Haydarîyên Garo Sasuni jibo jenosida ermenan

Siddik Bozarslan

Haydarîyên Garo Sasuni (ew hem Gelwekîlê Parlamentoya Ermenistanê bûye û hem jî yek ji wan rêvebirê Partiya Taşnaksutyun bûye), nirxandinên wî jibo jenosida ermenan û têkilîyên kurdan û ermenan giring in ku neslên nû bizanibin. Nirxandinên wî bi kurtî weha ne:

“Ordîyên osmanî yên mezin di nav erdê Ermenistanê da mewzîyên xwe yên şer bi cî kirin. Ev jî dibû sedem ku jîyana civatî ya herêmê ber bi xirabîyê û malwêranîyê ve diherikî û di encamê da jîyana wan dihat vemirandin. Têkilîyên nav ermenan û kurdan her ku diçû dihat birîn û xirab dibûn û daxwazên wan ên neteweyî jî ber bi vemirînê ve diçûn. Ji ber sedemê Şerê Cîhanî yê Yekemîn, li her derî Îdareya Awarte (Orfî Îdare) dihat domandin. Osmanîyan, li gora politika xwe tenê dixwestin ji ermenan û ji kurdan fêdeyê bistînin û wan bikar bînin.

Ermen, mecbûr bûn ku xortên xwe bidin ordîya osmanî jibo şerkirinê. Eşîrên mezin ên kurdan jî di bin fermandarîya osmanîyan da di enîya şer da bûn ku her weha Alayên Hamîdîyê jî. Tenê hin eşîrên çîyayî wek Dêrsim, Sasun û Hakkarî, li herêmên xwe, xwe bi xwe diparastin û ne mecbûr bûn ku têkevin nav ordîya osmanî. Yanî bi awayeka giştî hêzên kurd jî di bin kontrola osmanîyan da bûn.

Ne ermenan û ne kurdan, kes li bendê nebûn ku hukmê osmanî di despêka 1915an da dest bi qirkirina ermenan bike, loma ev bû suprizeke mezin. Ordîya osmanî, bi awayeke plankirî destûr neda ermenan ku di enîya şer da kom bibin û cîyê xwe bistînin. Ji ber ku wan xwestibû bi awayeke giştî qirkirinek li ser neteweya ermen pêkbînin û di wê qirkirinê da jî hêzên tirk û kurd wek hêzên alîkar bikar bînin. Jibo qirkirinê tecrûbeya osmanîyan jibo ermenan di 1895an da hatibû dîtin ku di demeke kurt da pêkanîna qirkirineke mezin ne mumkun e. Loma wan qirkirina nîsanê hilbijartin. Piranîya ermenan ji cîyên xwe yên cîwarbûyî hatin koçberkirin û li gora planê di rîyan da ew hatin tunekirin. Li gora wê planê ewil memûr û nobedaran kuştin, yên mayîn jî di rîyan da, li newalên kûr hatin kuştin û bi vî awayî plana xwe bi serfirazî anîn şûnê.

Lê li hin navendan ermenan dest avêtin çek û şer kirin û bi qehremanî xwestin gelê xwe biparêzin. Wek numûne mirov dikare cengawerîya ermenan li Vaspuragan, Sasun, Muş, Çatak, Şebinkarahisar, Urfa û Suveydîye nîşan bide ku şerên mirin û mayînê bûn abîde. Li vir ez pêwist nabînim behsa wan qehremanîyan bikim, ji ber ku di vî derbarî da gelek tişt hatine nivîsîn û afirandin çêbûne. Lê tiştên ecêb û sosretê ew bûn ku di van enîyên şer da wek li Sasunê, li Hinisê û li hin qezayên Wanê wek Çatak û derên dî, li Daron û Bidlîsê hin eşîrên kurd wekî ku vatinîyeke eskerîyê tînin şûnê di bin fermanên tirkan da ketin nav hewildanên kuştinê; hin eşîr jî wekî ku di 1895-1896an da qewimîbûn, beşdarîya talan û malwêranîyê kirin. Bi wê alîkarîyê bûn sedem ku hêzên ermen têk biçin û osmanî jî bigihîn miradên xwe. Bi vî awayî ji milyonek zêdetir ermen hatin kuştin.

Di demên ewil ên şer da ermenên li herêmên Pasîn, Eleşgirt, Malazgirt û Bulanikê ji mirinê xilas bûne. Li herêma Wanê bi saya serê ermenên ku li ber xwe didan û ermenên canfîda ku di nav ordîya rusan da bûn, qasî 110 hezar ermen û li herêmên Sasun û Muşê jî 30 hezar ji mirinê xilas bûbûn. Ermenên li herêmên dî hatin qirkirin. Qismeke biçûk ermen jî li surgûnê, li çolan, di jîyanê da mabûn ku paşê ew jî gîhan qefîleyên ermenan. Rêxistinên ermenan, ji 1916an virve ketin nav hewildana ku ermenên li jîyanê bûn, wan komî serhev kirin û ev xebatên wan heta dawîya 1920an berdewam kir. Her weha hem di nav sinorên Ermenistana Osmanî da û hem di nav herêmên cuda yên osmanî da ku ermen lê dijîyan; haydarîyên ermenên ku li jîyanê mane, jibo têkilîyên ermen û kurdan ji me ra dibin alîkar ku hin rastî derkevin holê.

  1. Li herêmên başur, gelek hindik kurd beşdarîya kuştina ermenan kirine. 2. Gelek eşîran hem beşdarîya kuştina ermenan nekirine, hem jî ermenên ku xwe avêtine bextê wan, wan parastine. Wek mînak, navenda Dêrsimê bûye derek ku 20 hezar ermen parastîye. Ev 20 hezar ermen, bi alîkarîya Dêrsimîyan bi rîya Erzincan û Erzurumê derbesî Ermenistanê bûne. Malbata Şêxoyê Kurd ku ji Modkana- Huytê ya Sasunê ye û zimanê ermenî dizanibûye, sasunîyên herêmê parastîye. Di despêka 1916an da dema herêma Muşê ketîye bin dagirkerîya rusan, ermenîyên wê herêmê û yên ku di herêmên dî da di bin parêzvanîya eşîran da bûn, bi tevayî 12.000 ermen anîne Muşê û bi vî awayî wan ji mirinê xilas kirine. Li gora haydarîyên ermenên ku revîyabûn Surîyê, bi saya serê eşîrên Başurê Kurdistanê jî gelek ermen ji mirinê xilas bûne.

Min bi xwe wek şexis vê rastîyê tespît kirîye: Gelek serokeşîrên kurd di salên 1915- 1916 an da gelek ermen xistine bin parêzvanîya xwe, cilên kurdî li wan kirine jibo veşartinê û van serokeşîran jî paşê ji alîyê dewleta osmanî ve hatine cezakirin.

  1. Rastîya ku mirov heyîr dimîne ev e ku Kurdên Reaya di qirkirina (jenosida) nîsana 1915an da ji eşîran zêdetir rol sitandine. Ji ber ku bawerîya dewletê bi eşîrên kurdan tunebûye, wan Kurdên Reaya ji xwe ra kirine wek cendirmeyên osmanî û soz û ferman dane wan ku dema ew ermenan bikujin, malên ermenan ji wan ra dimînin. Van kurdan hewqas zalim tevgerîyane ku îxbarên hin ermenan jî kirine ku ew li nik eşîran hatine veşartin.
  2. Di dawîya 1915an da kurdên ku wê xetayê kirine, ew têgihiştine ku tehlûkeya tirkan jibo wan jî dê despêbike. Bi taybetî wê xeterê zêdetir eşîrên kurd hîs dikirin. Ji ber ku eşîrên kurdan di pratika xwe û osmanîyan da xwedîyê tecrûbeyan bûn û dizanibûn ku tirk çawa dekdolaban digerînin û hurmetê ji nîvserbixweyîya eşîrên kurd ra jî nîşan nedane û gelek caran eşîran bera hev dane û wan qels xistine û wd…

Lê di wê demê da grubekî kurd ku bikaribe wan rastîyan û endîşeyan analiz (şirove) bike tunebû. Têkilîyên eşîrên xurt jî ji hev hatibûn qutkirin û hêzên kurdan yên esasî jî di herêmên cuda yên enîya şer da bûn, zana û zabitên kurd jî di bin fermandarîya tirkan da bûn. Herêmên kurdî yên giring, ji hev cuda û bi serê xwe mabûn û di wan şertan da hîlebazên tirkan û şûrên wan di nav tarîtîyê da dibiriqîyan.” (Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni – Kürt İlişkileri (15. yy.dan Günümüze) Orfeus Y. Stockholm 1986, s. 151- 154)

Cîyê îbretê û dersjêgirtinê ye ku çend gotinên Enver Paşa ku li Stanbolê ji hevalên xwe û ji rayedarên dewletê ra jibo Şerê Enîya Sarıkamışê û Erzurumê gotîye, em ji qelema G. Sasunî neqil bikin. Jibo têkçûna Sarıkamışê, Enwer Paşa yê faşist – xwînxwar weha gotîye:

“Jibo Şerê Sarıkamışê dema em ji enîya derve binêrin, tê hesibandin ku em têk çûn, lê di rastîyê da em bi serketî ne. Ji ber ku me bi dehhezaran cesedên xortên kurd ji daristanên Sarikamişê heta Erzurumê li ser rîyan hişt.” (G. Sasuni, eynê eser r. 155) 

Wek em gelek vekirî dibînin, Enwer Paşa û yên wekî wî 24 eyar nejadperest in, bi kirin û gotinên xwe nîşan dane ku ew dijminê koka kurdan bûne û xwestine ku kurdan bi tevayî ji navê bibin. Guman tune ku di dijminatîya xwe da E. Paşa tenê nebûye. Di rêvebirîya Stanbolê da kesên wekî wî gelek bûne û wan xwestine li ser erdnîgarîya ermen û kurdan paqijîya qewmî çêkin û herêmê ji kurdan û ermenan paqij bikin. Bi vî awayî xwe bigihînin tataran û ber bi projeya Panturkizmê ve xurt bibin û wê meşa xwe bidomînin.

Numûneyeka balkêş jî G. Sasunî ji devê Papazekî Protestan M.yê girtîye û di nav rûpelên kitêba xwe da raxistîye pêşberî me. Li gora Metran (papaz) M. qefîleyek ermen bi pîyên pêxwas û cilqetandî di nav şerpezetîyek da gihane Adanayê. Nexweşîya Tifoyê di nav wê qefîleyê da belav bûye ku ev nexweşî jî dibe sedemên mirina wan. Ferman ji Stanbolê hatîye ku wê qefîleyê bibin herêmek ku kurd li wir hatine surgûnkirin, wan li wir cîwar bikin. Reîsê qezayê bersiv daye Stanbolê ku ew qefîle bi nexweşîya Tifoyê ketine û ne baş dibe ku ew bibin li nav kurdan wan cîwar bikin. Li ser wê daxwazê ji Stanbolê fermanek dîsa bi wî rengê berê tê û ew mecbûr dibin ku fermanê bînin cî. Fermandarên Stanbolê weha gotine:

”Yên ku xisar bigihê wan, di encamê da du unsûrên dijmin in!”

Loma piştî jenosida ermenan, di enîyên şer da zapit û memûrên tirk hevokek tekrar kirine: ”Zo çû, Lo ma!” Yanî: ”Me ermenan qir kir, kurd mane!” (G. Sasuni, end r. 155-156)

Dîsa li gora lêkolîna G. Sasunî, di demên 1914- 1917an da li herêmên ku ketibûn bin kontrola rusan, hêzên çekdarên kurd ne zêde xurt bûne û ew jî li hemberî dagirkirinê xwe dane alîyên çîyayên xwe. Ji ber ku rusan jî wan wek hêzên osmanî qebûl kirîye, wan ji hêzên kurd ên çîyayî gelek kes kuştine. Divê em qebûl bikin ku digel rusan çekdarên ermen jî hebûne. Dema hêzên rus ji herêmê dûr ketine, çekdarên kurd  ku yên herêmên Abağa û Aladağê ku girêdayê Wanê bûne; ew ji çîyê daketine xwarê û Pira Bergirî xistine bin kontrola xwe û qasî 4000 ermen hatine kuştin. Hêzên Kazak ên rusî digel canfîdayên ermen, di payîza 1915an da êrîş birine ser Aladağê û 40 gundên kurdan wêran kirine, qetlîamek jî li wir çêbûye, kurdên ku ji mirinê revîyane, xwe gihane Gêlîyên Zîlanê. Gelek kurd ên ji Wanê, Mûşê, Bidlîsê û Hinisê ku sê sal ji neçarîyêl li çîyan mane, ji birçîbûnê û nexweşîyê mirine. Di encamên van trajedîyan da dema li ´Herêma Ermenistana Wilson´ê ku 500 hezar kurd lê jîyane, jimareya kurdan dîsa çêdibe û xuya dibe ku tenê 100 hezar kurd li jîyanê mane. Yanî, di nav wan tofanan da 400 hezar kurd jî berze bûne (qir bûne). (G. Sasuni, end r.157-158)

Wek jêrenotek li vir divê ez di çarçoveya koçberkirinê da çend rêzên Garo Sasuni lê zêde bikim ku wî jî li gora raporeka dizî ku ji destê tirkan ketîye destê kurdan û wî jî wê ji kurdan sitandîye ku dema mirov li encamên koçberkirinê binêre, nuqteyên ku di wesîqeya dizî da hatine nivîsîn, tiştên mantiqî ne bo dewleta osmanî. Rapora G. Sasuni bi kurtî weha ye:

Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn da ji dervayê Wezareta Hundûrî ya Dewleta Osmanî ”Mudurîyeteka Umumî (giştî) ya Koçber û Reîsîya Eşîretê” jî hebûye. Mudurê wê Şükrü Kaya Beg bûye ku ew paşê di Hukumeta Ankarayê da bûye wezîrê ziraatê. Tanzîmên di nav wê sazîyê da li gora 5 fermanên dizî hatîye rêvebirin (an pêkhatîye).

Li gora wê fermana dizî, piştî surgûnkirina ermenan, kurd jî dê werin surgûnkirin jibo bajarên tirk. Amanca sereke jibo wê surgûnê ew bûye ku li herêmên şer têkilî û hevkarîya kurd û rus û ermenan çênebe. Li bajarên rojhilatê divê firset neyê dayîn ku piştî surgûn û qirkirina ermenan, nufûsa kurdan nebe piranî.

Li gora madeyeka dizî, dema kurd werin koçberkirin, berpirsên dewletê yên sivil û eskerîyê, di rîyan da muameleyeka welê jibo wan koçberan bikin ku ew herî zêde xisarê bibînin. Yanî bi awayeke vekirî ferman hatîye dayîn ku koçberên kurd jî wek ermenan di rîyan da werin qirkirin. Loma di encamê da ji kurdên koçberkirî yên 1916an, nufûseke gelek hindik gihane Adanayê, Konyayê û Ankarayê. Ew kurdên ku gihane cîyên surgûnê jî, di nav şertên giran ên birçîbûnê, sitarbûnê û wd. da hatine hiştin ku ji ber wan sedemên nebaş, gelek ji wan mirine.

Şertên wan fermanên dizî yek jê jî ew bûye ku li cîyên cîwarbûyî jimareyên surgûnîyan divê li gora %5 were tanzimkirin. Yanî 5 kurd di nava 100 tirk da werin cîkirin ku ew bi lez werin helandin. Axiftina tirkî jibo wan koçberan wek mecbûrî hatîye qebûlkirin da ku kurdîya xwe jibîr bikin û bibin tirk. Cuwanên kurd û ew kesên rêvebir wek serokeşîr, axa, beg û wd. divê ji wan surgûnîyan jî werin dûrxistin jibo cîyên hê dûrtir. Ji bil destûrê divê kes nikaribe cîyê xwe biguherîne.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir