Serdana Berzanî ya Turkîye û Çarenûsa Kurdistan

Di rewşa îro de, di nava 40 mîlyon Kurd, tevlî rêxistin partî û sazîyên Kurd, yê li heremê û qada navnetewî, di warê sîyasî ku bi asasî berjewendîyên gelê Kurd temsîl dike û li ser navê Kurd dîplomasîyê dimeşîne Serokê Kurd Mesûd Berzanî ye. Birêz Berzanî, him ji alî dijminên gelê Kurd û him jî ji alî hemû dewletên cîhanê wek Serokê Kurd û muhatabê sîyasî yê herî girîng tê qebûlkirin.

Serok Berzanî, her tim li ser zemînek meşrû xebat û tekoşîna rizgarîya neteweya Kurd meşand, di helwest û armanca xwe de dudilî û durûtî rê neda, hest û daxwaza wî çi bû wêya got û ne ji soza xwe derket, ne jî ji gotina xwe vegerîya. Mafê gelê wî çi bû, bê dudilî doza wêya kir û her tim got: “wek her gel û neteweya li dunyayê dijî, mafê gelê Kurd jî heye çarenûsa xwe bigire dest xwe, bibe xwedîyê serxwebûn, azadî û yekîtîya xwe!”

Birêz Mesûd Berzanî, di hinek mercên aloz de, berî bi du roja hat serdana Turkîye kir. Bi vê serdanê, ji bo Kurdan jî û ji bo dewleta Tirk jî di Rojhilata Navîn de sîyasetek nuh dest pê kir.

Piştî şerê kendavê û guhertina rejîma Saddam, gelê Kurd, li beşekî Kurdistanê defakto serwer bû û meclîs û hukumeta xwe avakir.

Amerîka bi rêya hevalbendên xwe wek Yûnan û Îsraîl, A. Ocalan girtin dan dewleta Tirk û ew xistin bin kontrolê. Lê ji alî din ve Amerîka xwest bi rêya Serokkomarê Tirk Turgut Ozal Turkîye razî bike ku Turkîye leşker bişîne Iraqê. Wê demê Ozal xwest partîyên muxalif û leşkeran razî bike ku têkevin Kerkûk û Mûsilê; lê muxalefeta Kemalîst û Sererkanê wê gavê Kenan Ewren bi tundî li hember daxwaza Ozal derket.

Armanca vê helwesta dewleta Tirk ew bû ku li dij gelê Kurd sîyaseta xwe ya klasîk berdewam bike, wek ku li nav xwe tu mafî ji Kurdan re nas neke, nehêle li perçên din jî Kurd bibin xwedîyê statuyekê. Ji bo vêna jî bi dewlet û hêzên li herêmê re ketin nava hevkarî û komployan. Piştre bi amdekirina komploya ku Amerîkî û pêşmergeyan turik xist serê efserê wan û ew dersînor kirin û li hember “Guneş Harekati” ku provaya dagîrkirina Kurdistan bû, Amerîka helwesta tund rê da ku leşkerê xwe ji Kurdistanê derxin, dewleta Tirk neçar ma ku Îdareya Herêma Kurdistan muhatap bigire.

Bi handana Îranê, bi hevaltîya Goran, YNK û partîyên Îslamî û PKK, hukumeta Malikî ji alîkî leşker şand ser herêma Kurdistan û ji alî din dest danî ser butçeya Kurdistanê. Ev jî li Kurdistanê bû sebebê qeyrana aborî û sîyasî. Paralelî vêya li Silêmanî,  li dij avahîya partîyê ya PDK pêşandan û êrîş li darxistin.

Serok Mesûd Berzanî, li hember vê qeyranî, hukumetek hevbeş da avakirin, aştîya nava xwe parast, têkilîya bi Amerîka, Turkîye û Ewropa re xurt kir û dest bi firotina petrola xwe kir. Piştre got ku “heger dewleta Iraq mercên Makezagonê û madeya 140 pêknîne û para me ya butçê neşîne, em mecbûr in ku serxwebûna xwe ragihînin!” Rayedarên hukumeta Tirk got in: “em ne li dij vêya ne!” lê dewleta Îran bi tundî li dij derket û got: “em destûr nadin ku Iraq perçe bibe!”

Îran dixwaze li herêma Rojhilata Navîn nufuza xwe xurt bike û kemberek Şîa damezirîne. Turkîye jî wek mîratxurê Osmanî ew xwe xwedîyê heremê dibîne û dixwaze firehbûna Îran bisekinîne û ew li herêmê serwer be. Turkîye, ji ber egerên jeopolîtîk, stratejîk û aborî,  bala xwe didê vêya bêyî hevkarîya Kurdan nabe.

Piştî qeyrana Sûrîye, dewleta Tirk vekirî piştgirîya muxalefeta rejima Esad ya Îslamî kir. Îran jî vekirî piştgirîya Esad kir. Bi hevalbendîya Îran û PKK ve girêdayî, rejijma Esad piştgirîya PYD kir û YPG da avakirin ku li hember dijberên rejimê û Turkîye herêma Kurd biparêzin.

Ji bo Sunna li Sûrîye serwer bibe,  li Iraqê jî herêma Sunna bê parastin, ji alî Turkîye, Erebîstan Suûdî û Qeter, li hember serxwebûna Kurdistan jî  bi dilxwazîya Turkîye, Îran, Iraq û Sûrîye DÎIŞ derket meydanê. DÎIŞ, pêdivîyên leşkerî, aborî û lojîstîk ji van dewletan û yên leşkerî bi giranî ji Sûrîye û Iraq bi destxist.

Ji bo ku DÎIŞ, hêza Kurd ji hevdeketî û qels didît û Kurdistan perçakî “axa Sunna” didît û bêtir piştgirîya hêzên heremê yên dijî-Kurd bistîne, êrîşî herema Kurdistan kir. Ji alîkî de Serok Berzan û rêvebirîya PDK, bi hemû hêza xwe û canfîdane li hember DÎIŞ sekinî û ji alî din Amerîka û Ewropa zû bi gazîya Kurdistanê ve hatin û bûn alîkar ku hêza Pêşmerge DÎIŞ bişkîne û ji axa Kurdistanê bavê der.

Ji alîkî ve herema Kurdistan bi piştgirîya navnetewî xurt bû û ji alî din hêza rejima Iraq, Sûrîye û DÎIŞ qels bû. Amerîka bi hevkarîya Berzanî jî ket hewldana ku li Sûrîye, alîkarîya leşkerî  bide YPG û hin hêzên zimnen hevalê rejîma Esad in, him wan ji rejimê biqetîne û him wan li hember DÎIŞ bi karbîne.

Ji bo ku rejîma Esad, di warê aborî û leşkerî de bi temamî îflas kir û serwerîya xwe li ser axa Sûrîye bi giranî wenda kir, teslîmî polîtîka Îran bû û xwe avêt derîyê Rûsya. Rûsya jî ji ber pirsgirêkên nav xwe yên sîyasî û aborî û ji bo nufuza xwe ya stratejîk û jeopolîtîk li herêmê li fersendek werê digerîya. Tifaqa Rûsya, Çîn, Îran, Iraq ku fîîlen ketin parastina rejîma Sûrîye hat avakirin. Zimnen YNK, Goran, PKK/PYD terefê vê tifaqê ne. Ji xwe ji helwesta wan ya li dij dewletbûna neteweya Kurd û derxistina qeyrana Seroktîta Herêmê û bi hevre êrîşkirina nivîsgehên PDK û vekirî meşandina propagandeyek reşkirinê dîyardike bê terefê kêne!

Xistina firoka Rûs ji alî Turkîye ku Rûsya hêzek mezin ya leşkerî anî heremê û hemû grûbên muxalefeta Esad da berxwe û lêda, hemû sîyaset û hesabên Tirkan serobino kir. Rejima Tirk, mecbûr ma ku li hember DÎIŞ`ê vekirî helwest bigire.

Perwerdekarên leşkerî ku bi daxwaz û destûra hukumeta Iraq`ê çûbûn Başîka (Mûsil), piştî ku dewleta Tirk xwest wê hêzê teqwîye bike û bê destûra hukumeta Iraq leşkerên zêdetir şand, di navbêna Iraq û Turkîye jî qeyrana dîplomasî derket holê.

Rûsya, ambargo danî ser kirîn û firotina Tirkî û gefan lê dixwe. Gaza Turkîye, bi giranî ji Îran û Rûsya tê û hertim xetera birîna gazê ji her du welatan hey e. Di navbêna Turkîye û Sûrîye de pêwendîyên dîplomatîk fîîlen hatîye birîn. Di van mercan de Birêz Mesûd Berzanî çû Turkîye.

Vê carê di helwesta dewleta Tirk de, daxwaz û helwesta sîyaseta DYA û T. Ozal xwe rêda. Bi qwasî pêdivîya herêma Kurdistan ya jîyanewî bi Turkîye hey e, êdî pêdîvîya Turkîye jî bi Başûrê Kurdistan hey e. Mîna Kurdistan, di warê aborî/enerjî, jeo-polîtîk/stratejîk dora wê hatîye pêçan û mohtacî dewletek wek Turkîye ye, êdî Turkîye jî dora wê hatîye pêçan û muhtacî Kurdistanê ye.

Ji bo serxwebûna Kurdistan, yê heta niha Amerîka û Ewropa asteng dikir, bi giranî Turkîye bû. Lê piştî serdana Berzanî û li ba ala Iraq danîna ala Kurdistanê, vekirî statuya Kurdistanê ya federal jî qebûl kir. Wateya wê, sibê Kurdên Başûr li ser çarenûsa xwe çi biryarê bidin, wê dewleta Tirk jî qebûl bike(!)

Ev demek e Serokwezîr û Serokkomarê Tirk û hin rêvebirên herêma Kurdistan, behsa neheqî û derbasnebûna hukmê peymanên Lozan û Sykes-Picot dikin. Hinek rayedarên Amerîkî û Ewropî jî mafdarîya rewatîya avabûna deweleta Kurd bi lêv dikin. Ev jî hêvîya meriv çêdike ku li ser statuya çarenûsa gelê Kurd di nava van hêzan de konsensusek pêkwere. 11-12-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *