Di bin xemgîniyê de bîranîn û sersaxî

Di van rojên dawî de, weke hûn jî baş dizanin derûniya gelek kurdên dilsoz û welatparêz serûbin bû. Civata kurd careke din, di bin êşa îxanetê de, bi rastiya xwe re rûbirû bû. Êşa îxanetê li gor baweriya min êşeke kûr û dijware. Mirov zêde pê diêşe. Lewra, dijmin her tim bê minete, gilî û gazin ji wan nabe. Ew dijminatiya xwe dikin. Lê belê ew aliyên dibin navê “kurdî” de rola dijmin dileyizin, propagandayên reş dikin mirov diêşînin. Em hemû dizanin di pêvçûn an di şeran de têkçûn û serkeftin li gor hêz, qewet, şert û demê tê guhertin. Lê êşa xencera piştê gelek girane, nayê jibîr kirin û zêdetir mirov diêşîne! Ez bawerim bi milyonan kurd niha wê êşê di dilê xwe de dijîn.

Durûtî û îxanet her tim di nav refên şoreşa Kurdistanê de xwe veşartiye, cih çêkiriye û roj hatiye bi destê dijmin weke xencereke bi jehr, li pişta “birayên xwe” xistine. Lîstikvan, li gor demê tên guhertin. Lê seneryoya îxanetê herdem bi destê dagirkeran û xwefiroşan tê sazkirin. Em dikarin ji salên 1800î û vir de, mînakên balkêş binivîsin. Her hewldan, berxwedan an serhildanên tekoşîna gelê kurd, bi xencera îxanetê têkçûne. Dijminê gelê kurd derûniya civat û kesayetên kurd baş tahlîl kiriye, dijmin baş dizanin ku bi çi awayî, wan bi xapînin û bi xwe ve girêbidin. Carina di bin siya olî, carina bi navê “biratiya gelan” carina jî, bi navê çepitî û rastiyê gelê kurd hatiye xapandin. Lê xuyaye xapînoka herî mezin pere ye. Napolyon bîlesev ne gotiye: Pere-pere-pere. Ji ber van sedeman li Kurdistanê herdem, bandora xewn û xeyalên xwefiroşan destê dagirkeran xurt kiriye.

***

Di nav hefteyekî de min sê nûçeyên xemgîn girtin. Ez gelekî ber ketim. Sê dost, sê kesayet li pey hev, ji nav me koç kirin. Jiyana her yekî bi serê xwe balkêşe! Malbata Şex Seîd û ya Seîd Elçî weke malbatê welatparêz, her tim “baca” tevlîbûna doza kurdî dane. Dewleta dagirker bi kuştinê, bi darvekirinê, bi penaberî û bi dorpeçkirina jiyanê van malbatan ceza kiriye û hê jî dike…

Mirov pirî caran di bin bandora nûçeyên xemgîniyê û bûyerên civakî de rastî hestên giran dibe. Li seranserê erdnegeriya me, bi giranî di nav pêlên jiyanê de, di demên teng û zordariyê de, bêvefayî di astên bilind de. Gilî, gazin û dilşikestinên bê watê mirovan ji hevdû dûr dixin. Nizanim ev hestên hanê di nav gelê Kurdistanê de çima ewqas bi bandorin? Gelo ev xusiyeta hanê di nav netewên din de jî heye an na?

Dîroka me dîrokek bi xwîn, bi êş û trajediye! Her bihostek axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi jenosîdan û polîtîkayên qirkirinê tije ye. Gelek kesayetên navdar û malbatên kurdî di nav rûpelên dîrokê de cih girtine. Çîroka jiyana her yekî bi serê xwe mijara fîlm û romanane! Hemû merxas, têkoşer û egîdê rojên bêdengiyê bûne. Di kûrahiya bêdengî û tarîtiyê de, çirûskên şoreşê pêxistin û kirasê bêdengiyê çirandin! Ji ber wan sedeman gelê kurd herdem deyndarê wan hêjayî û pakrewanane!

Gelê kurd, bi bacên giran ji bo jiyaneke azad, ked û xebat kiriye û hêjî dike. Sembol û serkêşên demên berxwedanê, ji aliyê dijmînên xwînxwar ve hatine şehîdkirin. Malbat û zarokên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine cezakirin û herdem rastî tedayî û xerabiyan bûne. Dewlet di hemû deman de, wan malbatan li dijî xwe weke tahlûkeke mezin, weke potansiyelek serhildanê dîtiye û dibin çavdêriyê de xwestiye kedî bike. Pirî caran polîtîkayên dagirkeran bi ser ketine lê herdem weke tovên berxwedanê, têkoşer li ser axa Kurdistanê kêm nebûne. Her têkçûn bi xwe re pêleke berxwedanê aniye û tovê hêviye geş kiriye.

Piştî berxwedan û serhildanan, demên pêvajoyên têkçûnê bandorek giran li ser gelê kurd çêkiriye. Demek dirêj bêdengî û tirsê civata kurd dîl girtiye. Encamên bandora şikestin û têkçûnê bi xwe re problemên mezin anîne. Weke civatên bindest, civata kurd jî, dibin hestên têkçûnê de, ketiye labîrenta bêheviyê. Pirî caran civat li dijî malbatên serkêşiya têkoşînê kirine sar bûye, ji gelek sedemên cuda, civata kurd di bin bandora dagirkeran de maye û li wan malbatan, kesayetan neheqî kiriye. Rê li ber bêwefatiyê vekiriye.

***

Di hefteyekê de sê dostên hêja, sê hêjayên qedirbilind ji nav me koç kirin. Çîroka jiyana wan, ked û xebatên wan, dîroka binemala wan rûpelek dîroka gelê me ye. Em hemû şirîkê ked û xebatên netewîne, jiyana her kurdekî welatparêz ji bo me girînge û cîhê rêz lê girtinê ye.

Parêzer Celadet Elçî, kurê rehmetî Seîd Elçî ye. Seîd Elçî, yekem serok û sekreterê PDKT bû. Jiyan û têkoşîna pêşmergê welat bi serê xwe balkêşe. Drame! Trajedîye! Di dîroka Kurdîstanê de herdem weke birînek kûr pîvanên heq û hiqûqê radixe ber çawan. Celadet Elçî demek dirêj, li dijî nexweşiyek giran berxwe dida. Jiyana wî di nav êş û tengasiyê de derbas bû. Di bin bandorên negatîf de, bi piştgiriya xwişk, bira û diya xwe li dijî tengasî û jiyanê rawestiyan! Bi vîneke mezin bi ser ketin û bingeha jiyana xwe avakirin. Lê mixabin nexweşiya pençeşêrê weke neyarekî xayin roj bi roj li dijî wî sekinî û zirar da wî. Di temenekî ciwan de ji nav me koç kir.

Nûçeya duyem a heval û dostê min ê zîndana Amedê, mirina Kenan Kızıl bû. Kızıl têkoşer û welatparêzekî hêja bû. Bi bîr û baweriyên xwe, bi sekn û helwestên xwe Kurdistaniyekî hêja bû. Di zindana Amedê de, di rojên giran û reş de hevalekî tekoşer bû. Piştî ji zindanê derket, di nav refên siyaseta kurd de cih girt. Kenan Kızıl bi nexweşiya dil zû ji nav me koç kir.

Nûçeya sêyem mirina heval, dost û birayê ezîz Şêx Behrun Aygören bû. Şêx Behrûn yek ji endamê binemala Şêx Seîdê Pîranê bû. Şêx Behrûn, neviyê Şêx Mehdî, kurê Şêx Husameddîn bû. Şêx Behrûn weke hemû endamên malbata xwe di bin zilma dewleta dagirkerde jiyanek xerab dît û jiya. Malbat gelek car koçber bû û li xeribiyê, di nav şertên tunebûnê de jiyana xwe domandin. Li bin “xetê”, li ser “xetê”, li Trakya penaberiyek bi êş kişandin. Şêx Behrun gelek caran rastî zilma dewleta dagirker bû, îşkence û zehmetiyên mezin dîtin. Demek dirêj serokatiya şarederiya Pîranê kir. Şêx Behrûn bi nexweşiya dil koça dawî kir.

Ez carek din bi koça dawî ya dost û hevalên hêja, xemgîniya xwe bi we re parve dikim. Ji malbatên wan re, heval û hogirên wan re ser saxiyê dixwazim. Cihê wan bihûşt be.

http://www.basnews.com/index.php/kr/zazaki/profile/1274-canoamedi

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir