Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDKê Qezenç Bike/Gelo Îttîfaqa HUDA-PARÊ Û HDPÊ Çima ÇêNebû?

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di merheleyê de hilbijartinên li Iraqê û li Tirkiyeyê di rojevê de ne. Hilbijartina Iraqê gelek nêzik e. Loma  di derbarê herdu hilbijartinan de li Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê niqaşe, xebat, “îttîfaq”, qempenyayên hilbijartinan didomînin.

Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê qempenyaya hilbijartinê hîn bi lez û xûrt didomîne. Lewra dawiya hefteyê hilbijartin li darxistin.

JI BONA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PDK QEZENÇ BIKE…

Piştî îşgala Kerkukê ku pêşî li dewletbûna Kurdistanê hat girtin, hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê girîngtir . Divê ku dewleta federal parastın. Demokrasîya federal bi kirin, ku dewleta federal bijî. Makezagona federal bi kirinSerxwebûna Kurdistanê ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê biryar hatibû girtin, parastın.

Ji bona , divê PDKê hilbijartinê qezenç bike û xûrt biçe parlamentoya federal.

Wek zanîn heger xebat û israra serok Barzanî û PDKê nebûya, referandûma serxwebûna Kurdistanê nedibû biryar û di encama referandûmê de biryara serxwebûna Kurdistanê nedihaterê” kirin.

Loma divê em li gotinên berpirsiyarên PDKê binêrin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Iraqê de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û got: “Ji bo nehîştina PDKê, nehezên PDKê amade ne biçin her bereyekê, heger li dijî mafên rewa yên miletê Kurd be , PDK bi ti hêzê bidawî nabe.”

Nêçîrvan Barzanî dîsa daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir, ku nedin yekê ku partiya wan ji rêza yekem derkeve. Daxwaz kir , bi piştevaniya xwe sengeya PDKê di proseya demokrasî û siyasî de biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku: “Milmilaneya carê di navbera reş û spî, serkeftin û binkeftinê de ye. Ewên milmilaneya PDKê dikin, dixwazin PDKê zererê bike û ev hêla sor e ku wan hesaba nekirine. PDK ne partîya tirs û dudilîyê ye. Peyva tirs û dudilîyê di ferhenga PDKê nîn e. Tirs û dudiliya me tenê ji bo mafê gelê Kurdistanê ye.”

Cîgirê Serokê PDKê di dawî de got ku: “Di Kurdî de dibêjin (Dar pîr , nayê tewandin) PDK ew dar e ku ne plana nehezan û ne bahozên derveyî natewîne.”  

 Derbarê beşdarîya Partîya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Perlemantoya federal a Iraqê de, Fadil Mîranî qise kir û got: “Pirsgirêka me ne li gel Malikî û Ebadî û Elawî û Ceiferî ye, pirsgirêk li gel eqliyetê ye ku hîna Kurdan qebûl nake. Partî di van hibijartinan de bi hêz beşdar bibe, ji ber ku heger Partî bihêz be wê Kurdistan bihêz be”.

Domand got ku: “Pêwîst e piştî pênc rojên din, dema ku dengdan destpê bike, ji bo ku em destkevtên xwe biparêzin, hemû endamên Partî û dostên Partî, gilî û gazinên xwe bidin aliyekî û beşdarî dengdanê bibin, em endamên Partî wiha ne û di pêşerojê de divê em wiha bin û pêwîst e em di nav xwe de xefûr û rehîm bin û beramberî neyarên derve bihêz rawestin“. (Kurdistan24)

Serkeftina PDKê, serkeftina miletê kurd e.

Serkeftina PDKê serkeftina hemû beşên Kurdistanê ye.

Serkeftina PDKê domandina stratejiya dewletbûna Kurdistanê ye.

Serkaftina PDKê, têkbirina lîstikên dewletan e.

Loma divê PDKê di hilbijartina parlamentoya federal de xûrt be û bi qezenç derkeve.

GELO HUDA-PARÊ Û HDPÊ ÇIMA ÎTTÎFAQ PÊK NEANÎN?

Wek zanîn beriya demekê HUDA-PARê diyar kir ku ji hemû partiyên siyasî  yên Tirkiyeyê re ji bona danûstandinê  daxwaz kiriye. Dîsa diyar kir xwestiye ku bi HDPê re hevdîtin bike.

HUDA-PARê piştî demekê di derbarê van hevûdîtinan de agahdarî da raya giştî. Got kuji derveyî CHPê, MHPê, HDPê hemû partiyan ew daxwaza me pêjirandin û me bi wan re danûstandin kir.”

Wek zanîn ku HUDA-PAR, partiyeke mûhafazakâr, îslamî û kurd e.  Loma van partiyan nexwestine ku bi HUDA-PARê re danûstandin bikin. Lewra zanîn ku CHP û HDPê li dijî mûhafazakarî û îslamîyan e. Di heman dem de bi kurdbûna HUDA-PARê re , ji bona wan pirsgirêk e. Lewra HDP ne partiyeke kurd e. MHPê, li dijî kurdbûna HUDA-PARê ye.  

Wek zanîn ku pênç partiyên ji xwe re dibêjin “em partiyên Kurdistanê” ne, dema ku bi HDPê re hevdîtina teslîmîyetê kirin, ji bona ku esil armanca xwe binperde bikin gotin kubila HUDA-PAR di nav îttîfaqê de be.” Yanî HUDA-PAR bibe peyayê HDPê.

HDPê ew daxwaza ret kir.  Got kubingeha me, endamên me ne amadeyiz ku bi HUDA-PARê ittîfaqê çê bike

Ji bona ku HDP bi HUDA-PARê re îttîfaq neke, çend sedemên bingehî û esasî û girîng hene.  

1-HDP, çepê stalînîst û kemalîst e. HUDA-PAR, mûhafazakâr û îslamî ye. HDP, ji aliyê çepan de bi taybetî , ji aliyê çepên Tirk de birêvebirin. Ew di dereca dijminatî de li dijî Mûhafazakârî û islamî ne. Loma nikarin îttîfak çê bikin.

2-HDP, dibêje ez partiyan kurdan nînim. HUDA-PAR muxlak be dibêje ez partiya kurdan û kurdistanê me. Loma di navbera wan de îttîfak nabe.

3-HDP ji kurdan deng digre bi kurdan re lihevkirî nîne, partiyeke elîtîk e. HUDA-PAR, ji kurdan deng û piştgirî digre, di heman dem de ji aliyê civakî û kurdî de bi kurdan re li hevkirî ye.

4-Şerê di navbeyna PKKê û Hizbullahê de ku di salên 90î de rûd dabû  ji bona îtifaka wan asteng e.

5-HUDA-PAR xwediyê hezêkê ye. HDP nikare li ser wan hikûm bike û wan daqurtîne. Loma di navbeyna wan de îttîfaq çê nabe.

Amed, 11ê Gulana 2018an…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *