Makezagona federal û rêferandûma Kerkûkê û Tirkmen

Îbrahîm GUÇLU

Li Iraqê pirsgirêka mezin ew e ku gelek xalên makezagona federal hatıne binpê kirin. Gorî tespîta Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê, partiyên Kurdistanê, bi taybetî jî gor tespîta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê de (2017) diyar jî kiribû, 55 xalên Makezagona Federal hatine binpê kirin. Bi taybetî jî piştî Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê, ji bona ku Hikûmeta Navendî ya federal xwest ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake û di îşgalkirina Kerkûkê de,  Makezagona Federal ji holê rabû. Divê makezagon ji nûve zînde bibe û di jiyana civakî û siyasî û îdarî de xwe diyar bike.

Wek tê zanîn Hikûmeta Federal ya Iraqê, piştî salekê hilbijartina giştî pêkhat. Li ber Hikûmetê karên gelek girîng hene. Loma jî nûha li pêş Hikûmeta Federal ya Iraqê, karê girîng yê destpêkê ew e ku Makezagona Federal divê ji nûve rojane bibe, di jiyana dewleta Federal de bibe hiqûqa esasî. Heger Makezagona Federal nekeve jiyanê, wê demê jinûve avakirina Dewleta Federal, pêkanîna demokrasiyê, maf û azadiyên şexsî û kolektîf parastin, pêwendiya kurdan û ereban; pêwendiya Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê başkirin, pêşxistin, aşkirin, pêwendiya kurdan û ereban; pêwendiya Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê başkirin, pêşxistin, aşbûn çêkirin,  mimkun nabe.

Di Makezagonê de, mijara girîng ew e ku divê li Kerkûkê rêferandûm bê li darxistin, statuya Kerkûkê ya îdarî û civakî û siyasî bê diyar kirin. Rewşa Kerkûkê û rêferandûma Kerkûkê di xala 140emîn ya Makezagonê de hatiye diyar kirin.

 Beriya 2005an, dema makezagon amade bibe, wek salên 1970yî Statuya Kerkûkê dîsa bû niqaşek stratejîk. Terefê kurd û terefê ereb, di statuya Kerkûkê de li hevûdu nekirin. Riyeke demokratîk û vekirî ku hemû teref, kurd û ereb qebûlk bikin, hat hilbijartin. Terefê kurd û ereban li hev kirin ku statuya Kerkûkê bi rêfarandûmê bê diyar kirin.

Ji bona rêferandûma Kerkûkê diviya bû ku serhêjmarî çê bibe. Di sala 2007an de jî rêferandûm bê li dar xistin.

Hezar mixabin gorî Xala 140emîn ya Makezagonê, Rêferandûma Kerkûkê amade nebû. Lê di Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê de (2017) tespît bû ku Kerkûk bajarê Kurdistanê ye. Ew jî bû sedem ku Hikûmeta Navendî bi dewletên kolonytalîst yên cîranê wê ve û bi rêxistinên welatfiroş yên Kurd û PKK-Haşdî Şabî ve êrîşî Kerkûkê bikin û Kerkûkê îşgal bikin.

 

REFERANDÛMA KERKÛKÊ NE Lİ DİJÎ TIRKMEN Û EREB Û NETEWEYÊN DIN ÊN KERKÛKÊ NE…

Ji bona Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê, di vê qonaxê de mijara girîng ya çareser bibe, mijara Kerkûkê û rêferandûma Kerkûkê ye.

Diyar e ku nûha ev mijara di rojevê de ye. Lê diyar e ku Cepheya Tirkmenan dijitiya xwe li dijî Rêfverandûma Kerkûkê nîşan dide.. Ev neheqiyî û dijitiya kurdan û Tirkmenan bi xwe ye.

Tirkmen divê baş bizanibin ku rêferandûma Kerkûkê dê tespît bike ku Kerkûk dê bi Hikûmeta Federal ve grêdana xwe bidomîne, an jî bi Hikûmeta Kurdistanê re bê girêdan.

Ev tu dem li dijî Tirkmenan nabe. Heta li berjewendiya wan dibe. Lewra Tirkmenan heta nûha ji Ereban zirar dîtine. Kurdan bi wan re wek wekhevî tevgeriyan e û zirar nedane wan.

Li Kerkûkê bi rêferandûmê hebûna Tirkmenan û neteweyên din ji holê ranabin.

Baş tê zanîn û jiyana civakî û siyasî jî diyar dike ku Dewleta Federe ya Kurdistanê li hemberî Tirkmenan gelek demokratîk tevdigere. Mafê wan heye ku partiyên xwe ava bikin, hemû dezgehên xwe yên çandî û ragîhandinê ava bikin, zimanê xwe wek zimanê perwereyê bi kar bînin, xwe bi xwe temsîl bikin.

Ji aliyê din de heger Kerkûkî nexwazin ku bi Kurdistanê re bê girêdan, Kurd jî dê vê yekê qebul bikin.

Divê li Dewleta Federal ya Iraqê birîna Kerkûkê derman bibe. Kerkûk, di sala 1975an de bû sedem ku di navbeyna ereb û kurdan de şerekî dijwar bê holê. Di pêşerojê de ev xetera dikare bê rojevê. Loma divê pirsgirêka  Kerkûkê bi rêferandûmê çareser bibe. Ev riya, riya aşitî ye. Zirarê nade tu neteweyan. Heta dibe sedem ku pêwendiyên neteweyên li Kerkûkê xûrttir bibin.

Diyarbekîr, 09. 12. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *