Sıddık BOZARSLAN
”Dema mirov ”Mem û Zîn”ê dixwîne û bi baldarî lê difikire; mirov dibîne ku Xanîyê nemir giringîyeka mezin daye hêla Botan û bajarê Cizîrê. Ev jî nîşan dide ku Xanî xwestîye salixê dewleteka Kurdî ya xweser û komeleka Kurd a pêşketî û dinamik û geş bide. Jibo salixdaneka wisa jî Botan hêleka îdeal, Cizîr jî bajarekî îdeal bûye. Lewra di Kurdistanê da Botan hêleka gelek giring e. Ji ber ku Botan hema hema di nîveka Kurdistanê da cî digire, ji te´sîra çandeya Tirkan û Eceman û Ereban dûr maye; rengê xwe yê neteweyî û rûyê xwe yê Kurdîtîyê parastîye; xasma li hevberê wêrankarîya her du dewletên zordest, yanî dewleta Osmanîyan û dewleta Eceman, karîye li ser lingan bimîne û karîye digel xwe pênasî û çandeya Kurdî jî li ser lingan bihêle.
Botan, ne ku tenê hêleka Kurdistanê bûye, lê di eynê demê da dewleteka Kurdî bûye jî. Cizîr jî hem serbajarê wê dewletê bûye, hem jî jibo hêla Botan merkezeka îdarî û abûrî û çandeyî ya gelek giring bûye; bi wî awayî, jibo Kurdistanê gişt giringîya wê hebûye. Hukumdarê dewleta Botan jî bi dewlemendîya xwe, bi gewretî û şîyana xwe di Kurdistanê da nav û deng daye û bi navê ”Mîrê Botan” hatîye naskirin.
Ji ber van semedan, Botan û Cizîr û Mîrê Botan di nava Kurdan da bûne sê nîşan, bûne sê sembol û hem di folklora Kurdî da, hem jî di edebîyata Kurdî ya klasik da cî girtine. Gelek çîrokên Kurdî yên gelî hene ku di wan da qala Botan û Mîrê Botan û Cizîra Botan tê kirin; salixê dewlemendî û gewretî û şîyana Mîrê Botan tê dayîn. Bi vî awayî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku Botan, ne ku tenê hêleka Kurdistanê û dewleteka Kurdî bûye; lê her weha jibo çande û folklora Kurdî jî kaneka giring û serçavîyeka têrbereket bûye.
Dîsa ji ber van semedan, hin hozanên Kurd ên berîn jî di helbestên xwe da cî dane Botan û Cizîrê û Mîrê Botan. Mesela hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîrî, di helbesteka xwe da weha gotîye:
”Ez gula baxçeyê Îrema Botan im
Ez şevçiraya şeva Kurdistan im.”
Wek ku tê zanîn, Îrem navê baxçeyekî efsaneyî ye ku bûye nîşan û sembol jibo xweşbûna cîyan. Melayê Cizîrî, di wê helbesta xwe da yan Botan şibandîye baxçeyê Îremê yan jî bajarê Cizîrê şibandîye Îremê, xwe jî şibandîye gula wî baxçeyî; yanî ”ew Botana ku wek baxçeyê Îremê ye, ez gula wî baxçeyî me”, yan jî ”bajarê Cizîrê ku di hêla Botan da wek baxçeyê Îremê ye, ez gula wî baxçeyî me.”
Li gora hin serçavîyan, berêya berê Îrem navê Cizîrê bi xwe bûye û di hin çîrokan da bi wî navî qala Cizêrê tê kirin.
Dîsa Melayê Cizîrî, di helbesteka xwe ya dî da ku li ser Mîrê Botan Xan Şeref nivîsîye, weha gotîye:
”Ma Cizîra wek bajarê Darê, tenê serbajarê heft hêlan be!
Min divê tu jî bi hukm û şîyanê wek Eskender û Fexfûr (hukumdarê Çînê) bî!”
Çawa ku Botan wek dewleteka Kurd, Cizîr jî wek serbajarê wê dewletê di nava Kurdan da bûne nîşan û sembol. Mîrê Botan jî bûye nîşan û sembola şîyanê û hêzê û hukumdarîyê. Melayê Cizîrî, li ser Mîrê Botan ê hevdemê xwe Xan Şeref du helbestên gelek rûmetbilind û giranbuha nivîsîne û di wan da bi hunermendîyeka mezin pesnê Xan Şeref daye. Du malikên serê yekê ji wan helbestan weha ne:
”Ey Şahê Şahan ê gewre, Xwedê parêzdarê te be
Sûreyê Înna Fetehna parêzdar û yarê te be.”
Her du malikên serê helbesta dî ya li ser Xan Şeref jî weha ne:
”Xanê xanan, stêra te ya birqok tim ronî û têrnûr be
Gemîya bextê te jî ji bayê çewt û dijkar dûr be.”
Wek ku dixuye Melayê Cizîrî di serê helbesta berîn da ji Xan Şeref ra gotîye ”Şahê şahan”, di serê helbesta 2yan da jî jê ra gotîye ”Xanê xanan”. Ev jî nîşan dide ku Mîrê Botan di nava Kurdan da xwedîyê cîyekî gelek bilind bûye û bi çavekî gelek mezin lê hatîye nihêrtin.
Aha ji ber van semedan, Xanîyê nemir jî di ”Mem û Zîn”ê da cîyekî giring daye Botan û Cizîrê û Mîrê Botan…” (eynê eser, r. 42- 44)
Ez jî dixwazim bi çend hevokan li nêrîna Seydayê Bozarslan zêde bikim û bêjim ku Cizîra Botan, wek serbajarê dewleta Botan, bûne serçavîya îlhamê jibo Ehmedê Xanî ku wê şahesera xwe binivîsê û dîyarîyê kurdan bike.
Lê nuqteyeka balkêş jî ev e ku navên Mem û Zînê, ji alîyên Melayê Cizîrî (1407- 1481) û Elîyê Herîrî (400 Hicrî, 1009, 1010- 1078 – Mîladî) ve jî hatine bikaranîn ku ev rastê demên gelek berîya Ehmedê Xanî tên. Li gora haydarîyên ku mamosta Kadrî ji kitêba M. Saîd Ramazan el- Botî (Mem ve Zîn) girtîye; çîroka eşqa Mem û Zînê li Cizîrê di 1393yî Mîladî da jîyaye. Li vir tê xuyakirin ku ya tarîxa ku el- Botî gotîye şaş e; ya jî tarîxa jîyana E. Herîrî şaş e. Lê wer xuya dibe ku van tarîxan hemî tiştên gote gotê ne û ne belgeyî ne. Ji wê jî giringtir, hin tarîxên ku mamosta Kadri bixwe li gora wan serçavîyan bikaranîye li hev nayên û ji rastîyê dûr in. Mîsal mamosta Kadrî dibêje ku ” Melayê Cizîrî derdora 150 sal piştî Herîrî wefat kirîye” û dema deng li yara xwe kirîye weha gotîye:
”Mûyek ez ji te nadim bi sed Zîn û Şîrînan,
Çi dibît ger tu hesabkî min bi Ferhad û Memê” (Kadri Yildirim, eynê eser r. 44- 45)
Wek li jor tê xuyakirin di navbera wefata M. Cizîrî û E. Herîrî da derdora 400 sal ferq heye ne ku 150 sal. Şoleka dî jî, dibe ku tarîxên jîyanên M. Cizîrî û E. Herîrî ne rast bin. Mixabin em wê jî nizanin. Lê tarîxên jîyanên her du hozanên me yên gewre, li gora haydarîyên kitêba A. Jaba ku wê demê Sefîrê Rûsî yê Erzurumê bûye, di 1860an da li Saint Petersburg hatine nivîsîn. Mirov texmîn dike ku çavkanîya haydarîyên A. Jaba, bi ihtîmaleka mezin Mela Mahmûdê Bayezidî (1799- 1867) ye. Belam M. Mahmûdê Bayezidî, dostê A. Jaba bûye.
Wek mîsal Elîyê Herîrî dema pesnê yara xwe daye, weha gotîye:
”Mem û Zîn her du yek tayê
Sîya zulfê kirim tala (n)”
Wek di van du malikên jorîn da Seydayê Gewre E. Herîrî daye xuyakirin; di miqabilê wan her du evîndaran da Mem û Zînê layiq dîtîye û sîya zulfên yara seydayê Herîrî, ew talan kirîye ku li wir jî seydayê Herîrî sen´etê mubalaxayê bikaranîye. Ji ber ku seyda, xweşikîya zulfên yara xwe bi talankirinê daye znîn.