Sebebê Trajedîya ALAN!

Dunya hemû bi trajedîya Alan, bira û dayîka wî hesîya! Hin serokên dewletan û wezîr, xemgînîyek derew rêdan û daxwîyanîyên durû dan; hin jî dilê wan şewitî, hêstirê xwe negirtin û girîyan.

Ev nêzî sed salî ye ku bi awayên cuda cuda mirovên Kurd tevlî zarokên xwe misêwa tên kuştin. Ev kuştin ne tenê wek çend zarok û jinên Kurd; wek civat û bi komî, wek jenosîd dest pê kirîye û heta îro dewam kirîye.

Tenê di sedsala derbasbûyî de, li Bakurê Kurdistanê, ji 38 serhildan û berxwedanên ku bi sedhezaran Kurd di qirkirinan re derbas bûne û “ferman” lê rabûye û ji welatê xwe bi darê zorê hatîye koçkirin, yê herî mezin Qoçgîrî, Şêx Seîd, Zîlan, Agirî û Dêrsim e.

Li Rojhilat, qirkirinên dema tevgera Simko û ya Mahabat.

Li Başûr yên tevgerên Şêx Mahmûd Berzencî û Berzanîyan. Qirkirinên Enfal, Helepçe û ŞIingal.

Li Başûrê-Rojava kuştinên Sînema Amûdê, Qamişlo û ya Kobanî.

Hîna jî ev qirkirin ne qedîyane û êrîşên li ser gelê Kurd bi gelek alî berdewam dike. Ev qirkirin, ne tenê bi kuştinên fizîkî, lê wek qirkirinek neteweyî û derûnî berdewam dike: wek koçberkirin, înkara dîrok, qedexeyên ziman, çand û hebûna gelê Kurd bi mîlyonan Kurd tê asîmîlekirin.

Loma tunekirina Kurdan ji alî dewletên mêtinkar yên herêmê, ji alî hemû dewletên cîhanê wek pirsgirêkên van dewletan yên navxweyî hat dîtin: ev helwest bi giranî hîn jî berdewam e.

Li perava Turkîye malbatek Kurd xeniqîye, lê di rojname û televîzyonên Tirk û Ewropîyan de hat gotin ku “malbatek (Bakurê) Sûrîye fetisîye”! Wateya vê gotinê: `ew bimirin jî, em wan wek Kurd nasnakin!” Çima ku bi fermî statuyek Kurdan yan Kurdên Başûrê-Rojava tune ye.

Sûrîye Kurdan bikuje, dunya dibê welatîyê xwe kuşt, DÎIŞ bikuje, dibên terorîstên îslamî wan kuşt.

Tevlî ku em zanin PYD/YPG bi destê rejima BAAS hat avakirin, lê hat rêdan ku li ser navê Kurdan û ji bo parastina wan derketîye meydanê(!) Ku ew tade û neheqîyekê li Kurdan bike, dibên Kurd zilmê li hev dikin.

PYD, xwedêgiravî bi navê Kantonan rêvebirîyek avakir. Di van rêvebirîyan de, tevlî gelek endamên Baas`ê, berpirsên hemû pêkhate û cemaetên li heremê tên temsilkirin. Hêzên leşkerî yên muxalif û Eşîrên Ereba, yên Suryanî û filehan û yên rejima Baas`ê qebûl dikin û bi wan re hevkarî û yekîtîyê dikin, lê tenê yê partî û hêzên Kurd yên dervî xwe qebûl nakin.

Kesên endamê partîyek Kurd ku dervî PYD, yan malbatek Kurd ne bi ser partîyekê ve be, divê li gor daxwaz û qanûnên PYD û Kantonên wê tevbigere; ya na sûcdar e û dîsa li gorî “qanûnîyeta wan” tê cezakirin.

Ji bo bi destxistina nan, av, petrol, şekir, gaz, elektrîk û gelek tiştên din jî ev cudahî heye. Gelek mal, zarokên xwe yan hin ciwan bi xwe, ji ber leşkerîya mecbûrî ji welatê xwe direvin.

Welatekî ku ewlekarîya jîyanê lê tune be, bi hêza ku hukum dike ne bawer be û nikaribe pêdivîyên jîyanê bi dest bixe helbet wê ji wî welatî bireve.

PYD, îro ji herkesî bêtir, ji reva Kurdên Başûrê-Rojava ya ji welatê xwe berpirsîyar e. Li kîdera dunyayê hatîye dîtin ku rêvebirek (Îlham Ahmed) bêje:  “Kê neeciband bila derkeve derveyî Rojava“! Ev gotin heta niha, tenê nîjadperest ji bo endamê neteweyek cuda bi karanîne.

Wer xwanêye, ji Başûrê-Rojavayê Kurdistan tenê Kurd yan bi giranî Kurd direvin! Çimkî li cîyê ku Kurd di giranîyê de bûn, îro Ereb bêtir bûne. Çimkî him ew xwe diparêzin, him rejim û him jî PYD/YPG wan Ereban diparêze.

Dewletê dunyayê, bi taybet yê Ewropa ji perçebûn û bêstatubûna Kurdan mesûl in, lê îro ji valakirina Kurdistan rasterê çiqas mesûl in, ew ciyê devjenîyê ye!?

Lê rastîya herî dijwar ev e ku îro li her çar perçê Kurdistanê ewlekarîya jîyanê ji tu Kurdekî re tune ye!

Ez bi zanîn Başûr jî dixim nav: çimkî heta Başûr jî nebe dewlet, ji destdirêjîya dijmin, bi rêya sîxur û xayinan, xistina fitne û fesadî û berahevdana nava Kurdan xelas nabe.

Ji ber stratejî û taktîkên ne rast yê PKK, dewleta Tirk bi hezaran gund şewitand û bi mîlyonan kurd dan koçberkirin. îro ev helwesta PKK nehatîye guhertin û îlankirina yekalî ya “Xweserîya Demokratîk” wek taktîk û stratejîyek ne rast, zerarek mezin digehîne gelê Kurd.

PKK, berê doza serxwebûnê û yekîtîya çar perçên Kurdistanê dida pêş û şer dikir. Herkesekî digot: `di tekoşîna rizgarîyê de tiştê werê diqewimin`, lê îro dev ji stratejîya serxwebûn û yekîtîya Kurdistan berdaye, lê taktîkên şer yên ku zarokên Kurd dide kuştin, mala gelê kurd dide şewitandin û koçberkirin hîn berdewam dike.

Îja armanc çî ye: “emê Turkîyek demokratîk ava bikin(!)” dibên. Gelo ji sedî 80 gelê li Turkîye li dijî te be û ji sedî 80 gelê Kurd bi demokratbûna te ne bawer be û bi rastî jî tu ne demokrat be, tê çawa Turkîyek demokratîk ava bike!?

Çareserîya pirsgirêka Kurd, tenê li ser prensîpên demokratîk (ne demokrasîya PKK/PYD) yekîtîya hêzên Kurd û Kurdistanî ku çarenûsa xwe bi xwe tayin bikin! 5-9-2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir