30 sal şûnde li ser Zîndana Amedê sempozyûmek berfireh

Piştî salvegerîya 30 salîya 12 Îlonê li Amedê, li ser zîndana  bi nav û deng ku bi navê 5 nolu di mêjîyê gelê kurd de êşek mezin pêkanîye, sempozîyûmek hat amede kirin. Raya Tirk û rewşenbîrên Tirk 30 sal şûnde bi êşa zîndana Amedê hisîyan an jî rûbirû bûn. Cemawêr û cengewarên çepgir ku bi eslê xwe nebîyên îttîat û Terakî ne ji ber ku bi problemên cîhanê re zêdetir alaqadar dibin(!) û her tim bi sîya xwe re şer dikin haya wan ji problemên cîranê wan tune ye. Ji ber van sedeman problemên hene bala kesên demokrat û mirovperweran dikşîne. Di sempozyûmê de jî ev rastî derket holê.

 

Li Amedê 30 sal şûnde di derbarê îşkencên zîndana leÅŸkerî ya Amedê, hûqûqnas, civaknas, psîkolog û rojnamevan û ÅŸahîdên wan rojên reÅŸ, maxdûr û malbatên ÅŸehîdan li ser rewÅŸa zîndana Amedê û li bandora îşkencan axifîn, dîtin û ramanên xwe pêşnîyar kirin. Pirî caran mêvan û beÅŸderwan ketin nav hêstên xemgîniyê , salon dem dem bi kela girî kete bêdengîyek kûr. Pirî caran gotin di qirika wan de asê bû û hêstirên çavan ji birînek kûr di herikî û weke dilopê baranê zêde dibû. Lê gava ku qala “lihevhatinê” dibû ne razîbûnek xwe eÅŸkera dikir. Dayika Cemal Arat, Sakine Arat  û keça Necmeddin Büyükkaya Dr Serdil Büyükkaya pir eÅŸkera gotin ku “em tu kesî efû nakin û dixwazin ewkesên berpirsîyarên kuÅŸtinane bên darzdin û cezayê xwe bikşînin.”

 

Sempozyûm ji alîyê hewldanên ’78 an û Baroya Amedê ve hatibû amade kirin. Sempozyûm bi navê “Tirkîye Rûqalî Rastîya Girtîgeha LeÅŸkerî ya Diyarbekîr dibe” Li gor agahdarîyên ku li ser navê hewldana 78 an heta niha bi 452 kesan re rûbirû hevdîtin pêkanîne û bi hezaran rûpel rapor amade kirine. Li ser navê Baroya Amedê serokê Baro Emin Aktar axaftinek kir û got: ew kesên di zîndana Amedê de  jiyan me wan fam nekir, ew bêdeng man, nepeyivîn, revîyan lê me nizanibû ji bo çi? Em li vir çi bibêjin wê kêm bimîne. Wêra, cîhê gotin qedîya ye!”

 

Serokê Yekîtîya Baro yên Tirkîyê Vedat Ashen CoÅŸar jî di gotara xwe de got: “Diyarbekîr rûreşîya me ye. Ev rûreşîya Tirkîyê ye. Ji bo em ji wê rûreşîyê xilas bibin divê em bi wê rûreşîyê re rûbirû bibin. jı bo em xwe bibexşînin divê  zîndana Amedê bikin muze”

 

Keça Necmeddîn Büyükkaya, Dr. Serdil Büyükkaya di bîranînê xwe de, dema çûndin û hatina zîndanê de, bi bavê xwe re hevdîtinan de bûyerên hatibûn serê wan anî ziman û i dawîya gotara xwe de got: ” Di wê demê de em di çûn zîndanê  rêwebirîya zîndanê digotin tu problem tuneye, lê em dihatin malê  bûyerên îşkence û rewÅŸa zîndanê me di BBC de guhdar dikir. Dibêjin em hevdû bibexşînin. Gelo wê kî kê bibexşîne? Ez tu kesî efû nakim, nabexşînim.” Necmeddin Büyükkaya gava ku ji alîyê serbazê Tirk, Abdullah Kahraman ve hatibû tehdît kirin, Necmeddin bersîva wî ewha dabû: “YüzbaÅŸi tu min bi kuÅŸtinê ditirsînî, raste tu dikarî min bikujî. Wê roj bê, tuyê nikaribî van bûyeran, van kiyarên xwe ji zaroyên xwe re bibêjî lê wê zaroyên min bi serbilîndî bibêjin, biaxifin.” Bi rastî gava Serdil Büyükkaya peyivî hemû beÅŸdarên sempozyûmê kelagirî bûn û ew gotinên Necmeddîn Büyükkaya bibîr anîn.

Di sempozyûmê de gelek zêdetir hûqûqnas, civaknas, psîkolog, rojnamevan û beşderwan mafê axaftinê girtin û peyivîn. Sempozyûm 2 roj dom kir lê daxwaza axaftinê tu car bi dawî nebû. Kesên di wan deman di zîndanê de bûn bi baldêrî gotarên axaftvanan guhdar dikirin. Lê xuya bû di derbarê hevdû fam kirinê de pirsgirêkên mezin hebûn. Lewra hinek kesên ku ji kevneşopîyên rêxistinên çep yên Tirk bûn, xwe weke xwedîyê  pirsê nîşan didan û bi quretî û bi poz bilindî daxwaz û nîyetên xwe pir eşkera dikirin. Xwe weke birayê mezin didîtin û ew helwesta xwe nîşandidan. Xuya bû ku ew camêrên han ji xwe re karekî nû dîtibûn. Xuyaye ku weke serdestên xwe, ew jî xwe weke xwedî û serdestê gelê Kurd dibînin. Lewra ew egîtên rojên giran (!) di axaftinên xwe de her tim mafê Tirkîyebûnê û sînorên ramanan diyar dikirin. Gelek ji wan xwe negirtin û dîroka gelê Kurd û Kurdîstanê bi zîndana Amedê ve girêdan. Zîndana Amedê weke mîlad nîşan dan û ev mîlad jî kirin sembola biratîya  gelê Kurd û Tirk bi nav dikirin. Ev çîrok jî kêfa hinekan di anî. Belê rastê di zîndana Amedê de gelek bûyerên dîrokî qewimîn lê di dîroka gelê Kurd de zêdetir îşkence, zilim, jenosîd, qetlîam û sîyaseta pişavtinê bi kar hatîye. Di hemû deman de gelê Kurd li gor şertên demê û li gor rêxistinbûna xwe bersîv daye.

Di navbera salên 1980 û 1988 an de, di zîndana Amedê de ji sedî zêdetir bi îşkence hat kûştin. Di salên 1986-87 an de navê 32 kes hat eÅŸkera kirin û bi ÅŸahidîya kesên bûne ÅŸahidê bûyeran di derheqê îşkencekaran de gilî kir û daxwaz ji dozgerîya leÅŸkerî ya Amedê kir ku doz bê vekirin. Lê dozgerîya leÅŸkerî di demek kinde bersîv da û got: “Gilî û îddîayên ÅŸahidan ne raste, li zîndanê îşkence pêknatîye. Ew kesên ku navê wan hatine diyar kirin bi sedemên nexweşîyan jiyana xwe ji dest dane.” Lê belê rastî ne wusa bû. Bi sedan mirov bi iÅŸkence hatin kuÅŸtin, bi sedan mirov seqet ma, kesên dîn bûn û bi nexweşîyên bê derman ketin hejmara wan nediyare. Di nav salên 1980 û 1984 an de 5 hezar zêdetir mirovên Kurd di bin îşkencên Amedê de derbasbûn. Giranîya wan kesan xort û keçên polîtîk bûn, lê ji hemû beşên civata Kurd kesayetên cûda di zîndan 5 nolu yê de derbas bûn. Bajarî, gundî, bazirgan, parlementer, serokeşîr, axa oldar, ÅŸoreÅŸger, welatparêz û xortên çalak di bin zilma zîndana Amedê derbas bûn.

Di sempozyûmê de, hemû beşdarvan gihîştin wê encamê ku kiryar û îşkencên li zîndana Amedê qewimîne hemû tawanbarîya mirovahîyê ye û bi awayekî sîstematîk ji alîyê dewleta Tirk ve pêk hatine. Ev tawanbarîya li dijî gelê Kurd û malbata mîrovahîyê pêkhatîye divê bê ceza nemîne. Di civînê û piştî civînê derket holê ku ne dewlet û ne jî sîyaseta serdest ya Kurd hê jî ne amadeye ku bi rastîyên zîndana Amedê ve rûbirû bibe. Bêalaqa û sarbûna dûrî civînê mirova digihijîne wê encamê. Lewra ji bo mî, poz û qirik bi deh hezaran mirov dikevin kolanan lê ji bo darazdina işkencekarên zîndana Amedê û ji bo bîranîna şehîdên zîndana Amedê, li ber zîndana 5 nolu ye 500 kes nacivînin. Ev jî dide xuyakirin ku hinek naxwazin defterên kevin bênvekirin.

Divê em baş bizanibin ew îşkencên li Zîndana Amedê  bi awayekî sîstematîk bikar hatiye, yek ji wan polîtîkayên dewleta Tirk bû ku bi salane li dijî gelê Kurd dimeşîne. Ew kujer û îşkencekaran fermanên dewleta Tirk bi cîh anîne hewldan û doza me ne tenê bi wan re ye, ne tenê bi Esat Oktay û hevalên wî re ye, bi sîstema dagirker û kolonyalist re ye. Divê em tu carî li dijî celadên xwe bêdeng nemînin û her tim xwedî doza xwe bin. Ji bo wî jî berîya her tiştî şahid û mexdûrên wê demê, hûqûqnas, civaknas û psîkologên Kurd di nav xwe de komîsîyonekî ava bikin û serkirdîya vî karî bikin. An hinek kemalistên çepgir serokatîya me bikin tu encamek jê dernakeve û wê ew camêr li gor berjewendîyên dewleta xwe li çareserîyekî bigerin. Dive giranîya komîsyonê ji pisporên Kurd bê avakirin û çend kesên akamedîk ku mafên mirovan diparêzin jî tê de cîh bigire baştire. Divê di hemû waran de em ji îşkencekaran hesap bixwazin û dinê li wan teng bikin.

Piştî encama sempozyûmê de herkes gihîşt wê encamê ku kesên di wê demê de li zîndana Amedê mane di derheqê işkencekar û berpirsîyarên darbeya 12 îlonê de doz vekin û derheqê wan de serî li dozgerîyê bidin. Roja 11:10:2010 an de seet 11 an de bi girsayî wê gilîname bidin dozgerîya Amedê. Di wan salên dijwar de nêzîkî 5 hezar kes di zîndana Amed de derbas bûn û îşkence dîtin. Gelo wê ji wan çend kes beşdar bibe an sîyaseta serdest û parlementer û şaredarên Kurd çiqasî piştgirî bidin wan hewldanan? Gelo ew cengawêrên dîroka Kurd û Kurdîstanê bi zîndana 5 nolu ve girêdidin wê piştgirî bidin şahîdên demê?    10/10/2010

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *