Serê Gelê Kurd sax be

Piştî dilovanîya siyasetmedarê Kurd û nebiyê Şêx Seîdê Pîran û serokê rûmetê yê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par ê) Abdulmelîk Firat, di çapemenîya Kurd de pîvana qedirşînasî û wefayê carek din raxist ber çawan.

Ji bilî Kemalîst û Kurdên xwefiroş herkes dizana ku Malbata Şêx Seîdê kal di tekoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî rolek û şerefek mezine û vê malbatê her tim fedekariyek mezin nîşan daye. Divê bê zanîn ku dê gelê kurd, fedekariya vê malbatê hertim bi hurmet bibîr bîne.

Em baş dizanin ku serhildana 1925 an wek xençerek qewd sedef kezeba Jon Tirkan birîndar kirîye û ji wê rojê vir de Kemalist û hevalbên wan li dijî têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî senaryoyên gemarî weke benîşt dicûn! Lê her Kurdê xwedî ûjdan û welatparêz baş dizanin ku serhildana Koçgirî, serhildana 1925 an û serhildana Dêrsimê di tekoşîna rizgarîya neteweya Kurdîstan de wek kevirên destpêkêne!

Birêz Abdulmelîk Firat bi kesayetîya xwe ya birûmet û li gor qewet û derfêtên xwe di salên dawî de xwest di nav hêzên Kurd de piştevanî û yekîtîyek netew sazbike lê belê giranîya siyaseta Kurd rê neda û bi lîstokên “bila hindik be, ya me be” ev gavên di cîh de ne gihîştin tu encamekî.

Ez naxwazim di derheqê malbat û dîroka Şêx Seîdê Pîran de zêde tiştekî binivîsim. Lewra dîrok her tim tewayî rûreşîya xwe nikare rojê bi çamûrê vêşêrîne. Ji ber ku malbata Şêx Seîd di tekoşîna rizgariya gelê Kurd de xwedî şerefek mezin e.

Em baş dizanin ku civatên pêşketî her tim qedir û qîymetên keda fedakarîyê ji bîr nakin û her tim li ber keda wan rêz digirin. Lewra helwesta rêzgirtina li ber keda kesayetî û rêxistinî nîşana pêşketinê ye.

Baş tê zanîn ku di damezrandina Partîya Maf û Azadiyan de; Oldar, sosyalist, Liberal û demokratên netew di bin serokatîya Abdulmelîk Firat cîh girtin û hatin cem hev. Lê demek şûnda xêrnexwazan nehiştin civata Kurd bi hev re xebat bikin û têbikoşin.

Gava ku min bihîst Abdulmelîk Firat çû ser dilovanîya xwe weke her Kurdekî niştimanperwer ez jî gelek êşîyam û ketim xemgînîyê. Min bi lêz li nûçeyan nihêrî û derheqê bernama weşartinê de hinek agahdarî girt. Ez ji Riha yê bi rê ketim û li Amed ê bi hinek heval û dostan re me berê xwe da navça Xinisê, ku girêdayî bajarê Erziromê ye, gundê Kolxîsarê. Em serê sibê seet 5 an de bi rê ketin nêzîkî nîvro derdora 11 an de em gihîştin gundê Kolxisarê.

Bi hezaran kes ji bajar û navçên ketibûn rê û di rojek wuha de li hemberî malbatê û Abdulmelik Firat, vateya xwe bi cîh danîn. Bi rastî rojên ewha de çawên mirov li hemû nas û dostan digere û mirov dixwaze hemû beşên civatê beşdarî merasîman bibin. Lewra di di rojên şîn û şayî de li hev xwedî derketin kevneşopîyek gelê Kurd e! Lê mixabin xuyaye siyaseta darê zorê gelê Kurd ji gelek kevneşopî û cûdayên xwe yên hêja dûr xistîye.

Siyaseta serdest şûna ambargo deyne ser îrada gel, li hemberî neyarên gelê Kurd dikaribû helwestek netewî nîşan bide û li ber rola malbatê ya dîrokî û li ber keda kesayetên cûda difikirin rêz bigirtana wê tesîrek baş li der û dora bikirina. Lê xuyaye dilê Artêşê û dilê kemalistan xweşkirin girîngtirîn hatîye dîtin.

Gelo di rojek ewha de Partîya KADEP û DTP li cem malbata Abdulmelîk Firat û li cem HAK-PAR ê cîh bigirtina wê baştir nebûya. Ev helwest û gavên hanê ji bo rêya yekîtî û piştgirîyê pêwîstin. Biratî, aştî û piştgirî divê pêşî di nav civata Kurd e bê sazkirin. Gelo serok û berpirsîyarên DTP û KADEP û HAK-PAR ê çima ji hev sarin. Di nav Tirkan de gava serokekî partîyek dimire hemû partî û sazîyên dewletê lê xwedî derdikevin. Bi hev re rêz dibin û di rojên tengasîyê de mesaja piştgirîyê didin dost û neyarên xwe.

Em baş dizanin ku di kevneşopîya civata Kurd de, beşên civatê di rojên şînê de tên cem hev. Ev kevneşopî di çanda malbatî û eşîrtî de jî heye. Birêz Şerafettîn Elçî û Ahmet Türk jî wê rastîyê baş dizanin.

Şêx Seîd, Seyîd Riza, Elî Şêr, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Mahmûd Berzencî, Qazî Mihemed, A.Qasimlo û şêhîdên din ne tenê şehîdê partî û rêxistinane. Ew şehîdê gelê Kurd in. Ji ber vê yekê partî û rêxistinên li ser navê gel sîyaset dimeşînin an jî rêberîya gel dikin divê ewqas tekoşîn, şehîd, xwîn, kuştin û koçberkirin jibîr nekin!. Ji bo vê jî, divê em her tim rêz û rûmetek mezin bidin şehîdên xwe û ji tekoşîna wan ji xwe re rêz nîşan bidin û alaya ku wan bilind kiriye bi rûmet hilbigirin jor!

Raste tekoşîna rizgarîya neteweyî ya kurd hêsan nîn e. Lê piştgirî û rêz girtina gelê Kurd ne zore. Gava ku em ji dil û bi hesta Kurdewarî li rûyê hev binihêrin ez bawerim wê neyarên gelê Kurd ewqas kêfxweş nebin.

Carek din ez ji dil û can dibêjim

Bila serê gelê kurd, malbata wî, dost û hevalê wî sax be.

Bila ciyê wî bihuşt be.

06:10:2010
Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *