NASNAMEYA ŞEHÎDAN

ÎSMAÎL QADIRÎ

Hogirê me Îsmaîl QADIRÎ, li Rojhilatê Kurdistanê, li gundê KULÎC yê bi ser bajarê Pîranşehîr ku li herêma Lacan e, di zivistana 1946`an wek kurê malbatek welatperwer ya xwedî zevî û dewlemend hat dunyayê. Malbata Îsmaîl Qadirî, malbatek welatperwer e ku di tevgera netewî ya Kurd de xwedî cîyekî girîng e. Kalê wî Kak Mamend, hevalekî Mistefa Berzanê yê gelekî nêz bû.

Dema ku di sala 1945`an de Mistefa Berzanî çû Rojhilatê Kurdistanê, demek dirêj li mala Kak Mamend bûbû mêvan. Mamê wî Mihemed Emîn, di Komara Kurd ya Mahabat de yek ji alîkarê Qazî Mûhamed bû. Bavê wî, efserekî Artêşa Netewî ya Komara Kurd ya Mahabat bû. Him bav û him jî mamê wî ji kadirên PDKÎ yê girîng bûn û ji bo partîyê xizmetên giranbuha kirin. Di salên ku Berzanê li Yekîtîya Sovyetan dima jî, pêwendîyên wan bi Barzanî û malbata Barzanî re dewam kir.

Piştî ku di 14 Tîrmeh 1958`an de Berzanî vegerîya Iraq`ê, têkilîyên wan yên sîyasî ku bi Berzanî re dîsa germ bû. Vegera Berzanî ji Yekîtîya Sovyetan û geşbûna tevgera netewî ya li Başûrê Kurdistan, ji bo rêvebirîya Şahitî ya Îran`ê metirsîyek ne asayî çêdikir. Van herdu welatparêz, ji alî Teşkîlata Îstîxbarata Îran ve hertim dihatin şopandin. Li gorî raporên SAVAK`ê ku di derbarê van têkilîyan de, bav û mamê Îsmaîl di 1960`î de hatin girtin û xistina Girtîxana Leşkerî ya Mahabat.

Hogirê me Îsmaîl QADIRÎ, dibistana Sereta li gundê ku lê çêbûbû li Kulîc û Şino xwend, dibistana Navîn û Lîse li Urmîyê qedand. Piştre qeyda xwe li Zanîngeha Îstabul Fakulteya Dezgehî çêkir. Dema li Îran`ê şoreşa Sibat 1979 pêkhat, ew xwendekarê pola dawî ya Zanîngeha Îstabul Fakulteya Dezgehî bû, ji bo mezûnîyeta wî tenê du ders mabû. Lê ew piştî şoreşê bêyî ku destûrname wergire bi lez vegerîya Kurdistana Rojhilat. Li gor mercên wê demê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji alî teorîk ve pêşketî û di warê îdeolojîk jî kadirekî gihîştî bû. şoreşgêrekî radîkal bû ku sosyalîzma zanîyarî diparast û welatperwerekî rewşenbîr bû.

Îsmaîl QADIRÎ, di 21 Nîsan 1979 de li Rojhilatê Kurdistanê NEGADE şehîd bû.

Piştî şoreşa Sibat 1979`an li Negade di navbêna Kurd û Azerîyan de hinek bûyerên xerab pêkhatin, cî bi cîh pevçûnên bi çûk destpêkir. Hogir Îsmaîl, ji temirandina bûyeran û ji bo di nava her du alîyan de aşitîyê çêke bi Dr. Kemal re ji Urmîyê çû bajarê Negade. Îsmaîl Qadirî û Dr. Kemal li wir bi serekên Azerîyan re hevdîtin pêkanîn û di navbêna alîyan de rewşa aşitî pêkanî. Piştî hevdîtinan dema ji Negade vegerîyan Urmîyê, Jeep`a ku lê siwar bûbûn ji alî milîsên Azerîyan ve bi çekên otomatîk hatibû gullebarankirin. Hogir Îsmaîl û Dr. Kemal bi çekên xwe yên biçûk bersîf dabûn. Lê her du jî birîndar bûbûn û rakirin nexweşxaneya Negade. Birînên wan ne giran bû, reşa mirinê tune bû. Ji bo ku personelê nexweşxanê ji Azerîyan pêkdihat tîmara wan nehat kirin. Rêheval Îsmaîl li wira ji wendakirina xwînê mir. PDKÎ Termê wî bir Mahabat, li goristana şehîdan bergor kirin.

Îsmaîl Qadirî, şoreşgêrekî jîyana xwe ji bo doza Kurd terxan kiribû. Salên dawîn mahkûm bû û nikarîbû biçe Îran`ê. Welatperwerekî ji alî SAVAK`ê dihat lêgerîn û şopandin. Tede, gef û zordarîya li ser malbata wî çavê wî netirsand; têkilîyê wî yê bi Îran û Rojhilatê Kurdistanêê tucarî nebirî. Çend carekî bi dizî derbasî Kurdistana Rojhilat bû, lê nikarîbû li wir bisitirîya. Ji bo têkilî û hevkarîya navbêna tevgerên welatperwer yên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê rolekî girîng dilîst. Di tevgera çekdar ya ji alî PDK-I/QD ve ji nuh de li Başûrê Kurdistan di 26 Gulan 1976`an de destpêkir keda wî çêbû. Di wergerandina pirtûka “Stratejîya Nuh” ya PDK-I/QD de alîkarîyên wê bûn.

Îsmaîl Qadirî, salên ku li Tirkî ma, mîna endamekî tevgera me PDK-T/KUK xebitî. Dema li Îstanbûl dixwend, tevlî ku ji alî SAVAK û MIT ve dihat şopandin, di çalakîyên şoreşgêr de hertim cîh sitend. Şoreşgêrekî xebata îlegal zanîbû, li hemberî polîsê sîyasî xwedî ezmûnek baş bû. Tevgerên welatperwer yên her çar perçê Kurdistanê baş nasdikir. Di vê mijarê de, tevlî zanîna wî ya teorîk, xwedîyê ezmûn û serpêhatîyên baş bû.

Îsmaîl Qadirî, rêxistinên sîyasî û demokratîk yên Ewropa jî baş nasdikir, bi wan re di nava têkilîyên germ de bû. Di avabûna PALE (Rêxistina Şoreşvan û Welatparêzên Kurdistan) li Ewropa û pêwewndîya wê bi tevgera me re xebatên wî yê giranbuha bû. Di navbêna rêxistinên polîtîk yên Kurdistan û sazîyên demokratîk yên li Ewropa rolekî mîna pirê dilîst.

Îsmaîl Qadirî, ji bo Kurdistanê û bi taybet Kurdistana Rojhilat di warê zanîna teorîk, serhatî û ezmûnan de kadirekî welatperwer yê bijarte bû ku hêvîyên mezin jê hebû. Mirina wî ya bêwext ji bo tevgera netîwî ya Rojhilatê Kurdistan û rêxistina me wendabûnek ku cîyê wî nedihat dagirtin. Lê mîna ku her tişt xwedîyê hêjayîyekê ye berdêlek wê jî hey e. Lê “JI AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎN E!..” Lewma, “DARA AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN GEŞDIBE!..” Netewe û gelên dixwazin azad û serbixwe bin, divê vê berdêlê bidin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir