Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Ew pereyê Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê bi rê kiriye tenê mûçeyên 10 mehan ên fermanberên Herêma Kurdistanê bûn.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 12.01.2025) ragehand, “Wezareta Darayî ya Îraqê ji bo sala 2024ê tenê 10 tirilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê şandine, ku dibe mûçeyên 10 mehan ên fermanberên Herêma Kurdistanê, di demekê de ku li hemî Îraqê mûçeyên her 12 mehan ên fermanberên xwe dane.”
Şaxewan Ebdila herwesa got, “Wezareta Darayî ya Îraqê dibêje ku mûçeyên 12 mehan ji bo Herêma Kurdistanê şandine, her wê wezaretê bi xwe belav kiriye ku 10 tirilyon ji bo Herêma Kurdistanê şandine, di demekê de ku mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê yên salekê 12 tirilyon dînar in.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Ev mijarek e, em qebûl nakin. Em wekî firaksiyonên Kurdistanî helwesta xwe dikin yek, ji bo pirsa mûçeyê meha 12ê û ku ew sînaryoya sala 2024ê di sala 2025ê de dubare nebe.”
K24