Şoreşa Milî ya Gulanê, Berdewamiya Şoreşa Milî ya Îlonê ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

Neteweya kurd, ji bona serxwebûn û azadiya xwe 200 sal e ku şer didomîne, serhildanên milî li dar dixe. Ew rojan ji bona neteweya kurd, rojên pîroz in. 26 Gulana 1976 jî Ji bona neteweya kurd, rojeke gelek pîroz e. Di wê rojê de jî Şoreşeke milî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Dema ku Serok Melle Mistefa Barzanî û hevalên wî, li Yekîtiya Sovyetan bûn, li Iraqê di sala 1958an de desthilatdariya siyasî hat gûhertin û Abdûlkerîm Qasim bû serokê Iraqê. Desthilatdariya nû biryar girt ku guhertinekê bike û bi kurdan re li hevûdu bike û ji bona vê jî makezagonekê qebûl bike.

Bi vê bernameyê, ji Serok Mele Mistefa Barzanî hat daxwaz kirin ku Serok Barzanî vegere Iraqê û Kurdistanê. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, ew daxwaza Abdûlkeîm Qasim bi erênî bersîv kirin û vegerîyan Iraqê û Kurdistanê.

Vegera Serok Mele Mistefa Barzanî û Hevalên wî, li Başûrê Kurdistanê bû cejneke milî û li beşên din yên Kurdistanê jî tesîreke mezin çêkir û bandorek danî. Şûura milî pêş xist. Di rewşenbîr û kurdpereweran de livandinek çêkir.

Wek soz hatibû dayin, makezagoneke nû hat pejirandin. Makezagonê diyar kir ku li Iraqê du millet (Kurd û ereb), du welat (Kurdistan û Erebîstan) hene. Welatên heyî jî dê otonom bin.

Hezar mixabin piştî demekê desthilatdariya nû, ev makezagona cî bi cî nekir. Ji senaryo û programa xwe ya nû re xiyanetî kir. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê biryar dan ku eleqeya xwe ya Baxdayê bibirin û bi her awayî li Kurdistanê bi cîh bibin.

Di Îlona 1961an de Şoreşa Milî ya Îlonê dest pê kir. Ev Şoreşa Milî ya Îlonê bi çek û bi pêşmergetî dest pê kir.

 

Şoreşa Milî ya Îlonê, heta sala 1970yî gelek bi xûrtî domand. Şoreşa Milî ya Îlonê, him gelek zehmetî dît û him jî gelek serkeftî bi dest xistin.

Zehmetiya mezin ya yekemîn ya Şoreşa Milî ya Îlonê ew bû ku Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ji PDKê veqetîyan û bi Hikûmeta Baasê re ketin nav tîfaqa qirêj û nexweş û xerab. Di encamê de ji Şoreşa Milî ya Îlonê re xiyanetî kirin.

Zehmetîya din ya mezin jî ew bû ku Yekîtiya Sovyetan bi her awayî ji Rejîma Baasê re alîkarî kir.

Lê dîsa jî, Rejima Baasê ya kolonyalîst û faşîst, nikarî zora kurdan û hêza pêşmergeyên qehreman bibe.

Loma jî Rejîma Baasê mecbûr bû ku di 11ê Adara 1970yî de bi kurdan û partiya wan PDKê û Serok Barzanî re peymenekê çê bike.

Encama vê peymanê li Kurdistanê Otonomîya Kurdistanê ava bû,. Neteweya kurd, di bin pêşengîya PDKê û Serok Barzanî de, li Kurdistanê bû desthilatdar û serwer. Hêzeke mezin ya pêşmerge û milîs hat ava kirin.

Ji bona statuya Kerkukê tespît bibe jî, biryar hat girtin ku di sala 1974an de plebîsît (referandûm) bê li dar xistin.

Şoreşa Milî ya Îlonê ji bona neteweya kurd, li hemû beşên Kurdistanê serkeftinek bû. Azadî û rizgariya Kurdistanê, desthilatdarbûn û serwerbûna neteweya kurd bû.

Avabûna Otonomîya Kurdistanê di ruhîyet û şûûra kurdan de, di zanistîya milî de gûhertieneke gelek mezin û şoreşeke civakî û milî pêk anî.

ŞOREŞA GULANÊ, BERDEWAMIYA ŞOREŞA MİLÎ YA ÎLONÊ Û OTONOMIYA KURDİSTANÊ YE…

Rejîma Baasê ji bona ku pêşîya plebîsîta (referandûma) Kerkukê bê girtin û peymana Otonomîyê xerab bike, piştî demekê dest bi texrîbat û xerabîyan kir. Ji bona ku Serok Barzanî bikûje, gelek plan çêkir û lê bi zanyarîya Serok Barzanî û berpirsên PDKê, bi serneket.

Rejîma Baasê ya faşîst û kolonyalîst di encamê de dema ku plebisîd nêzik bû, di sala 1974an de bi hêzeke mezin ya leşkerî êrişî Kurdistanê kir. Encama vê êrişê, di navbeyna desthilatdarîya Kurdistanê û PDKê û Serok Barzanî û neteweya kurd de şerekî gelek dijwar dest pê kir.

Di vî şerî de Kurd gelek serkeftî bûn. Rejîma Baasê  ketibû gelek zehmetî. Nedikarî armancên xwe pêk bîne.

Dikarim bibêjim ku alîkarîya Yekîtîya Sovyetan û balafirên wan yên pêşketî jî nikarî ji Rejîma Baasê re bibe derman.

Wek tê zanîn di wî şerî de Îran û Emerîka piştgir û aligirên Şerê kurdan û Serok Barzanî bûn. Divîya ku piştgirîya wan bê şikandin. Iraqê planek çêkir. Ev plana gelek planeke bi biha bû. Iraqê, ji bona ku Îranîyan bikirin, erdê xwe yê li Şatulerebê pêşkêşî wan kir. İranê li kurdan xiyanet kir. Emerîkayê jî daxwaza Îranê pêk anî. Helwesta Emerîkanîyan jî, ji bona kurdan bû xiyaneteke mezin ya nevneteweyî.

Îranê û Şahê Îranê raste rast ji Serok Barzanî re got ku ew alîkarîya wan nakin. Loma divê gorî vê tevbigerin.

Wê demê, di sala 1975an de, Serok Barzanî xwest ku şer bisekine. Serok Barzanî dît ku dema şer nede sekinandin, li Kurdistanê qetlîameke/komkujîyeke gelek mezin dê pêk bihata. Loma Serok Barzanî pêşî bi serokatiya PDK-ê re civîn li dar dixe. Serokatiya PDKê jî encama nîqaşeyên gelek dijwar, biryara sekinandina şer didin.

 

Serok Barzanî  bi  berpirsên hêzên pêşmergeyan re jî civîn li dar dixe. Serok Barzanî dixwaze ku di derbarê berdewam kirin yan jî sekinandina şer de dîtina wan bigre.

 

Di cîvînê de Barzanî dibêje: “Hûn pêşmergeyên qehreman in ku vî şerî dikin . Ez niha dixwazim bizanim ka dîtina we çîye? Em vî şerî bisekinînin an ya berdewam bikin! Barzanîyê nemir, bi dirêjahî behsa rewşa herêmê û cîhanê dike, behsa rewşa Kurdistanê dike.

 

Fermandarên Pêşmergeyan ji Serok Barzanî re dibêjin: “Hûn çi fermanê bidin emê wê bikin, lê em amadene şer bikin, lê em dixwazin dîtina cenabê we di vî warî de bizanin.”

 

Barzanî bi dirêjahî, di beşek axavtina xwe de, di derbarê sekinadina şer de Barzaniyê nemir dibêje: Ez fedekarîya pêşmergeyan ji her tiştî çêtir dizanim. Îro rewşa sîyasî hatiye guhertin, cîhan li kurdan bûye derbek û hatiye xezebê. Ez jî ne Barzanîyê berê me, ez pîr bûme nexweş im. Wek berê nikarim bigerim û şer bikim. Ez niha du gavan tavêjim diwestim.Eger em şer bikin, dê pêşgergeyên qehreman yên qenc piranî bêne kuştin. Hingê dê gelek zehmet be ku em rojek ji rojan bi hesanî serxwe ve werin. Lê em şer bisekinînin, emê di demek kurd de bikaribin cardin berevanîya miletê xwe bikin!”

 

Li gora vê helwestê, biryara sekinandina şer tê dayîn û şoreşa Îlonê ji qonexekî derbasî konaxek din dibe.

 

Serok Mesud Barzanî, Şoreşa Gulanê wûsa terîf dike û ew di axivtina xwe de diyar dike ku “destkeftinê îro jî encama Şoreşa Milî ya Gulanê ye.”

 

Serok Barzanî wûsa dibêje:

“Şoreşa Gulanê peyamek bû ku gelê Kurdistan xwe radest nake, peyama rabûna şoreşa rizgarîxwazîyê bû li dijî setemkarî û dagîrkarî û dîktatorî û li dijî pîlangeriya navdewletî bû ji bo jinavbirina şoreşa Kurdî, ew şoreş berdewamîya şoreşên berê bû û qunaxeke giring bû di dîroka xebata gelê me de.

“Şoreşa Gulanê, hilgirê şoreşa mezin a Îlonê bû, yek ji qonaxên girîng ên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ew şoreş çespand ku heger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê rastî westanê û şikandinê hatibe, lê vîna têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û bi henase û tîneke nû berdewam dibe ji bo gihîştin bi azadîyê. Ew azadî û destkeftên ku niha hene, berhema xwîn û qurbanîdana gelê me di şoreşa Gulanê û tevahîya şoreşên din de ne.”

Ez jî di wê bawerîyê dem ku Şoreşe Milî ya Gulanê, berdewamîya Şoreşa Milî ya Îlonê û Otonomîya Kurdistanê ye.

Çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Sûriye) ji Peymana Cezayirê re piştgirî kirin. Otonomîya Kurdistanê xera kirin, desthilatdarî û serwerîya neteweya kurd dawî anîn.

Lê kurd teslîm nebûn. Di sala 1975an de serokatîyeke mûwaqqet ya PDKê ava bû. Vê serokatîyê di demek nêzik de partî amade kir ku dest bi şoreşeke milî bikin.

26ê Gulanê dest bi Şoreşa Milî ya Gulanê hat kirin.

YNKê jî di sala 1976an deli Sûriyeyê ava bû.

Şoreşa Milî ya Gulanê di demek nêzik de darbeyên mezin li Rejîma Baasê xist. Rejîm gelek deman kete tengasîyê. Xwest ku dîsa bi kurdan re li hev bike.

Kurdan, di demek nêzik de gelek herêmên Kurdistanê rizgar kirin û li wan herêman desthilatdar bûn.

 

ŞOREŞA GULANÊ BINGEHA DEWLETA FEDERE Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YE…

Şoreşa Milî ya Gulanê gelek zehmetî dîtin û dem dem şikest jî xwar. Lê heta ku li Kurdistanê Dewleta Federe ava bibe û Iraq bibe dewleteke federal domand.

Pişt re dema ku dewleta federal nemeşîya, xwedîyê zihniyeta Şoreşa Milî ya Gulanê, di bin seroktaîya Serok Barzanî de, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê pejirandin. Di encama referandûmê de jî biryar û qanûna Dewleta Kurdistanê ya serbixwe hat pejirandin!

Loma jî ez dibêjim ku zihnieyata Şoreşa Milî ya Gulanê didomîne.

Şoreşa Milî Ya Gulanê, di heman dem de bingeha dewleta federe û serbixwe ya Kurdistanê ye jî.

 

Amed, 28. 05. 2021

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *