Girîngîya Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî

Ji bo tekoşîna rîzgarîya neteweyek mêtingeh, ya herî girîng, di qada sîyasî de bi rêxistinbûn e. Ji bo her rêxistinek netewî, armancek zelal pêwîst e. Ji bo têgehîştina wê armancê, divê rewşa bindestîya wê neteweyê ya dîrokî, sîyasî û navnetewî bê eşkerekirin. A li vê derê hêjayîya xebata Zanîyarîya Sosyolojîk ya Îsmaîl Beşîkçî derdikeve berçavan.

Ji bo ku mêtinkarîya dewleta Tirk, Kurdistan fîîlen dagîr kirîye, di warê sîyasî û aborî de ew îlhaq kirîye û ji bo Kurdistanê bi tevayî daqurtîne, dest bi qetlîam, înkar û sîyaseta bişaftin û herifandinê kirîye; loma behskirin û xebatên di warê civata Kurd jî li her kesî qedexe kirîye.

Di şertên ku komara mêtinkarîya Kemalîst bi qetlîam, seranser wêrankirina Kurdistan, kuştin, girtin, nefî û koçberkirinên girseyî, bi taybet kuştin û wendakirina rêber û rewşenbîrên Kurd û Tirk û dema ku digotin: “me Kurd û Kurdistan bingorr kir”, di qada zanista sosyolojîyê de, zanyarekî tew Tirk mîna Îsmaîl Beşîkçî wek Gulek bi kelem ku têkeve çavê mêtinkaran, derket meydanê! Loma Birêz Beşîkçî, wek dijminekî rejîma mêtinkar bû armanca rrêvebirîya dewleta Tirk!

Ji ber planên emperyalîstan yê qirêj û çavsorîya mêtinkaran ya bê sînor ku li dijî gelê Kurd, Beşîkçî, ne tenê di warê sosyolojîyê, lê di warê sîyasî, neteweyî, erdnîgarî û huqûqê navnetewî û dîrokî jî doza maf û azadîya gelê Kurd kir. Ev jî bêtir bû egerên hêrîşên dewleta mêtinkar. Loma hemû pirtûkên wî xedexe kirin. Ew mahkeme bi mahkeme gerandin. Ew hefs bi hefs razandin. Bêrêzîyên ne mirovane lê kirin. Jîyan lê kirin zîndan û dojeh! Zêdetir ji 17 salan di hefsa de ma.

Ji DDKO de bigire, heta Komal û heta PKK, ji hebûn, naskirin û tekoşîna rizgarîya neteweya Kurd, kîjan sazî, komele û partî derketibe qada sîyasetê, Beşîkçî aktîf yan tê de xebat kirîye yan jî jê re piştgirî û alîkarî kirîye. Ne tenê ji bo perçeyê Kurdistana Bakur, ji bo her sê perçê din jî lêkolîn kirîye û fikir berhimandîye, tesbît û pêşniyarên girîng kirîye…

Piştî 1984an ku PKK dest bi şerê çekdarî kir; mîna her dozdarekî rizgarîya Kurdistan, ev tekoşîn bala Î. Beşîkçî jî kirşand. Ji bo ku PKK, Kurdistan wek mêtingehek bi çar paran hatîye perçekirin û dewleta Tirk jî mêtinkar û dagîrker didît, loma serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar perçên Kurdistanê diparast, Beşîkçî jî piştgirîya wan kir. Wê gavê terefdar û çapemenîya pkk, pesnê Îsmaîl Beşîkçî dida.

Dema ku em di hefsê de bûn, ji alî Beşîkçî du nameyên Îbrahîm Guçlu ku di derbarê pkk de, Beşîkçî wek dost rexne kiribû, di çapemenîya pkk de hat weşandin. Wê demê, ez têgehîştim ku Beşîkçî bi nêta paqij ketîye tora pkk û bi ber bayê pkk ketîye! Lê min ji xwe re digot: “Beşîkçî`yê ku tawîz nedaye çavsorîya dewletek wek ya Tirk, wê çawa tawîz bide pkkê! Loma ew hîn pkk nas nake û nîyeta wê ya esasî nizane; gava bi rastîya pkk bihise, wê şaşîya xwe fam bike û jê dûr bikeve!” Lê Beşîkçî, ne tenê ji pkk dûr ket; şaşîyên pkk jî vekirî rexne dike.

Helbet yê ji nêzîk de pkk taqîp bikira, rewşa wê li holê bû. Apo, bûbû şef û dîktorê pkkê. Dewleta mêtinkarîya Sûrî, Îran û Iraq kiribû hevkarê xwe. Bi sedan înfazên kadir û endamên xwe yên welatperwer û hêja dikir. Bi merivên Ergenokon`ê yên mîna Yalçin KÛçik û Dogû Prînçek, têkilîyên xwe yên bi dewleta tirk re teze dikir û hazirîya vekgera Tirkî dikir. Piştî hat Tirkî, partîya xwe bi temamî xist bin kontrola muxaberata Tirkî û ya Îranê. Êdî Apo û pkk, ji dêbila serxwebûna Kurdistanê û azadîya gelê Kurd, bi eşkereyî berjewendîyê dewletên mêtinkar parast. Ji dêbla ku bi Hukumeta Herêma Kurdistanê, PDKÎ, PDKI û PDK-S re hevkarîyê bike, dest bi dijmanatî û êrîşa wan kir. Dema birêz Îsmaîl Beşîkçî tûşî vê rastîya ecêb hat, helwesta xwe ya rast rê da û ew rexne kir! Loma çapemenîya pkk û kurtêlxurên derdora wê, dest bi êrîşên dijî Beşîkçî kirin. Dixwazin bi sîyaseta xwe ya li ser derewan avabûye, Beşîkçî li ber çavê cahilên derdora xwe reş bike.

Beşîkçî, wek zanîyarekî sosyolojîyê, wek aktîvîstekî mafê mirov, di dil, mejî û ûjdanê her welatperwerê Kurd û mirovperwer yê xwedîyê rastîyê û demokrat de rûniştîye!

Bêrêzîya li hember Î. Beşîkçî, bêrêzîya li hember mafparastina hemû mirovahîyê û di serî de ya li hember gelê Kurd e!

Beşîkçî, wek ava çemekî paqije: ava çeman, bi qirêja sergoyan gemar nabe! 27.12. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *