Zeydan: Me 130 hezar deng zêdetir bi dest anîn, çi wijdanek qebûl dike hilbijartinê biêxin gera duyê?

Hevberbijêrê Partiya DEMê Abdullah Zeydan ku bi rêjeya ji sedî 55an ji bo Hevşarederiya Bajarê Mezin ya Wanê bi ser ketibû, ji aliyê Wezareta Dadê ve mafên berbijêrtiyê ji wî hat stendin û ji aliyê Qeyûmê ve cihê wî hat girtin.

Hevberbijêrê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û Hevşaredarê Bajarê Meizn ya Wanê Abdullah Zeyadan ku di hilbijartinên 31ê adarê ya 2024an bi piraniya dengan ji bog era duyê bi ser ketibû, derbarê têkbirina vîna gelê bertek nîşan da. Zeydan got, “Zêdetirî 130 hezar kesan deng dabû me, çi wijdanek vê yekê qebûl dike?”

Mafê berbijêrtiyê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ya Wanê Abdullah Zeydan ku ji bo gerek din bi piraniya zêdetirî ji sedî 55 ji dengên hilbijartinên xwecihî yên 31ê adarê, 5 xulek beriya temambûna karên wî di 29ê adarê di bin fermana Wezareta Dadê de hat betalkirin.

Piştî civînê Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê, biryar hat dayîn berbijêrê AK Partiyê hat danîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *