PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Em bi şerê di navbera herdu baskên Komeleyê xemgînin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):
Em bi şerê di navbera herdu baskên Komeleyê xemgînin
Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me, li Kampa Zirgiwêz a li bajarê Silêmaniyê şer di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê da derketîye û di encamê da du pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
Em bi vê bûyerê gelekî xemgînin.
Di demeke ku yekitî û hevkarîyên partîyên li Rojhilatê Kurdistanê bûye cîhê dilxweşî û hêvîyeke mezin, ev rûdana dilê her niştimanperwerekî diêşîne.
Aşkereye ku şer û pevçûnên bi vî rengî, bes dê kêfa dijminên gelê Kurdistanê bîne û dê ji planên wan ên qirêj ra rê xweştir bike.
Em di wê bawerî û hêvîyê da ne ku, zûtirîn wext herdu baskên Komeleyê dê li hev bên û dê nehêlin ev rûdana diltezîn berdewam bike, dê bi metanet tevbigerin.
Herweha em di wê bawerîyê da ne ku PDK-Îran û partîyên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo ev rûdana nexweş berfireh nebe û ji bo pirsgirêk bê çareser kirin, dê hemû berpirsyarî û watinîyên li ser milên wan e bicîh bînin.
23.06.2023
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *