RONAHÎ (Nîsan 1942- Adar 1945)  

Siddik BOZARSLAN

Berhevoka (koleksiyona) Kovara ”Ronahî” ku li ber destê min e; ji 28 hejmaran pêkhatîye û ji alîyê Çapxana Jîna Nû ve hatîye berhevkirin û wek pirtûkek di 1985an da li Swedê hatîye çapkirin. Ronahî, kovareke mehanî bûye û di bin navê wê da bi Fransî hatîye nivîsîn ku ew ”zêdayîya” Hawarê ya wênekirî (bi resim) ye; xwedî û berpirsîyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (1897 Stanbol- 1951 Şam) e û li Şamê derçûye. Jimareyên 1-12 li ”Çapxana Sebatê” û jimareyên 13-28 jî li ”Çapxana Teraqî”yê hatine çapkirin.

Ronahî, di 1´ê nîsana 1942yan da dest bi weşanê kirîye. Çend jimareyên pêşîn tenê li ser Şerê Cîhanî yê yekemîn derçûye û bi wêne bûne. Lê piştî çend jimareyên pêşên, babetên ziman û folklora Kurdî jî cî girtine û her ku çûye çarçoveya wan babetan firehtir bûye. Piştî rawestandina Hawarê, Ronahî weşana xwe domandîye. Jimareya wê ya dawîyê, di adara 1945an da bûye. Lê tu haydarî di heqê rawestandina wê da çênebûye.

Ronahî, ji jimareya 1´ê heta 22´yan li pey hev her serê mehê derçûne. Jimareya 23´yan jibo dumehî (sibat-adar 1944) derçûye. Jimareyên 24-25 dîsa jibo mehekî derçûne lê 26 û 27 li ser hev jibo du mehan (hezîran-tirmeh 1944 û tebax-îlon 1944) derçûne. Jimareya 28´an jî di adara 1945´an da derçûye; yanê şeş meh piştî jimareya 27an jimareya dawîyê derçûye. Bi gotineka dî piştî jimareya 28´an jîyana Ronahîyê hatîye rawestandin. (Berhevoka Ronahî, Hejmar, 1-28, Weşanxana Jîna Nû, 1985 Swed)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *