Kes Nikare Pêşî li Dewletbûna Kurd Bigire!

Li her çar perçê Kurdistanê, gelê Kurd di konaxek pir dijwar û pir girîn re derbas dibe: Di salvegera 100 salîya Peymana Sykes-Picot, defcto avabûna Dewleta Federal ya Kurdistana Başûr, bi êrîşkirin û dagîrkirina beşek ji axa Sûrîye û Iraq ya terorîstên “Dewleta Îslamî”, pêşveçûna şûûra netewî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û bi egera li dij derketina DÎIŞê ya hêzên Kurd, alîkarîya dewletên emperyal yên hevpeyman ji hêzên Kurd re, êdî dikare çarenûsa gelê Kurd biguherîne.

Tevlî vê alîkarîya navdewletî ku hêzên Kurd li her çar perçên Kurdistanê, ji dema ku avabûne û heta îro, di warê aborî, leşkerî, lojîstîk û dîplomatîk de, di rewşa xwe ya herî bi hêz û herî baş de ne; lê çi mixabin, hin partîyên Kurd xwe ji dafik û lîstikên mêtinkaran rizgar nekirine, karin bi hêsanî bi neyarên xwe re rûnin, li hev bikin û hevkarî bikin, lê nayartîya birayên xwe dikin û ji yekîtî û hevkarîya hêzên Kurd direvin.

Ji bo neteweyekê heq, hiqûq, parastina hemû şêweyên jîyanê, perwerde, geşkirina çandê û cansaxî û pêşdexistina aborî, zaniyarî û teknolojî, avakirina zanîngeh û sazîyên civatî bi rêya rêxistinî û sazîya dewletê pêkan e. Heta neteweyek ne xwedî dewlet be, ne xwedîyê jîyana xwe ye; hinekî din li ser jîyana wî hukum dike û di derbarê jîyana wî de biryar dide! Li dunyayê tu netewe û civatên li ser axa xwe dijîn, li dijî serxwebûn û dewletbûna xwe derneketine; kes û partîyên li dij dewletbûnê derketibe jî wek neyar, xwefiroş û xayinê wê civatê hatine dîtin.

Îro li Başûrê Kurdistanê, bi her awayî mercên dewletbûnê amade bûye; Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Berzanî bi hemû dewlet û rêvebirên dewletan re pêwendîyên wî yên dîplomatîk hene û ji alî dunyayê ve jî wek Serokekî karîzmatîk û bawermend tê dîtin, tevlî partîya xwe û bi ezmûna tekoşîna sed salî hatîye bawerîya ku bê dewletbûn gelê Kurd rizgar nabe û ragihandina dewleta Kurd wek nan û av pêwîst dibîne. Lê beşek hêz û partîyên Başûr li dij helwesta referandûmê dertê, hevkarîya bi neyarên nîjadperest yên deweletên mêtinkar re ji berjewendîyên xwe û partîyên xwe re baştir dibînin û li pêş dewletbûnê astengan derdixin.

PKK, ji roja ku derketîye dika sîyasî û heta îro, wek hêzek taşeronê mêtinkaran tevgerîyaye û neyartîya partî, rêxistin û hêzên neteweperwer kirîye. Têkilîyên wan dem dem bi hin partîyên Kurd re, ji bo hin armancên xwe, wek taktîk û demî bûye.

Bingeha PKK li Ankerê hat avêtin. Li gor ku serokê PKK dibê; “Civîna xwe ya pêşî di avahîya îstîxbaratê û di bin çavdêrîya berpirsên dewletê de sazkirîye”. Armanc tevgera Kurd ya neteweyî ji holê rake. Loma sîyaseta xwe li ser derew, komplo, êrîşkarî û kuştina Kurdan avakir. Di daxwîyanîya xwe ya pêşî de got: “em doza serxwebûna Kurdistanê û yekîtîya çar perçê Kurdistanê dikin, ji bo vê jî em propaganda çekdarî û şerê rizgarîyê li dardixin; kes û rêxistinên vê armancê diparêze divê tevlî me bibe; yên li dij vê armancê derê û tevlî me nebe, ji doza Kurd re asteng e, xayin e û hedefa me ye!”

Dest bi êrîş û kuştina rêber, kadir û endamên hemû rêxistinê Kurd kir. Lê ewqas serketî bûn ku patronê wan li Başûrêrojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî rêxistinbûna wan xwest. Li van beşên Kurdistanê jî li hember partî û rêxistinên Kurd sîyaseta xwe ya hevkarîya bi dewletên mêtinkar re sazkir û êrîşî hêzên Kurd kirin.

PKK, li her çar perçê Kurdistanê gelê Kurd xapand, got emê dewleta Kurd avabikin, zarokên wan bir şer û piştgirîya maddî û manewî ji wan wergirt. Lê piştî ku serokê wan hat Turkîye û ji dewleta Tirk re got: “Ez di xizmeta we de me; ez nahêlim dewleta Kurd avabibe û li hember partîyên Kurd û dewletên cîran ez`ê partîya xwe jî di xizmeta berjewendîyên we de wek `taşeron` bi karbînim!” ket bin fermana îstîxbarata dewleta Tirk, êdî hemû armancên xwe eşkere kir!

Îro PKK, li her çar beşê Kurdistanê, vekirî û bi zelalî xizmeta dewletên mêtinkar dike û neyartîya berjewendîyên gelê Kurd dike. Zarokên Kurd yên welatperwer ku tevlî wan bûne, ku li dij sîyaseta wan ya şaş dertê ceza dikin û dikujin, (ku Apo bi xwe îtîraf dike ku 15 hezar gêrîlayê xwe kuştine) ya wek li leşkerîya dewletên mêtinkar neçar û rehîn mane, yan rê dibînin ji nav wan bazdidin.

Pêşî derên Kurdistana Bakur ku jîyana wan tev bi Kurdî bû, bi taktîkên dijminane, zêdetirî çar hezar gund dan valakirin û li dor pênc mîlyon însanê Kurd bazda bajaran, metropolên tikan û mertropolên Ewropa.

80 wekîl şandin meclisa tirk û sed şaredarî girtin dest xwe û ji bo selameta hilbijartin û rejîmê qaşo bi navê “Demajoya Çareserîyê” gel xapand, rejima mêtinkar û nîjadperest nerî bi vî awayî jî rewş li gor daxwaza wan nameşe û bajar ji bo rejîmê baş ne ewle ne û ji ber bandora rewşa defacto ya Başûrêrojavayê Kurdistanê, potansîyela rêxistinîya netewî û serhildanê hîn xurt e. Pêşî bi destê MIT`ê KCK da avakairin; piştre hemû endam û rêvebirên wê girtin û kirin girtîgehan. Piştre dîsa bi daxwaza MIT`ê HDP avakirin. Ew jî hemû daxwazên wan pêk neanîn, niha dest bi tasfîyekirina wan kirîye.

Lê hevaltîya dewleta Îran bi rejîma Sûrîye re û piştgirîya rejîma Tirkîye ji dijbereya Sûrîye re, ji alî Qandîlê û îstîxbaratê hin faktorên din ket rojevê û bajarên ku tahlûke hat dîtin, bi destûra îstîxbarata xwe, alîkarîya şaredarîyan û rêya bend û çalên PKK, him zarokên Kurd yên şervan dan kuştin, him cıvata welatperwer û ya Kurd ji hev belav kir. Wan û dewletê bi hevre bajarên Kurd hilweşand, wêran û kavil kir!

Armanca dewleta Tirk xwanê ye; lê ya PKK!?

Hin berpirsên PKK wek henekê xwe bi gelê Kurd bikin dibên: “ev şerê bend û çalan yê kolana şaşî bû!” hin dibên: “di şerê kolanan de em bi serketin, dewletê wenda kir!” hin dibên: “Berzanî û PDK wan bajaran xera kir, ne dewleta tirk!”

Madem tu dewleta Kurd naxwaze û tu rêvebirîya van herem û navçeyan dixwaze, ê ji xwe şaredarîya wan di desê we de bû; ji xwe nûnerên van navçeyan te şandibû meclisa tirk ya ku tu ne li dij dewlet, serwerî, al û sînorên wê ye!..

Rêvebirên PKK dibên: “Armanca me ya bingehîn demokratîzekirina dewletên serwer e! Em li dij netewedewletê ne!” Li gor ku tu demê hêza PKK wê nikaribe, dewletên Tirk, Ereb û Faris demokratîk bike, wê gavê wê bi berdewamî taşerontîya van dewleta bike û wek hero zarokên Kurd bidin kuştinê!

Li Başûrêrojavayê Kurdistanê PKK, xwe bi navê PYD bi rêxistin kirîye. PYD bi daxwaza dewleta Sûrîye YPG avakir û bi çek û elemanên dewleta Sûrîye navçe kir bin kontrola xwe. Çi partî, rêxistin, eşîr û hevalbendê rejîmê hebûn bi tevan re yekîtî û hevkarî kir; lê çiqas partî û rêxistinên welatperwer hebû, bi hevkarîya rejimê êrîşî wan kir û ew tasfîye kirin.

PKK li Rojhilat qaşo wek partîyek Kurd PJAK avakir. Ew jî kir aletê taşeronî û lîstikên bi dewleta Îran re, loma hebûn û tunebûna wê nexwîyaye. Kengî ji rejîmê re lazim dibe, derdixîne pîyasê. Bi yek hêza Kurdên Rojhilat re hevkarî û yekîtî nekirîye. Bi ser de jî PKK, êrîşî hemû partîyên Kurd yê Rojhilatê Kurdistan dike endam û pêşmergên wan dikuje.

Li Başûr kî dijî Serok Berzanî û PDK be, PKK bi wan re di hevkarîyê de ye; di tv û medyaya xwe de li dij Berzanî dezenformasyon û kampanya reşkirinê ya derewan dimeşîne.

Bi navê YBŞ, ji rejîma Iraqê alîkarî û mûçe werdigirin. Pêşmerge canê xwe dide xaka xwe ji dest DÎIŞ rizgar dike, ew jî li ku valahîyekê dibînin, dagîr dikin û ji dewleta Iraq re kantonan îlan dikin. Tu li medyaya wan temaşe bike, wer propagandak derewan dimeşînin ku tu dibê ne pêşmerge, ew başûrê Kurdistanê rizgar dikin(!)

Her ku helwesta Berzanî û PDK ya referandûm û dewletbûnê zêde dibe, rêvebirên PKK ketine rêzê daxwîyanî li ser daxwîyanîyê didin û dibên; “em li dijî referandûm û dewletbûna Kurdistanê ne!”

Lê çawa dewletên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrîye nikare demajoya referandûm û serxwebûnê bisekinîne, ew jî nikarin. Lê divê gelê Kurd li hember derew, sabotaj û provakasyonên wan şîyar be û bes alîkarîya wan bike. 7-6-2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir