Sekna İsmail Beşikçi û Şûrên Dagîrkeran

İsmail Beşikçi

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî, ji salên 1960 an vir de, baca dîtinên xwe, fikir û ramanên xwe, nîrxandin û şîroveyên xwe dide. Mamoste Beşîkçî li gor bîr û bawerîyên xwe, li gor têgihîştinên xwe, li gor pîvanên îlmî/zanyarî weke mertalekî zîndî wêneyên Rewşenbîrîyê bi desthilatdaran, bi dagirkeran, bi kemalîst û şagirtên wan dide nîşandan.

Mamoste Beşîkçî di salên 1970an de, di salên 1980an de, di salên 1990an ji ber fikir û ramanên xwe, ji bo helwest û sekna xwe hatîye tawanbarkirin û di bin îşkenceyên giran de hatîye siza kirin. Bi salan, di zîndanan de jiyana xwe domandiye û li hemberî dewleta dagirker û aligerên wê, tu carî serê xwe ne tewandî ye.

Mamoste Beşîkçî teklîf û bertîlên jê re hatîye kirin, bi sekin û helwestên xwe paşve vegerandîye û weke kelemekî asê û ji pola di dilê dijminê mirovahîyê de cîh girtîye.

Mamoste Beşîkçî, bixwesta û serî li hemberî neyarên îlîm û mirovahîyê danîya, niha wê di civata tirk de, weke bavê profesoran bihata qebûl kirin û naskirin. Beşîkçî bixwesta û îro jî bixwaze, hemû welatên cîhanê, wê wî bi germî pêşwazî bikirina û jîyanek bê êş û bê dert pêşkêş bikirina.

Di salên 1970an de dewleta Tirk, mamoste Beşîkçî “anarşîst, bölücü, yikici” tawanbar dikir. Çepgirên tirk, nivîskar û kemalîstên tirk, li çavên mamoste û bejna wî dinihêrîn û digotin: “çavên wî şîn e, zerik e û hêrs nabe, ew ne Tirk e, belkî ajanê Birîtanya be(!)” ji PEN`a tirkan bigire, heta çep û rastên tirkan hemû bi hev re mamoste Beşîkçî îzole kirin, lê heqaret û neheqîyên mezin kirin. Ev 60 sal e mamoste seknek bi rûmet nîşanî dost û dijminên xwe dide.

Di hemû deman de, gava mamoste dîtin û nîrxandinên xwe îfade kirîye, alîyek dijîtîya wî; alîyekî jî piştgiriya wî kirîye. Her alî xwestîye, mamoste pesnê wan bide û li gor berjewendîyên wan tevbigere. Gava rexne û pêşniyarên wî, ne li gorî dilê wan bûye jî dijminatîya mamoste kirine. Xwestine, mamoste weke wan li ber deriyên desthilatdaran secde bike û bibe “têkoşerê şaşî û xeletîyên” wan.  Bi hestên murîd û holîganîyê xwestine Îsmaîl Beşîkçî weke wan li çepikan bixe û di gola bijî, bijîyê de avjenî bike.

Di pêvajoya rexne û pêşniyaran de hinek alî şîretan dikin, hinek alî yên gefan dixwin û karwanê dijîtîya mamoste mobîlîze dikin. Ya herî xirab, ew kesên li ber bayê berjewendîyên kesayetî, rojê dikarîn li ber heft derîyan secde bibin, aqil didin mamoste û pîvanên xwe li ser ferz dikin. Ev kerîyê xizan û nezan ji bîr ve kirine ku mamoste Beşîkçî, ev 60 sal e ku li ber xwe dide û serê xwe natewîne!

Ew kesên, ji bo berjewendiyên xwe, ji bo hest û dêrûnîya xwe ya nexweş partî û rêxistinên xwe perçe kirine, belav kirine, di jîyana xwe de tiştekî erênî li pey xwe nehiştine, her dem bi sîya xwe re şer kirine. Wêneyên hevaltî û dostaniyê li pey xwe nehiştine. Berhemên wan, tenê fesadî û karê xirabkirinê ye. Ew kesên jîyana wan bi derewan derbas bûye, îro rabûne bi xençera jahr êrîşî mamoste Beşîkçî dikin. Ev pêxwasên li ber deriyên cahş û xayînan parsêkî dikin, li kolanên Ewropa bi perê sosyalê li dijî hevalên xwe, li dijî berjewendiyên netewî, neyartîyê dikin, îro mamoste Beşîkçî, weke “sîxûrê” tirkan bi nav dikin. Dixwazin mamoste weke mirovekî tarî nisan dibin. Gotinek gelêrî heye, dibêje: “keçelo, navê min li te, kumê min li serê te!”

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî rewşenbîrekî bi rûmet û rêzdar e. Weke herkesî, mafê wî heye rexne û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bike. Rast an şaş, herkes ji dîtin û hestên xwe, ji kiryar û helwestên xwe mesûl e. Tu kes ne mecbûr e, weke hev bifikire û binîrxîne. Lê divê li hemberî hev bi rêz û xwedî pîvan be. Mafê tu kesî tune ye, li yên hemberî xwe heqaret û neheqîyê bike.  Fikrekî we, dîtin û rastîyên we hebin bi lêv bikin, parve bikin, bila gel zanibe. Bi sîyaseta çavsorî û dijîtîyê, hûn tu carî bi ser nakevin. Dawîya stratejîyên dîktatorî û çavsorî ye her dem trajedî, malwêranî, xirabî û pûçkirina hişmendîyê hestên neteweyî ne.

Di destê mamoste Beşîkçî de tenê fikir û raman, pirtûk û berhemên wî yên giranbiha heye. Dewleta tirk, nikaribû mamoste dîl bigire, hûn hêvî dikin bi mobîlîzekirina pêxwas û beradayên ber derîya, mamoste, serî li ber şûrê we bitewîne! 

Ez carek din bi tundî, ew kesên li mamoste Beşîkçî heqaret û neheqî dikin, şermezar dikim. Mamoste Îsmaîl Beşîkçî, rûmet û serbilindîya doza netewî ya Kurdistanê ye. Tu hêz û erk nikare navê mamoste Beşîkçî ji rûpelên dîroka Kurdistanê derxe an jî reş bike. Cîhê xwe baş bizanibin, hûnê di bin sîya mamoste de birizin! 26.12.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir