Ligel Renc – Ji ber madeyên plastîk metirsî li ser tenduristiya mirovan çêbûye

Nîşan Ligel Renc Madeyên Plastîk Jîngeh Tendurîstî
 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê ji ber hin madeyên plastîk metirsî li ser tenduristiyê çêbûne.

Mijara bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê ya vê hefteyê derbarê kalîteya plastîk û bandora wê ya li ser jîngeh û tenduristiya mirovan bû.

Aliyên pêwendîdar, hinek pispor û jîngehparêz tevlî bernameyê bûn.

Li gorî gotinên mêvanên bernameyê, tevî ku bandora xirab a plastîkê li ser tendurîstî û jîngehê heye, li xalên pişkînînê kontrolên pêwîst nayê kirin û piraniya wan ji kalîteya kontrolê derbas nabin.

Pisporê tenduristiya jîngehê Dr. Karzan Elî amaje bi wê kir ku hinek made di nava wan pilastîkan de hene ku li Herêma Kurdistanê tên bikaranîn xetereke mezine li ser tenduristiya mirovan çêdikin

Di salekê de 10 hezar û 171 ton kîsên naylon tên berhemanîn

Li gorî amarên Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, di salekê de 10 hezar û 171 ton kîsên naylon li Kurdistanê tên berhemanîn ku gumrika wan a hawirdekirina madeya xav ji milyonek dolar zêdetir e.

Ji bilî wê heta 2017an, 455 milyon û 650 hezar debiyên plastîk tevlî jîngeha Kurdistanê bûye û dibe ku “niha gihiştibe milyarekê.”

Li gorî amarên Rêxistina Hevahengiya Aborî û Geşepêdanê ku wekî OECD, di her çirkeyekê de hezar û 500 bitil û di rojekê de 129 milyon û 600 hezar bitlên plastîkî li cîhanê tên avêtin, di demekê de ku tenê ji serdî 9ê wan tên vegerandin.

Di beşeke din a bernameyê de behsa bandorên neyînî yên madeyên plastîkî hat kirin ku xeteriya wan li ser tenduristya mirovan hene.

 

Divê hikûmeta çavdêr be

Endezyarê xorakê Leşker Hemîd jî mêvanê bernameyê bû.

Leşker Hemîd anî ziman ku xeta ne li kargehan e lê divê hikûmet çavdêr be li ser wan kargehan da ku plastîkên kalîte baş berhem bînin.

Ji Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê jî mêvan hebûn û bi nerîna wan jî hinek madeyên plastîk dibin sedemên gelek nexweşiyan bi taybetî nexweşiya pençeşêrê.

3 hezar cureyên plastîkan li ser tenduristiya mirovan metirsîdar in

Sê hezar curên plastîkan hene ku li ser tenduristiyan mirovan bûne metirsî, wekî mirina pêşwext, têkçûna hormonan û çendîn bandorên din.

Bi gotina Pisporê Tendirustiya Jîngehê Dr. Karzan Elî piraniya wan nexweşiyan li Herêma Kurdistanê hene.

Leşker Hemîd herwiha got ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavdêrekî baş be, ji ber ku piraniya kargehan li ser bingeha rikeberiyê bi bihayekî kêm û kalîteyeke xirap berheman dixin bazarê.

Gilêşa li Herêma Kurdistanê 7 hezar ton e

Li gor amarên Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, rojane gilêşa Herêma Kurdistanê 7 hezar ton e, ji wê ji sedî 31,54 yê xorakê ye, ji sedî 22,67 plastîk û ji sedî 9 jî karton e û di rêza çarê de jî paçê zarokan tê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *