyarbekîr, 23.06.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *