Ziman, ji tevayîya mirovan ra xizmetê dike

Siddik BOZARSLAN

Di pêşveçûna mirovan da hêzên berhimandinê, bi awayeke dî aborî, bingehê sistema civatê ye û ev jibo pêşveçûnê tiştekî herî girîng, jêrsazîyê digire ser xwe. Piştî guhartina jêrsazîyê, jibo xizmeta jêrsazîyê, jorsazîyek jî ava dibe. Ev jorsazî, di tevayîya pêvajoya civatê da, di bin xizmeta jêrsazîyê da fonksiyona xwe tîne şûnê. Bi kurtasî ziman, berhema pêwendîyên berhimandina civatî ye.

Ji despêka Civata Koledarîyê vir da êdî di nav civatê da du çîn ava bûne. Çîna serdest ku xwedîyê pergalên berhimandinê ye û çîna bindest ku tê pelçiqandin û keda wê tê xwarin û ji pergalên berhimandinê bêpar in. Lê dema mirov di warê ziman da li wê rewşê binêre, dibîne ku ziman ne di bin fermana çînekî da ye û tenê jibo çîn an qatekî xizmetê nake. Yanî ziman, ji hemî çîn û tebeqeyan ra, bi gotineka dî ji hemî mirovan ra xizmetê dike û fonksiyona xwe ya taybetî pêk tîne. Ev rewş dide xuyakirin ku ziman, rengê çînayetîyê nîşan nade. Bi awayeka dî ziman, hem ji çîna serdest ra û hem ji çîna bindest ra xizmetê dike.

Jibo zelalkirina vê karekterê ziman, fêde ye ku ez li ser numûneyek jî rawestim. Civatek, dema ji sistema koledarîyê derbasî sistema feodalîyê dibe ango ji sistema feodalîyê derbasî sistema kapitalizmê dibe; hêzên berhimandinê wek makine û wd. ku di dema berê da hebûn, dema dewrê sistema nû (wek kapitalizm) dibe û di wê sistemê da jorsazîyek nû ava dibe û xizmetê ji sistema nû ra dike. Ziman jî çawa ku di dema feodalizmê da xizmet ji wê civatê ra kirîye; îcar jî ew xizmeta sistema kapitalizmê dike. Di esasê xwe da bingehê ziman, di warê gramatik, xezîneya gotinan û wd. wek xwe dimîne. Di ziman da, tiştên ku tên guhertin, pêşveçûna ilm û teknikê, kulturê û wd. da gotinên nû peyda dibin û ev jî ziman hîn bêtir dewlemend dike. Di nav pêvajoyeke dirêj da dibe ku hin gotin temenê xwe dagire û di şûna wan da hinekên dî yên nû têkevin jîyanê.

Eger em van xalên jorîn bicivînin ba hev, bi kurtayî em digihîjin vê netîceyê:         Emrê ziman gelek dirêj e û tesîra wî gelek fireh e; heta mirov dikare bêje ku qada tesîra ziman, bêsînor e û ziman di her civatê da ji tevayîya mirovên çîn û tebeqeyên cuda ra xizmetê dike.

Jibo vê giringîyê ye ku Filozofê Çînî yê navdar  Confuçius (551 BZ-479), ji vir 2500 sal berê di derbarê ziman da tespîteke gelek balkêş kirîye. Ji filozofê navdar pirsîne:

”Jibo rêveberîya welatekî, eger bangî te bikin, karê te yê ewil dê çi be ku tu dest pê bikî?”  Confucius weha bersiv daye:

”Min dê bi edilandina (rastkirina) ziman dest bi kar bikira. Ji ber ku ziman xirab bibe, gotin nikarin ramanê bide zanîn. Eger raman baş neyê têgîhandin, karên ku divê were kirin, dê çênebe. Eger vatinî, li gora pêdivîyê neyê kirin, dê tore û sazûman xirab bibe.  Eger tore û nîzam xirab bibe, dê edalet (dad) ji rê derkeve. Eger edalet ji rê derkeve, gel dê bikeve nav sergêjîyê û dê nizanibe çi bike û ev kar dê here ku derê. Ji ber wê ye ku tu tiştek qasî ziman giring nîne.” (Tirkîya wê, Nezîr Cibo, Rûpelanu, 08.10.2018)

Tu divê qey Confuçiusê mubarek xwedîyê kerametê bûye û 2500 sal berê rewşa zimanê kurdî dîtîye û wê balkişandina jibo me kurdan gotîye. Xwedê dizane, eger ew nûha bijîya û halê şerpezetîya kurdan û zimanê wan bidîta, dê çi jibo me bigota. Ji alîyekî ve hêzên dagirker ku ji pêvajoya ruxandina Dewleta Medan virde ku di navberê da 2500 sal (125 nifş) derbas bûye; bi hezar caran welatê me serubino bûye, kevir li ser kevir nema ye û em di halekî perîşan da mane. Derdê serê derdan, em kirinên dagirkerên ku qetlîam li ser zimanê me çêkirine, li alîyekî bihêlin; di van salên dawîyê da kesên ku li ser navên zimanzanî, nivîskarî, rewşenbîrî, siyasetmedarîyê ecêbê giran ên sosret anîne serê zimanê me, wek karikaturan li meydanê ne.

Balkêşîyeka dî jî jibo van kurdên ku bi zimanê me dileyîzin, ji alîyê Montaigne (1533-1592)  ve, derdora 500 sal berê li Parisê hatîye nivîsîn.

”Çawa Biaxifî”

”Ez rast dibînim ku ji berdêla ku herikandina gotina xwe bi hin hevokan xweş bikim, min dê hevokên xweş xirab bikira û li gora herikandina gotinê bikira. Divê em li pey gotinekê baznedin, gotin divê li pey me bazde, jibo karê me kêrhatî be. Tiştên ku em bêjin, divê ew gotinên me mejîyê guhdarvan wer bigrine û tije bike ku êdî ew gotinan neyne bîra xwe. Axiftina ku ez jê hezdikim, divê rasterast ji dil be, bi tam be, bi helbestî û kurt be ku ew çi li ser kaxid be, çi bi devkî be. Bila zehmet be, zirar tê da tune; lê bila acizkirin tê da tune be; bila ew ji xemlê, ji pesindayînê bireve, bila ew bêpesindayîn, bêdûzen be û bêtirs be û rasthatî be. Yê guhdarî dike, bila her parî bi lezet bixwe. Axaftin, wek ku Sucton jibo axiftina Caesar gotîye, bila bi eskerkî be; lê wek şîretkirin, parêzerî û quretî nebe. 

Hûnera gotarê, tiştên ku însan bêje, jê dûr dixe, dibe ser rêya xwe. Jibo xwe nîşandanê yên ku cilan lixwe dikin ku ji hemîyan cudatir bin, dikevin qalikekî pêkenînê, ew çawa ku tirsonekî ye; di axiftinê da jî ew gera li pey gotinên ku nayên zanîn, hevokên ku nehatine bihîstin digerin, wek xebata zarokê dibistanê ye. Ax, xwezîya ku ez bikaribim bi gotinên ku li suka Parisê ya sebzeyan bikartînin, bipeyivîma.” (Ceribandinên Montaigne, Weşanên Cem, r. 302, Kitêb I, beş XXVI)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir