ŞEMZÎNAN – Xelkê bi hestên neteweyî Newroz pîroz kir: Hemû bername bi Kurdî bû

Îsal yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ku Newroz bi ahengên berfireh û coşeke mezin hat pêşwazîkirin Colemêrgê bû.

Navçeya Şemzînan yek ji wan navçeyên Bakurê Kurdistanê ye ku bi parastina çand û reseneyên xwe tê naskirin.

Li Şemzînanê ahenga Newrozê bi alayên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ( PDK) hat pêşwazîkirin.

Xelkê bi Cilûbergên Kurdî berê xwe da qada Newrozê

Di ahengên Şemzînan de xelkê navçeyê bi cilûbergên Kurdî berê xwe da qada Newrozê.

Şêniya Şemzînanê Asmîn Ozeruysalê ji Rûdawê re got:

“Min ji bo îro cilên Kurdewarî li xwe kirine ez dixwazim rengên me azad bin û em biserkevin.”

Şêniya Şemzînanê Rewşayê jî got:

“Min zanî ku îro Newroza me ye, rojek beriya wê min cil û bergên xwe amade kirin.

Pismamê min ez anîme vê qada Newrozê.”

Qada Newroza Şemzînanê bûye karnavaleke Kurdewarî û têr jî rengên Kurdistanî stran û hunera qedîm a navçeyê dilê ciwanan di bin ba û berf û baranê de germ kir.

“Ez ji bo her tiştê Kurdî dimirim”

Şêniya Şemzînanê Ozlem Tekînê jî got:

“Ez ji her tiştê Kurdî hez dikim, ez ji Kurdan hez dikim ne tenê cil û bergan, ez ji bo her tiştê Kurdî dimirim.”

Xelkê Şemzînanê di hemû boneyên xwe de taybetiyên xwe derdixe pêş.

Xelkê bi hestên neteweyî  Newroza pîroz kir

Dîroka kevnar û şanaz a navçeyê bandora xwe li ser jiyana xelkê jî kiriye bi wî rih û hesta neteweyî  xelkê Şemzînanê îsal  Newroza xwe pîroz kir.

Rêveberê DEM Partiyê yê Şemzînanê Yunus Ozkoyuncu jî got:

“Şemzînan xwedî dîrokeke kevnar e, dîroka Şemzînan dîroka Şêx Ubeydullah e.

Pêngavên şoreşê û pêngavên azadî û aşitiyê jî her dîsa li Şemzîna hatine avêtin.”

Hemû bername bi Kurdî bû

Newroza Şemzînanê yek ji wan newrozan bû ku hemû gotar û bername bi tamemî û bi tenî bi Kurdî hatin pêşkêş kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *