Balek Li Konferansa Amedê

Dema te xweÅŸ,
Tevî silavên biratîyê û daxwazên serketinêve…
Min do bişev (15 îlon 2011) mesaja M Can xwend, ku têde daxwaza nameyek ji min dikke…
Ez li destpêkê hestên xwe diyarbikim; Min heta vê mesajê negirtibû Konferansa ku li Amedê wê çêbibe pir bala min nekişand, nihajî jibona min balkêş nine!
Bêguman yekîtî, yekbûn, hevkarî, konferans û her civînên neteweyî gelek pêrozin.
Li gor bawerîya min Ne Konferansa li Amedê û ne jî Konferansa ku li Hewlêrê çêbibe ne ji ber hest û berjewendîyên neteweya Kurd û welatê me Kurdistanê çêdibin. Ev jibona meşandin û pêkhanîna projeyên heyî bêdengkirina Kurdan yan jî tevêkirina kurdan pêktên.
Ev nayê wê wateyê ku çi guhertinên ku li Tirkîyê çêbin metêkildarnake, bê guman her guhertinek erênî yan jî neyênî bandorê li gelê me li civat û jîyana me kurdan jî dike. Ji ber wê jî balkêşîya me jî gereke di wê çarçoveya bandorlêkirinêdebe, ne ku em wan guhertinan wek çareserîya pirsgirêka me ya neteweyî pêşkêşbikin!
Konferan eger di bin banaga lêgeryana çareserîya rê û rêbaza rizgarkirina Kurd û Kurdistanê bûna. Di vê rêyê da lêgeryana yekîtî û hevkarîya Kurdistanîyan bûya, yan jî lêgeryana honandina rêxistinek nûjen ya Kurdistanîyan bûna wê jibona min balkêşbûna.
Li gora min ev Konferans lêgeryana bihêzkirina destê apoyîyan e! Ew jî jibona Kurd û Kurdistanê çi dixwazin! Çawa tevdigerin li berçavane! Ev di banga Konferansê de jî vekirî tê dîyarkirin.
Meriv dikare di çarçoveya bandora li ser civata Kurd de li destûr û yasayên Tirkîyê binêre! Di wê çarçoveyê de lênêrînên xwe dîyarbike!
Lê li ser navê Kurdan, `Hêla dî de, li Tirkiyê yekemcare ji bo amadekirina Kanûnek Bingehîn
ya sivîl û demoqratîk rewşeka lihevjkirinek giştî heye. Çekirina
Kanûna Bingehîna nû bi rengek demoqratîk û azadixwaz, misogekirina maf
û azadiyên hemû derdorên civakî, naskirina nasnama hemû gelan,
girêdayiyê xwurthêziya me û di vê rêde hunandina yekîtiya me ye.
Konferansa me, bi rojeva jêr, 17-18’ê ÃŽlona 2011’an, li Amedê` vê lênêrînê dîyarkirin ÅŸerme!

Gelo jibona me Kurdan, ji çi demî ve destûra dewleta Tirk ji alîyê sêvîl yan jî leşkerîyê ve tê çêkirin girîng bûye!
Destûr ya dewleta Tirk e, honandina dewleta Tirk e. Ew hevbeşî û hevparîya tu gelan nake!
Tenê heta ku em bindestbijîn destûra wan li ser wê jîyana meya bindest de, bandorê pirtir yan kêmkirina jan û hêşa me dike!… Ger em bi çavek dinê lê binêrin tenê em xwe û geleê xwe dixapînin…
Ez lêborîna xwe dixwazim, divê dema teng de min ew çend nuqte di warê lênêrîna xwe de bînim ziman. Dibe ku hinek gotin hiÅŸkbin û xweÅŸ neyên dîtin ez dubare lêborînê dixwazim…
Arnhem, 16 îlon 2011
B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *