Sebeba Lînçkirina Kurda

Di van rojên ku Kurd qetlîama Gelîyê Zîlan bi bîr tînin ku 89 sal berê, ordîya dewleta tirk, piştî gund û malên herêma serhildana Agirîyê şewitandin, şêniyên van gundan tevlî pitik, zarok, kal û pîran, jin û mêran, li gor hejmara ku wezîfedarên dewletê didin; 15 hezar meriv li gelîyê Zîlan dicivînin û bi tiving û çekên giran li wan direşînin û tevan dikujin!…

Komara tirk ya mêtinkar, piştî ku li ser navê nîjada tirk avabû, ji nû ve welatê me Kurdistan dagîr kir, hemî mafê gelê Kurd tevlî hebûna wî înkar û qedexe kir. Heta salên 1940an kê otorîte û qanûnên Komara faşîst qebûl nekirin yan pêk neanîn yan doza mafekî netewî kirin, bi provokasyonan operasyonên qirkirin û tunekirina gelê Kurd li dar xistin; di encam de welatekî wêrankirî û bi sedhezaran kuştî, girtî, koçber û penahende li dûv xwe hîştin!…

Komara nîjadperest û faşîst, piştî ku li ser kavilê Kurdistanê serwerîya xwe tesîs kir, tevlî zimanê Kurdî, hemû nîşan û sembolên têkelî Kurd û Kurdistanê jî hin bi qanûnan hin jî fiîlen qedexe kir. Ji bo van qedexeyan têxe serê hemû merivan, kê behsa hebûn, huner, sembol û rûmetek Kurd kiribe, bi şîdet hatîye cezakirin. Ji bo înkar û tehlukebûna kurdbûnê têxe serê herkesî, bi aqademîsyenên nîjadperest û xwe firotî pirtûkên kurda înkar dike, hov û xerab rêdide dan nivîsandin.

Hukumeta AKP, pêşî ji bo piştgirîya Kurdan bistîne, û wek taktîk gotin: “kurd hene, hatine qirkirin, hebûn û zimanê wan hatiye qedexekirin; lê emê van qedexeyan rakin!” lê tevlî ku tv kurdî, li zanîngehan kursîya zimanê kurdî û li dibistanan wek dersa hilbijartî vekirin jî wek resmî qanûn saz nekirin. Dewleta mêtinkar û nîjadperest hem qanûnî û hem jî di pratîkê de qedexe, asîmîlasyon û êrîşên ser ziman û hebûna Kurdan berdewam kirin. Her roj em agehdar dibin, ji bo ku Kurdek li deverek Turkiyê bi kurdî peyivîye yan sitran bi kurdî gotîye, ji alîyê komek tirk ve linç bûye yan hatiye kuştin! Hîn çend meh berê kurek û bavê xwe ji bo ku di nav xwe de bi kurdî peyivîn hat kuştin, çend roj berê ji bo kurdekî çûye leşkerîya tirk bi kurdî sitran gotibû, ew linç kirin û serî lê parçe kirin!

Kurdên me yên Başûrê Kurdistanê birrek ji 50 mirovî pêk tê, berî bi çend roja wek geştîyar çûn navçeyek bajarê Trabzon yê Tirkîyê. Bi zanîn yan ji kêfa re bi destmalên bi ala Kurdistanê neqişandî û li ser wan KURDISTAN nivîsandî wêne dikişînin û qaşo birek nîjadperestên tirk êrîşî wan dike û wan linç dike! Kesê ji vê çîrokê bawer bike ya tirkîye û siyaseta wê ya li hember Kurdan nizane yan bêhiş û gêj e!

Bûyerên di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê, helwesta Tirkîyê, Îran, dagîrîya Kerkûkê û êrîşa ser Kurdistanê hîn zindî ye. Birrek geştîyarên Kurd wê bên Turkiyê û polîs, mît û îtê dewletê wê wan taqîb neke!? Ev ne mumkûn e! Lema gava destmalên Alarengîn û Kurdistan li ser neqişandî di hustuyên wan de dîtîye, xeber dane rêvebirên dewletê; ji ber ku welatîyên Kurdistana Başur in, ku hêzên resmî destdirêjîyê bikin wê bibe pirsgirêkek dîplomatîk, ji bo lînçkirina geştîyaran wan jî talîmat daye muxbir û çeteyên xwe yên paramîlîter. Çimkî helwesta polîs, dozger û walîyê dewletê vêna pirr aşkere rê dide: bi ser lêdana wan de polîs vana dibe ber destê dozger, dozger biryara girtina wan dide, walî jî wan dersînor dike.

Di vê bûyerê de dersa herî girîng ku Kurd divê jê derxin ev e: qedera kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Heta perçeyên Kurdistanê tev azad û serbixwe nebe, bila yên din nefikirin ku wê serbixwe û azad bibin! Ger Kurd li hevdu û li rûmetên xwe xwedî dernekevin, tevlî xîreta xwe wê her tiştê xwe wenda bikin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *