“Qumandarim!”

Di sala 1982 an, dema em di zîndana leşkerî ya 5 nolîyê debûn, di qawîşa me de du girtîyên bajarîyên Mardînê jî hebûn. Herdû jî mamosteyê dibistanên dewleta tirk bûn. Ji doza partîyek çepê tirkan hatibûn girtin.

Di zîndanê de, ji xeynî tirkî, bi zimanekî din peyivandin qedexe bû. Jixwe bi hev re sohbetkirin jî wê demê qedexe bû.

Piştî şîvê, herkes vekişîyabû ser nivînên xwe, divîyabû razên. Herdu mamosteyên bajarî, ciyên wan li qozîyek qawîşê, li kêleka hev bûn. Ka bê pirsgirêka wan çibû, em nizanin, lê bi hêrs û heyecan, di navbêna xwe de, bi Erebî dipeyivîn.

Tu navê di wê kêlîkê de jî gardîyanên nobetdar yên leşker, li ber taqa çavdêrîyê guhdarîya wan dikin. Dikin-nakin gotinekê jî ji wan fêm nakin.

Di wê navbênê de gardîyan, bangî hevalên xwe dike, radihêjin dar û copên xwe û me dît ji nişka ve derî vekirin û gotin:

-“Balkêş, haydê `lan`(kuro), herkes têkeve rista hejmartinê!” Em tev ketin rista hejmartinê. Gardîyana gotin:

-“Ew du qûnekên ku berî bîstekê bi zimanekî ecêb dipeyivîn ku li wê qozîyê radizên, bila bên vê derê!” Yekî ji wan kaboka xwe li hev da, kunya xwe xwend û got:

-“Ferman bide `komutanim`!” yê din jî kaboka xwe bi şid li hev da, kunya xwe xwend û got:

-“Ferman bide `qumandarim!` Gardîyan got:

-“Te got çi, te got çi!? Nûtikê ehmaq, ma ne qaşo tu mamoste ye jî! Ev `qumandarim` çi ye!? Cezayê te bû du kat. Ka hela destê xwe veke!” Ji dêvla deh copan, bîst cop li destê wî da. Gardîyan jê re got:

-“Ka bêje `komutanim`!” Mamosta dîsa got:

-“Qumandarim!” Gardîyan dîsa ji hêsîr re got:

-“Xwanê ye tu nabe meriv, dîsa destê xwe veke bêhişê qûnek!” û vê carê çel (40) cop li destên hêsîr dan.

Gardîyan çend caran di ber re çû û her çiqas zêdetirî sed copî lê da jî, wî dîsa got: “qumandarim!” Piştî deh dar li destê mamosteyê din jî dan, ji me tevan re gotin:

-“Ji bo ku we destûr daye vê bêrêzîyê, hûn tev sûçdar in; emê sibehê bi we re hesabê xwe bibîbin! Em`ê heta sisêya bihejmêrin, yê ku ji temenê neketibe nav nivînê xwe, em`ê wawayî dêya wî bikin! Yek, du, sê!” Bû gurmîna derîyê hesin, derî girtin û çûn.

Ji daxwaza razanê bêtir, herkes ket xem û xofa lêdana sibehê. Li dû ewqas tiştên ku bi roj qewimîbûn, bêîmkan bû ku kes bi aramî û dilxweşî raza. Loma ew kesên ku nobetdar bûn û li rewşa wê xewxanê gohdarî dikirin, baştir têdigehîştin ku ev ne xewxaneyek zîndanê ye, mîna ya tîmarxaneyekê, yan jî ya îşkencexaneyekê ye: Çimkî hinek mirov di xew de digirîyan; hinek bi dengê bilind dipeyivîn; hinekan dikirin axîn û ofîn; hinek jî di nava xwêdanê de bi barîn û qîrîn ji xew vediciniqîn û hildipekîyan!..

Her xewek min jî kabûsek bû. Di xewnên xwe de hertim ez bê nasname bûm û ez `qaçax` bûm. Her rêya ku ez`ê tê re biçûma, lêgerîn hebû, lê nasnama min ya fermî tunebû! Ya ez di şerekî li hember zalim û îşkencedaran de bûm, yan jî hinekan dixwest min bikujin û min nikarîbû xwe biparasta; loma ez pirên caran naçar bûm. Gelek caran hinekan heqê min dixwarin, lê min nikarîbû heqê xwe biparasta.

Wê şevê min di xewna xwe de dît ku ez li çolek bê serûber di hundir xanîyekî kelpîç de me. Paceyek di wî xanî de hebû tunebû nayê bîra min, lê ez baş dizanim ku derî li ber wî xanî tunebû. Xanî li ser erdek ripîrast bû. Belkî ji wî xanî pê ve tu xanîyên din jî tunebûn, ew jî nayê bîra min. Lê wek ku li deştekê bû, belkî jî Berîya Mêrdînê bû, nizanim! Nava havînê bû. Nava rojê bû. Rojek werê ronîbû ku çavê meriv ji ber tava wê bi zor vedibû. Her der ji ber wê roja rohnî dibiriqand..

Meriv nikarîbû lingê xwe bavêje derve, ji ber ku her der, heta devê derî, di ber hev û li ser hev tije mar, dûlpî, şarmar, pîrik û her şêwe heywanê bi jahr bûn. Lê li hundir tu heywan tunebû û tu ji wan jî derbasî hundir nedibû!

Ez ne ditirsîyam. Li hundir wî xanî, min xwe di ewlehîyê de his dikir. Çimkî ez dihizirim ku ew hundir, dil û mejîyê min bi xwe bû!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir