Sebebên 12 Îlonê û encamên wê

Di 12 Îlonê 1980 de li Tirkîye, derbeyek leşkerî ya êrîşkar û faşîst pêkhat. Bi vê derbeyê, qaşo “demokrasîya Tirkîye” ya şeklî jî hat rakirin. Li her derê Turkîye, bi taybetî li Kurdistanê dest bi terora hêzên dewletê yên leşkerî û ewlekarî hat kirin. Pêşî gotin Komara Tirk, dewletek di xizmeta gel de ya demokratîk û huqûqê ye. Lê ev derewek xapandinê bû:

Dewleta Tirk, ji alî elîtekî brokratîk û leşkeran û li ser navê neteweyek tune ya Tirk hatibû avakirin. Armanca wê ya asasî jî hemû gel û hûrgelên li Enedol û Kurdistanê, tevan bi darê zorê asîmîle bike, yên berxwe bide jî bikuje, ji holê rake û bike Tirk. Heta salên 1940, bi terora dewletê, bi qirkirin û kuştin, bi lêdan û îşkence, bi girtin û koçberkirin, ji bo ku gelê Kurd berxwe da, ji hev tar û mar kirin.

Piştî salên çilî, metodên ço û gêzer xistin dewrê. Yên radest nebûn yan ne dilxwazên bişaftinê bûn, misêwa di bin tade û lêdanê de girtin. Yên radest bûn û daxwazên wan anîn cîh, wezîfedar kirin û bi mehanîyan hatin xelatkirin. Ewana ji leşkerên nîjadperest gelekî zalimtirbûn!..

Salên 1946 û pê ve, ji bo ku Turkîye wek dîdarek medenî, Avrûpayî û demokratîk rêbidin, destûr dan ku partîyên cuda beşdarî hilbijartinan bibin, lê hilbijartinên giştî yê “demokratîk” ji salên 1950 de dest pêkirin û gelên Enedol û Kurdistanê qaşo nûnerên xwe yên qanûna çêkin hilbijartin. Gelê Enedol û Kurdistanê, yên dengê xwe bi karanîn, bi giranî dengê xwe nedan partîya dewletê û leşkeran Partîya Komarî ya Gel (CHP), dengê xwe dan Partîya Demokrat (DP) ya muxalif. Leşkeran û elîta brokratîk ya ku xwe xwedîyê dewleta Tirk didîtin, bala xwe danê ku yê PD kirin hukumet, esnaf, bazirgan û axayên Enedolê û serokeşîr, axa, beg û şêxên Kurd in. Tirsîyan ku di hundir demê de desthilat ji dest wan derkeve û neteweya Kurd jî di pêşkêşîya axa, beg û şêxê xwe de mîna Komara Mahabad yan berxwedana Mistefa Berzanî gelê Kurd bi rêxistin bikin û serî hildin. Loma dest bi amadekarîyên derba leşkerî kirin.

Piştî derba leşkerî ya 1960`î, li ser navê PD 55 Kurd li “Yasi Ada” hepis kirin. 485 Kurdên welatperwer, serok eşîr, axa, şêx û rewşenbîr birin Sêwasê li kampek leşkerî hêsîr girtin. Komîta darbekar di daxwîyanîya xwe de digot: “Turkîye bi temamî tenê welatê Tirka ye, bi çend kesên ku armancên wan yê cuda hene, wê bê pesendkirin.” Yê ku wê demê biryara ku wê kîjan Kurd bê girtin yan nefîkirin Wezîrê Hundur Muharrem Îhsan Kiziloglu dida û wanî digot: “bavê min celatê Şerqê bû, ezê jî celatê we bim!”

Piştî 1961 û pejirandina Qanuna Esasî, bêtir cîh da normên “komarî, demokratîk û huqûqî.” Ji bo bêtir xwe wek dewleta gelên Enedol û Kurdistanê rêbide û bêtir ji endamên NATO alîkarîya leşkerî û aborî werbigire, ji alîkî de rê da partî û rêxistinîya çepgir û ji alî din jî kampên leşkerî yên “Şerê Taybet”(Özel Harp) bi Amerîka ve girêdayî vekirin û nîjadperestên tirk tê de perwerde kirin. Dûvre wek Ergenekon û JÎTEM li hember Kurdan wek sûîkastker bi karanîn.

Derba 1971 Rusya û Amerîka jî xistin nav lîstikê. Pêşî çepgîr û qaşo rêberê karker û xizana, xwestin derbeyên mîna Baasa Sûrî û Iraq`ê yê qaşo “sosyalîst” bikin, lê hevalbendê NATO derba kirin. Di encama vê derbê de, çend ciwanên çepgîr hatin kuştin û dardakirin. Lê ya herî girîng Qanûna Esasî ya 1961`ê ji bejna Turkîye re pir fireh hat dîtin û ji nuh de bi awakî antî demokratîk hat sazkirin. Lê armanca herî girîng jî ji nuh de tesîskirina serwerî û wêrisîya leşker û brokratên Kemalîst yên nîjadperest bû.

Salên piştî 1970`an, li ser bingeha tevger û rêxistinîya salên 1960`î, tevgera Kurd û çepê Tirk di nava ciwanan de bi giştî di nav gel de pêşket. Ji bo ku tevgera çepgirên Tirk jî di bin bandora Kemalîzma mêtinkar de bûn, êdî bi giştî ew jî Turkîyeperest bûn; lê ji alî din ve jî bi du awayî dewleta mêtinkar û nîjadperest xist xofa têkçûnê: yek jê ku bi taybetî ordîya Tirk û elîta brokratîk ya Kemalîst rejîma xwe wenda bikin, ya din jî rêxistinîya Kurd bigehê asta ku mafekî netewî bi destbixe.

Loma ji alîkî pkk û provokasyonên nav Kurdan xistin dewrê ku pkk şêx, axa, beg, dewlemend û hemû rêxistinên Kurd neyar û hedefa ji hev belavkirinê kir armanc; loma êrîşî tevan kir; ji alî din jî li seranserê Turkîye û Kurdistanê çepgîr û nîjadperestên sîvîl, Elawî û Musluman bera hev dan. Bi vê ve girêdayî qetlîamên 1 Gulanê, ya xwendekarên Bahçelîevler, ya Mereşê, ya Sêwasê, ya Çorimê û gelek bûyer û kuştinên bi vî rengî li darxistin.

Di dawîya 1978`an de, dewleta Tirk Rêvebirîya Şidandî (Siki Yonetîm) îlan kir. Leşkeran û brokrasîya Kemalîst dest bi amadekarîyên derba leşkerî kirin. Piştî ku 12 Îlonê 1980 de derba leşkerî hat kirin, li seranserê Turkîye û Kurdistanê, hemû guher û mexelên leşkerî bûn cîyê îşkencexane û lêpirsînê, heta bi avdestgeh, axur û serşokên leşkerî jî tije girtî kiribûn. Bi sedhezaran meriv di van dezgehê îşkencê re derbas kirin. Piştre jî dişandin Dozger û Dadgehên Leşkerî yên Rêvebirîya Şidandî. Ji wir jî rêdikirin, girtîgeh û zîndanên leşkerî û yên taybet. Gelek girtîgeh û zîndan jî kiribûn ciyê lêpirsînê û îşkencexane.

Ji alî din jî gund bajarên Kurdan jî kiribûn mîna îşkencexane û zîndanek vekerî. Bi rêya lêdana hevalbend û muxbirên xwe, li kîjan gundî an bi kîjan kesî re çend çek hatiba îxbarkirin, divîyabû wana radestî hêzên dewletê bikin; yê nedaya an tuneba jî bi îşkencê qebûlkirin didan, yê bi rastî çekên wan tunebana jî dikirîn û didan dewletê.

Ji bo Kurdan zîndana Tipa E ya Numro 5 kirin mînak. Hevsa ji bo herî zêde 600 mirovî avabûye, lê bi hezaran kurd xistinê. Her şêwe îşkencên li wargehên leşkerî nebes bû, vê carê jî ordîya Tirk tîmekî “Herba Taybet” bi serperiştîya Serpel Esad Oktay Yildiran şandin Zîndana 5 Nolî. Çi şêwe îşkenceyên tên û nayên hişê mirov, di bin navê perwerdeya leşkerî li me hêsîrên Kurd kirin. Piştî ku hêsîr “radest girtin” gotin: “hûnê herin dadgehan û bêjin: em Tirk in, bi navê Kurd miletek tune ye! Û hûnê bêjin: em ji kiryarê xwe poşman in! Hûnê li hemû sûcê xwe û hevalên xwe mukur werin!…”

Lê di eslê xwe de, bi rastî tu Kurdekî welatperwer di dil û mejîyê xwe de radest nebûbû! Pêşî hin welatperwerên nav pkk, ketin rojîya mirinê û şehît ketin, piştre 4 welatperweran xwe şewitand û piştre roja 5 Îlon 1983 de hemû welatperwerên Kurd bi yek dengî serî hildan! Gotin: “yan hûnê me tevan bikujin, yan hûnê wek hêsîrên Kurd karvedanek sîyasî li hember me pêkbînin!” Leşkeran nerîn ku yan wê me tevan bikujin yan wê wek merivên sîyasî karvedanê li gel me bikin. Loma wê demê mecbûr man ku îşkenceyên xwe bisekinînin!

Lê gava em bi giştî li encama cûntaya 12`ê Îlonê 1980 dinêrin, dibînin ku tevgera Kurd lawaztir bûye, doza Kurd bêtir bi şûnde ketîye û civata Kurd bêtir asîmîle bûye!..

Ji 1980 virde, tade, îşkence, girtin û kuştina li hember gelê Kurd bi gelek azînan berdewam dike. Bi taybet li hember zimanê Kurdî bêtehamulîyek mezin heye. Pkk/hdp, di warê legal û îlegal, alîyê fermî û yê çekdarî, wek sîyaset, bi giranî dev ji ziman, çand û taybetîyên Kurdî berdaye, vekirî tirkbûyîn û tirkîyevanîyê empozeyî civata Kurd dike. Ji dêvla ku dewlet li hember vê sîyasetê bîhnfirehîyê rêbide, her ku diçe, sortir dibe û êrîşkarîya xwe zêdetir dike. Ji bo neteweya Kurd tu fêda polîtîkayên pkk/hdp û sazîyên bi wan ve girêdayî nema ye.

Loma divê gelê Kurd ji nuh de li xwe vegere û xwe bi rêxistin bike; yekîtîya xwe saz bike; destê xwe dirêjî her merivekî xwe bike û ji Kurdên her perçeyî re bibe alîkar…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir