Dewleta Tirk dema neyê guhertin, demokrasî ava nabe û pirsgirêke Kurd-Kurdistanê çareser nabe..

ÎbrahÎm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de ji bona hilbijartina giştî ya Serokkomar û Meclîsa Tirkan gengeşîyeke gelek xûrt û germ û pirralî heye. Siyasetvan û kurdperwerên Kurd jî bêgûman di nav van gengeşiyan de ne. Lê dema ku mirov li helwesta siyasetvan û kurdperweran mêze dike, şirove dike, gelek aşkere dibîne ku bêwîzyoneyek heye, di nav rasyonalê siyastvan û partîyên siyasî yên Tirkan de tevdigerin. 

Ev helwesta siyasetvan û kurdperweran, wan ji tevgera neteweyî ya Kurdistanê, ji mijara Kurd-Kurdistanê dûr dixe. Di çareserîyê de, teslîmî siyaseta rojane dibin. Berjewendîya neteweya Kurd û Kurdistanê têk dibin. Bi zanayî an jî bêzanayî, dibin beşek ji siyaseta Tirkan. Ev helwesta jî xizmetî Kurd û Kurdistanê nake. Ji alîyê din de jî di nav kurdan de û li Kurdistanê dibe sedema parçebûneke bê mane. Pêşniyarên tên kirin, li berjewendîya neteweya kurd nabe.

Ez loma dixwazim ku li ser vê pirsgirêke bingehî û giring rawestim.

SERKANIYA KOLONYALÎZMÊ, FAŞÎZMÊ, OTORÎTERÎZMÊ DI DEWLETA TIRK DE FELSEFEYA DAMEZRÊNÊR E…

Ji bona ku ev pirsgirêka giring îzah bibe, divê di destpêkê de em dewleta Tirk terîf bikin.

Dewleta Tirk, dewleteke kolonyalîst, faşîst, otorîter e. Sedema vê yekê jî felsefeya damezrênêr ya Dewleta Tirk e.

Wek tê zanîn Dewleta Tirk, li ser bingeha rûxandina Împaratoriya Osmanî ava bû. Bi destê Kemalîstan û burokrasiya leşkerî û sivîl ava bû. Loma jî dewlet nebû dewleta gel, bû dewleta elîtekê. Ew elît jî, elîta leşkerî û sivîl bû. Dewlet li dijî Îslamiyetê-gelê Tirk û neteweya Kurd ava bû. Li dijî Gelê Tirk ava bûna deweletê, gelek aşkere, dewlet kir dewleteke faşîst û otorîter.

Li dijî avabûna neteweya kurd û grûbên din yên neteweyî, dewlet kir dewleteke kolonyalîst. Loma jî neteweya kurd tûne qebûl kir. Ji bona ku neteweya kurd ji holê rake gelek rê û rêbazên stratejîk xistin jiyanê. Tırkkrina kurdan stratejiya yekem bû. Ji bona neteweya kurd bikin Tirk û bihelînin, zimanê kurdî, çanda kurdî, dîroka kurdî, welatê kurdan, ala Kurdistanê û stranên kurdî qedexe kirin. Li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurd bi awayekî milîtarîst û leşkerî rawestiyan. Serok û şervanên Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê kûştin. Li Kurdistanê qetlîam pêk anîn. Siyaseta jenosîdê domdarî meşand. Ev stratejî, siyaset, pêvajoya ji aliyê Dewleta Tirk de di vê qonaxê de jî tê pêşvebirin.

Dewletê, ji bona xwe îdeolojiyeke fermî ava kir. Loma jî fikrên li dijî îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê, wek tewan û ne rewa hatin qebûl kirin. Loma jî ew fikran wek tewan qebûl kir, dema ku kesên ew fikran anîn ser zimên jî hatin hepiskirin û hatin kûştin. Ji derveyî Kemalîstan îzin nedan ku fikrên din xwe bi rêxistin bikin. Bes elîta Kemalîst xwe di CHPê de, xwe birêxistin kir. Li ser xwediyê fikrên ji derveyî Kemalîzmê tade û zûlmeke mezin hat meşandin. Hatin hepis kirin û hatin kûştin. Fikrên kurdî û kurdewarî bi her awayî hatin siza kirin.

Piştî van tespîtan gelek vekirî dikarim bibêjim ku Dewleta Tirk, dewleteke kolonyalîst, faşîst û otorîter e. Sedema vê yekê jî felsefeya damezrêner ya dewletê ye.

DEWLETA TIRK NEYÊ GUHERTIN, KOLONYALÎZM, FAŞÎZM, OTORÎTERÎZM JI HOLÊ RANABE. DEMOKRASÎ AVA NABE. PİRSGIRÊKA Û KURD-KURDISTANÊ ÇARESER NABE

Loma jî dema ku dewlet neyê guhertin, dewlet nebe dewleta herkesi, yanî dewleta kurdan û tirkan, felsefeya fermî ya dewletê ji holê ranebe, ji bona dewletê peymaneke civakî û makezagoneke hevmişterek ya kurdan, Tirkan û hemû neteweyên din çê nebe;  kolonyalîzm, faşîzm û otorîterîzm ji holê ranabe.

Di Dewleta Tirk de demokrasî jî ava nabe. Loma jî ji bona demokrasîyê jî û ji bona çareseriya pirsgirêka neteweya Kurd û Kurdistanê jî guhertina dewletê bi awayekî radîqal divê pêk bê.

Pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nabe. Li Kurdistanê kolonyalîzm û dagirkerî dawî nabe. Neteweya Kurd mafên xwe yê milî qezenç nake. Li welatê xwe desthilatdar nabe. Serwerîya neteweya kurd ava nabe.

Ev dewlet jî, bibe dewleteke hevbeş û federal. Ji bona vê jî Iraq û Başûrê Kurdistanê mînekeke balkêş e. Divê hemû kurd û tirk li ser vê ceribandina Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê rawestin.

Heger dewlet, bibe dewleta federal û hevbeş, wê demê kurd jî dibin xwediyê dewleta hevbeş û federal.

Guhertina dewletê bi konsesûke siyasî û civakî, encama niqaşeyên azad dikare pêk bê. 

GUHERTİNA DEWLETÊ BI GUHERTINA HIKÛMETAN NAYÊ ROJEVÊ…

Guhertina dewletê gelek girîng û zehmet e. Dikarim bibêjim ku şoreşeke sivîl û îdarî û saiyasî ya mezin e. Guhertina senaryoya dewletê û îdeolojî û çanda wê ye. Ji serî û heta binî nûjenbûna dewletê ye. Avakirina çandeke siyasî û exlaqî ya nû ye.

Loma jî di parametre û rasyonalên Dewleta Tirk de bi guhertina hikûmetan dewlet nayê guhertin. Mixabin bi sedan sal e ku ew kesên derveyî xwediyê dewletê bawer dikin ku dema hikûmet bên guhertin, dewlet jî dê bê guhertin. Dawîya faşîzm, otorîterîzmê tê, demokrasî ava dibe.

Kurd jî bawer dikin ku bi guhertina hikûmetê ji bona pirsgirêka Kurd-Kurdistanê derfeta çareserîyê dê çê bibe.

Piştî Dewleta Tirk avabûye, bi taybetî jî piştî ku li Tirkiyeyê sîstema pirrpartitî ava bû, bawer dikim 52 hikûmet hatine guhertin. Lê demokrasî nehat-ava nebû û di pirsa Kurd-Kurdistanê de gavên gelek mezin nehatin avêtin. Gavên ji alîya Hikûmeta Turgut Ozal û Recep T. Erdoğan ve hatine avêtin gavên gelek biçûk in.

Divê baş bê zanîn ku heta nûha bi guhertina hiklûmetan ew hêviyên Tirkên demokrat û kurdan, dikir pêk nehatin, di sala 2023an de jî, bi guhertina hikûmetê re hêviyên tên kirin, pêk nayên.

Diyurbekîr, 15. 04. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *