ŞINGAL – Hestiyên 57 Kurdên Êzidî dê bi merasîmeke taybet werin veşartin

Li gundê Herdanê yê Şingalê, ji bo 57 kesên ku hestiyên wan di gorên komî de hatin dîtin gor hatin kolandin.

Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin dê dawiya vê mehê bi merasîmeke taybet werin veşartin.

DAIŞê sala 2014an li gundê Herdanê gelek Kurdên Êzidî kuştin.

Nûçegihana Rûdawê Edla Bekirê ji cihê amadekariyên merasîmê zanyarî parve kirin.

Li gorî zanyariyan kesên ku nasnameya wan hatine eşkerekirin mêr in û  temenê wan di navbera 18 û 80 salî de ye.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji rêveberiyên herêmî yên Şingalê girtine, DAIŞê li gundê Herdanê 366 kes desteser kiribûn, zêdetirî nîvê wan kesan hatin rizgarkirin lê çarenivîsa 132 kesan hîn jî nayê zanîn.

DAIŞê piştî dagirkirina Mûsilê, 3yê Tebaxa 2014an ket Şingalê û li dijî Kurdên Êzidî komkujiyek kir.

Di komkujiyê de, nêzîkî 5 hezar mêrên Kurdên Êzidî hatin qetilkirin. Beşek ji wan di gorên komî de hatin veşartin.

DAIŞê nêzîkî 7 hezar jinên Kurdên Êzidî ku di nav wan keçên 8 -9 salî jî hebûn revandin.

Li Şingalê, vekirina gorên komî di destpêka sala 2019an de dest pê kir.

Di dema şewba Coronayê de kolandinên goran hatin rawestandin lê Çiriya Pêşîna 2020an careke din dest pê kirin.

Kolandina goran, bi hevkariya Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.

Tîma Neteweyên Yekbûyî UNÎTAD jî piştgiriyê dide kolandinan.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *