ŞENGAL û Şerê Îranê

Cano AMEDİ

Ev bûyerên li deverên bajarê Silêmanî qewimîn carek din hêz û rola dewleta Îranê raxist ber çavan. Dewleta Îranê xwedî  tecrube û kevneşopîyek dîrokîye. Dewleta Îranê di heman deman de bi lîstîk û defikên xwe navdar e. Îran xwedî sîyasetek bêbext û gendelîyê ye. Tovê nokerîyê li seranserê desthilatdarîya xwe direşîne û jê berheman werdigire.

Ji salên 1639 an vir de (Peymana Qesra Şîrîn) Erdnegarîya Kurdistanê di navbera imparatorîya Osmanî û ya Îranê de hatîye dabeşkirin. Ev dabeşkirin û serastkirina “sînor”an di bin çavdêrîya îngîlîz û Rûssan de pêk hatîye.

Lihevhatin û dostanîya Tirk û Eceman, tenê li ser dijmînatîya gelê Kurd didome. Tirs û tawanên wan yekin; lewra, di heman deman de bi hevra tevdigerin, bi hevra helwest digirin. Berjewendîyên wan ji hev cûda bin jî, ji bo Kurd nebin xwedî erk û desthilatdarîyê li hemberî hev fedekarin, tawîzkarin!..

Îran û Tirk piştî peymana Sadabadê, (1937) weke du aktorên sereke, li ser erdnegarîya Kurdistanê bûn xwedî erk. Dewleta Iraq`ê û Sûrîyê ev mafê wan pesinandin. Ji wê demê vir de, ev her çar dewlet, li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, bi hevre tev digerin, bi hevra şerê gelê Kurd dikin.

Doh jî bi hevra bûn, îro jî bi hevra tevdigerin. Serhildana Agirî, pêvajoya Komara kurdistanê (Mahabad), Pêvajoya şoreşa Îlonê  (1961-1970), Şikestina 1975 û peymana Cezayîrê (1976), pêvajoya şoreşa Rojhilat (1979),  Şerê Îran û Irqê, pêvajoya jenosayda ENFAL û HALEPÇÊ. Di salên 1990 an vir de, li dijî destkeftî û statuya Kurdistanê têdikoşin.

Nemir Pêşawa Qazî Muhamed di wesîyeta xwe de belasebeb negotîye: “Ger Ecem hingiv bide we, bizanibin tê de jahr heye!”

Li gor bîr û bawerîya min, di pêvajoya îroyin de, bi navê  komara cumhûrî ya İraqê û ya Sûrî dewlet tune ye. Li herdû cîhan jî wesayeta dewletan heye: Li Surîyê, îran Rusya Emerîka û Tirkîye xwedî erkin û di nav xwe de desthilatdarî dabeşkirine! Li İraqê Emerika, Tirkîye û Îran desthilatdarin. Lê bi taybetî Îran ji bilî beşek herema Kurdistanê, li seranserê İraqê desthilatdar û xwedî erk e. Baxda, weke eyaletek îranê, dibin kontrola dewleta ŞÎA de ye. Li Baxdayê, damezrandin û hilweşandina hukumetan, bi biryara îranê pêk tê.

Di dema şerê li dijî DAÎŞ ê de, Tirk û Îran ji bo statuya Kurdistanê têkbiçe ji destê wan çi hat texsîr nekirin. Bi her awayî piştgirîyên xwe domandin.

Di dema şerê li dijî Daiş’ê de, hukumeta Kurdistanê, hemû hêzên peşmerge li ser sengereran bi cîh kiribû, lê berpirsê PKK`ê Riza Altûn (yê Enkarayî), di navbera Baxda, Şam û Tahranê de ketibû nav seyr-û seferan û “dizîya rol girtinê” dikir.

 Di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê de, zimanê Enqara, Tahran û Kandîlê her diçû dişibîya hev. Bertek û naveroka hevokên wan, metirsî û gefên wan her ku di çû weke hev derdiket.

Di dema referandûmê de, Hewlêr û Silêmanî, ji bo Bakûrîyan du navendên sereke bûn. Piştgir û alîgirên referandûmê yên Bakûr, Hewlêr, weke navend hilbijartibûn û diçûn wir.  Bakûrîyên dijberîya referandûmê dikirin û bi tundî li dij derdiketin, qefle bi qefle, berê xwe didan bajarê Silêmanîyê.

Dewleta Tirk bi rojnamevan û xebatkarên Medyaya Yalçin Kûçik bawer bûn. Lewra gelek çalak û êrîşkar bûn. Baki Gül, Seyit Evran, Fehim Taştekîn di wê pêvajoyê de, di warê dezenfermasîyonê de, xebatên girîng dikirin. Ev sê Tirk, “rojnamevanên xwedî erk” ku ji bajarên Çorum, sêwas û Îstanbolê bûn, ji bo dewleta xwe ditêkoşîyan. Kadroyên HDP`ê û Kandîlê li bajarê Silêmanîyê ji YNK û Goran zêdetir propaganda dikirin.

Di dema civîn û peymana Astena de, îran û Tirkiye cardin, di bin kordinatorîya Rûsya de, desthilatdarîya Sûrî û İraqê di navbera xwe de parve kirin. Herdû dewletên dagîrker, berjewendîyên xwe bi formulasîyona Hîlala ŞÎA û Hîlala Turkmen, cardin rolên xwe ji nû ve dîzayn kirin.

Başûrê rojevayê Kurdistanê ku Riza altun digot bêjin Bakûrê Sûrîye, ji Tirkan re, alîyên din jî di bin bandora îranê de ma. Emerîka û Rûsya jî weke mezinên her du alîyan berjewendîyên xwe li ser alîyan ferz kirin.

Xewna hîlala Şîa ji îranê ewha ye: serwerîyê li ser İraq, welatên kendavê, Sûrî û Lubnan pêk bîne! Bi vê hîalê xwe bigihîne derya sipî.

Xewna hîlala Tirkmen jî, ji bo Tirkan ev e: Ji Çîyayê Kurd/Kurmênc Efrîn, Kobanî Qamişlo, Raqqa,Dêrika Cizîrê Tilefer, ŞENGAL, rabîya musul, Kerkuk Silêmanî, Hewler, Dihok (herema bahdînan) xwe bigehîne sînorên Azerbeycanê/Kafkasya.

Devera Şengalê ji bo herdû dewletan cîhekî stratejîk û navendek girîng e. Lewra herdû hîlal, li vir digîjin hev û dixwazin bi hev piştrast bin. Lewra ev cîhê stratejîk, gava ne di bin kontrola wan de be, herdu xewn jî têkdiçin û xeyalên împaratorîyan pûç dibe. Ji ber van sedeman, devera Şengalê ji bo herdû dewlatan cîhekî jeoplotîk û stratejîke.

Şengal, ji bo berjewendîyên Îsraîl û Emerîka jî deverek girîng û stratejîk e. Desthilatdarîya Îran û Tirkîyê ji bo berjewendîyên herdû dewletan metirsîyekê bi xwe re tîne. Ji ber van sedeman, Emerîka û Îsraîl, naxwazin îran li vê deverê bi hêz bibe.

ŞENGAL, cîhekî mêjûyî û beşek erdnîgarîya Kurdistanê ye. Deverek  stratejîk û girîng e. Di warê civakî, sîyasî, olî û dîrokî de, xwedî taybetmendîyek berbiçav e. Ji ber van sedeman Şengal, kelemê çavên dagîrkeran e! Şengal, îro bûye navenda nakokîyên navdewletî û herêmî. Sedemên şer û nakokîyan, ji girîngîya dîrokî tê. Ji ber vê yekê ye Şengal her tim di xewn û xeyalên dagîrkeran de cîh digire.

Li gor destûra bingehîn ya İraqê, heremên li ser munaqaşe hene, li gor maddeya 140, divê di nav du salan de bihata çareserkirin an jî referandûm pêk bihata. Musul, kerkûk, Şingal, mendelî, Xaneqîn, Dîyala û hwd bingeha madda 140 e. Ji salên 2004 an virde îran, Tirkîye û alîyên şîa yên İraqê, rê li ber çareserîyek mayînde  girtin.

Gava DAÎŞ êrîş kir, artêşa İraqê çek û âlavên xwe di cîh de hişt û revîya. Gelek fermandarên pile bilind, kirasên jinan li xwe kiribin û xwe radestî hêzên peşmerge kirin. Mûsil, di bin çavdêrîya konsulxana Tirkîyê de radestî Daişê kirin. Ji balafiran bigirin heta bi hammer, zerîpoş, tanq, top, bi tonan teqemanî û cepxane tevlî Banka Netewîya Iraq teslîmî DAÎŞê kirin û arteşek zîndî jê re ava kirin.

Ji bo vegera gelê Şingalê û avakirina Şingalê, bi piştgirîya YN û Amerîka, di nava Hukûmeta Kurdistanê û ya Iraqê peymanek hevkarî pêkhat. Piştî vê peymanê, Heşda Şabî û PKK nerazîbûna xwe dîyar kirin. Bi taybetî PKK, ev peymana hanê weke sedemê şer bi nav kir û gef li hukumeta kurdistanê xwar.

PKK bi kuştina karmendê / mudurê gumrukê, bi êrîşa dijî pêşmergan starta şerê li dij hukumeta Kurdistanê û dijî statuya Kurdistanê ragihand. PKK hêzên xwe yên Sûrî mobîlîze kir û li Şengalê bi cîh kir. Bi  Îranê re / HEŞDA ŞABÎ re peyman çêkir û weke beşek Heşda Şabî hêzên xwe yên çekdar radestî wan kir.

Ji konseya PKK Besê Hozat, di televîzyon û medyaya xwe de vekirî got: “Şengal axa İraqê ye û em rê nadin pêşmerge li wir bi cîh bibin.” PKK weke qerta joker, li heremê, di destê dewletên desthilatdar de bûye aktorê lîstîkê.

PKK bi Rûsya, Emerîka Tirkîye, Îran, Sûrî û İraqê re îtîfaqan dike, lê mixabin li hukumeta Kurdistanê gefan dixwe û statuya Kurdistanê qebûl nake. Pişt re, benîştê “yekîtîyê” di nav girsaya xwe de belav dike.

Bûyerên li bajarê Silêmanîyê û deverên din diqewimin, sedî sed bi organîzasyon û fermana dewleta Îranê pêk hatîye. Dewleta Îranê baş dizane rêgeha Dîyala, Silêmanî, Kerkûk, Musul, Şengal ji dest here, têkilîyên wê bi Sûrî re qut dibe û li İraqê bandora desthilatdarîya wê derbê dixwe. Ji ber van sedeman Îran hemû hevalbendên xwe mobîlîze kirîye û dixwaze statuya Kurdistanê ji holê rake.

Haşdê Şabî dewleta Îranê bixwe ye û li seranserê İraqê desthilatdar e. Êrîşên li ser hukumeta Kurdistanê, raste rast êrîşên Îranê ne. Dewleta Îranê, ji bo şer, ji ber derîyê xwe dûr bixe, sengerên şer li Surî ava kir. Niha jî xuyaye ku dewleta Îranê, sengerên şer li başûrê Kurdistanê avakirîye û bi piştgirîya milên 5emîn berjewendîyên xwe diparêze.

Divê  gelê Kurd rê ne de Îranê û hevalbendê wê! Heger Îran şer dixwaze, divê ev agir li Îranê geş bibe û Ayetullahan bişewitîne!

Şengal Kurdistan e û wê her dem kelemê ber çavê dagîrkeran be!   12:12:2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir