Li Rojhilatanavîn lîstika sîyasî

Hêzên serdest li gorî pêwîstîyên xwe rojevê çêdikin û bala raya giştî û hemû cîhanê jî dikişînin.

Em di orta giloka lîstika sîyaseta Rojhilatanavîn ya tevlîhev de ne.

Lîstik pir hêsan û zelal tê dîtin: bi navê “Weqfa Alîkarîya Mirovî” alîkarîyê dibin ji Filistînîyên ku di bin gemaroya Îsraîl`ê de ne. Yên pêşkêşîya vî karî jî dikin tirk in.

Tirkan zanîbû ku wê Israîl helwestek werê rêbide: sebeba gemaroya Xeza`yê ku Îsraîl rêdide ev e; “armanc, em nehêlin ku ji Hamas re sîleh bên.”

Îsraîlî dibên: “ku hûn dixwazin alîkarîya însanî bikin, bi destê karbidestê me, yan bi destê Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor hûn karin bikin. Jixwe me wan birçî nehîştîye û çi alîkarîya pêwîst hebe em bi wan re dikin.”

Di demek ku Îran bi gumana çêkirina çekên navokî, di bin awira cîhanê de ye, ku Îsraîl wê ji xwe re gefek jîyanewî dibîne û sê keştîyên Îsraîl yên şer ku li rexavên Îranê ne.

Amerîka dixwaze li hember wê, bi rêya Neteweyên Yekbûyî, biryara gemaroyê bistîne, tirkan bi serê xwe û tevlî Brezîlya bi Îranê re li hev kir. Amerîka jî dibê ez vê biryar û peymanê nasnakim. Serokwezîrê tirk, bi jargonê Îranê bersîva Amerîka dide.

Hêvîya Amerîka û Îsraîl hebû ku tirkî li hemberî Îranê bixebitînin. Lê ev demeke ku di polîtîka Tirkîye de, ji hevkarên xwe yên salan, berbe Îranê û Erban ve şemitandinek heye.

Jixwe gemaroya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ya li hember Îranê ku tê fikirindin jî fêde nake: çimkî dewleta tirk, heta niha ji gemaroyên li hemberî Îranê û cîranê xwe re rîayet nekirîye û hîn xurttir dan û sitendina xwe meşandîye.

Herkes dizane ku dewleta Îran terorîst, kevneperest û antî demokratîk e. Serokê dewleta Îranê Ahmedînejat bixwe destê wî di xwîna Kurdan de ye û terorîstekî qatil e. Îran tu qanûnên navnetewî nasnake, vekirî gefa li Îsraîl`ê dixwe û dibê: “Ez`ê vê dewletê ji ser rûyê cîhanê rakim!” û çekan dide Hamas`ê.

Hukumet, muxalefet, berdevkên artêşê û çapemenîya tirk, bi israr dixwazin kuştina 6 leşkeran ya li Îskenderûn`ê û operasyona Îsraîl ya li hemberî keştîyên çalakîyê, bi hev girêbidin.

Gelek balkêş e ku M. Alî Bîrand, di nûçeyê D Kanal de got: “Hêza leşkerê Îsraîl ya13. êrîşî keştîyên “alîkarîyê” kirine; ev hêz jî karê sûîkastan dike, hêzek qatil e û yên teqawît dibin jî niha li “Bakurê Iraqê” (Kurdistanê) kardikin.”

Hinek jî bûyera kuştina 7 leşkeran ya Reşadîye`ya Tokat`ê û ya Îskenderûn`ê karê Ergenekon, Neokon û Mosadê bi hevre dibîne ku xwedêgiravî PKK wek taşaron dixebitînin.

Eşkereye ku Ergenekon yanî ordîya tirk û Kemalîst naxwazin şer bisekine. Loma li hemberî her gava “Rêlêvekirina Demokratîk” ya hukumeta AKP derketine. AKP jî di vê polîtîka rêlêvekirinê de çiqas cîdî ye û çiqas ji xwe bawer e, di avêtina pêgên vala, giran û sist de xwanê dibe.

Di bingeh de tu ferq di navbêna tirkîye û îran de tuneye; tenê ferq rejima Kemalîst û sofîkan bû; lê bi hukumetbûna AKP re, ew ferqa jî rabû.

Herdu dewlet jî dixwazin bibin emperyal û mîratên împaratorîyên xwe geşbikin. Loma wê têra xwe tevlihevîyê çêbikin û xwînê bidin rijandin.

Îsraîl û Filistîn ji bo wan tenê bahane û alavên sîyaset, pêşketin û hakîmîyeta wan e.

Herkes dizane kû gelê Kurd ji sedî 95 musluman e, lê van herdu dewletan, tevlî Sûrî û berê jî Iraq, tu xerabîyên nemayî nemaye ku nanîne serê Kurdan. Madem ev dewlet musulman in û xêra musulmanan dixwazin, çima mafê Kurdan qebûl nakin û ewqas zulum, zordarî û qetlîaman tîne serê wan.

Di bin destê van dewletan de, piranîya gelê Kurd, di bin sînorê birçîbûnê de dijî; bi şev û bi roj ji wan re koletîyê dikin jî têr naxwin.

Ma Efrîqîyên Somalî û Sûdan ne musulman in, ji birçîna dimirin, çima tirk û îran alîkarîya wan nake. Loma argumentên wan ya “alîkarîya însanî” nayê bawerkirin.

Heger hemû sazîyên dewletê, dîndar, faşîst û “çepên” tirk, faris û ereban bi hevre tiştek parastin, divê em Kurd bisekinin û li ser bifikirin!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir