ROJEV, PÊVAJO Û PÊWÎSTÎYA SERKEFTİNEK HEVBEŞ

Tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybet, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkarîyên dewletên kolonyalîst de rola Îran û Tirkiyeyê xwedî cihekî taybet û piralî ye. Ji bo berlêgirtina êrîşîn weha berfireh û hovane û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd, divê em bikaribin di warê rêxistinî de bersîva pêvajoyê bidin.

Weke tê zanîn pirsa yekitî û hevkarîyan pirsa herî sereke û lezgîn ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye. Di vî warî de; heta îro hem di nav rêxistinan de û hem jî di nav kadirên siyasî yên serbixwe de gelek xebat û hewldanên ji bo yekitî, hevkarî û tevkarî hatin kirin; hinek gavên kerhatî jî hatin avêtin, tecrûbeyên cihêreng hatin jîyandin. Lê mixabin ev hewldan û xebat heta îro negîhaştin encamek berbiçav. Her hewldanek serneketî rê li ber tewlîhevîyê, lawazbûnê û bêhêvîtîyê geş kir.

Bi awakî giştî îro li Bakurê Kurdistanê du xetên ber bi çav hene:
1) Xeta etegrasyona bi dewleta kolonyalîst ya Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ya herî xurt e û çi bigre hemû kanî, robar û cuhokên neteweyî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wan de ye. Bi gotinek din bêhn li xeta neteweyî, serbixwe ya Kurdistanîyê çikandine û nahêlin nefesê bistîne.

2) Xeta din jî xeta neteweyî û Kurdistanî ye. Lê mixabin ev xet di warê rêxistinî û piştgiriya di nava gel de gelekî jar û hejar e. Li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên di nav vê xeta neteweyî û Kurdistanî de bi serê xwe nikarin mudaxeleya pêvajoyê bikin, rojevê biafirînin û pêşengîya rojevê bikin. Ji alîyakî din, gelek kadirên siyasî û xwedî tecrûbe jî di pratîkê de ji dervî vê pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzin. Loma, îro ji her demê bêtir pêwîstî bi yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî û hevbeş ya Kurdistanî heye. Bi gotinek din divê rêxistînên li ser xeta neteweyî û kurdistanî tevdigerin û kadirên serbixwe yên dildar û dozdarên vê xetê ne, di nav avahîyek hevbeş, berfireh û demokratîk de bighêjin hevdu. Ev yekitî, divê li ser bingehê sentez û rêxistinek hevbeş bê ava kirin. Bêguman em dizanin ku pirsa yekitî û avakirina partiyek an bereyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û Kurdistanî ya hevbeş, pirseke piralî û gelekî dijwar e. Lê li gor me pêwîstiya pêvajoyê, vê wezîfeya dîrokî li ser me ferz dike û heta ku em vê wezîfe û pêdiviyê pêk neynin, em dê nikaribin bi awakî pêwîst mudaxeleyî pêvajoyê bikin û pêşengîya xebat û tekoşîna neteweyî, demokratîk û azadiya gelê xwe bikin.

Ji bo xebatek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî, hevbeş û Kurdistanî ku bikaribe bersîva pêvajoyê bide, divê hemû hêz, partî û kadirên kurdistanî hewldan, pêwendî û xebatên xwe berfirehtir û geştir bikin, hewldan û xebatên xwe di cihokek hevbeş de biherikînin.

3) Bêguman bi qasî çerweya siyasî, metod û awayên xebata ji bo yekitîyek weha gelek girîng e. Divê her rêxistin, partî û kadirên siyasî yên serbixwe, xwe di nav xebatek weha de bibînin; xebat û hewldanên bêne kirin, weke xebatê xwe bibînin. Bi sekin û helwestên xwe di nav wan xebatan de rolê stûnên avakir bipejirînin.

4) Em dixwazin û hêvî dikin ku ev potansiyela rêxistin û partiyên me yên xwediyê xeta neteweyî û kurdistanî ne û kadirên siyasî yên ji dervî rêxistinan in di bin sîwanek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî û kurdistanî de bighêjin hevdû, da ku bikaribin bêtir bi hev re mudaxeleyî pêvajoyê bikin û ji bo mafên neteweyî û demokratîk rola xwe bilîzin.

Di vê pevajoyê de pewîstî heye ku partîyên siyasî, rêxistin, grûb, derdor û yeko yeko kadirên siyasî yên serbixwe ku bikaribin bên cem hevdu, li ser esasê rastîya welêt û neteweya Kurd, xwedîyê bîr û bawerîyên zelal yên neteweyî û demokratîk, di çarçeweya nirxên hevbeş, bi beşdarîyek fireh, di bin sîwanek neteweyî de, bi hişmendîyek Kurdistanî hemû beşên civatê reng û dengên cûda bi şêweyek girseyî û bi şexsîyet ava bikin. Tenê sîwanek weha dikare bi awakî aktîf mudaxeleyî pêvajoyê bike.

5) Li gor me di warê psikolojîk de pêvajoya yekitîyê, pevajoyeke geleki hesas û nazik e. Awa û metodên vê pêvajoyê, ji armancên lihevkirinê, ji ya nelihevkirina programekê gelekî girîngtir e. Loma jî divê em bi hevdu re metodeki li gor bejn û bala pêvajoyê peyda bikin. Bi taybetî divê em xwe ji bîr û bawerîyên tenggirtin, jidervehiştin xwe li ser hev ferzkirin û nexweşîya ezezîyê dûr bixin. Herweha divê em bîhnek fireh, bi tecrube û zanyarîyên xwendinek kurdistanî, bi aqilek hevbeş û li ser bingeha berjewendîyên neteweyî tevbigerin. Loma jî pirsên weha girîng û heyatî divê di civînên hevbeş û bi beşdarîya kadirên bijarte yên serbixwe ku di warê çerçeweyek weha de nezîkî hev difikirin û dikarin temsîlek berfireh pêk bînin de bê munaqeşe kirin û li ser encamên hevbeş xebat û hewldan bêne organîze kirin. Teva hemû astengî, zehmetî û planên dewletên dagirker pêwîstîya me bi gotûbêjên çareserîyê, bi rê û rêbazên serkeftinê heye. Berfirehkirin û geşkirina êrîşên seranserê Kurdistanê erk û pêwîstîyek balkêş li ser me ferz dike. Ev ferz kirin û erk jî hêzkirin û xurtkirina xeta neteweyî ye.

Cano Amedî 25.05.2022 Amed

 

One thought on “ROJEV, PÊVAJO Û PÊWÎSTÎYA SERKEFTİNEK HEVBEŞ

  1. Pirsgirêka parçebunê, rê liber serxwebunake seranser li ber kurdan kiriye girakakor.
    1.Jibo vekirina vê girokakor yekitiya kurda pêk nayê, dewletên derdor bi tebayi rêgirin, bihêzin, dewletên cîhanê ji dil nabin alikar.
    2.jibo kurd mafên xwe yên ziman, azadi, xwe idarekirinê di herêmên xwe de bahsa otonomi û federesyona bikin.
    3.Her perçeyek daxwazên xwe bi riya çuna nav parlementoyên wî welati bikin.
    4.Dema yekitiyek nayê pêkanin divê liser hinek xalên hevbeș aliyansekê çêkin.
    5.Xwe di dengdanan de bikin yek.
    6. Şerê çekdari bikar neyênin, di xwepêșanan de derdorên xwe tarumar nekin û bi sloganên ne pêwist jî ne rabin.
    7. Her herêmek divê dinava xwe de ligor daxwazên makul ji wê dewletê û ligor gorina qanun û rastkirina rêbazan hereket bikin.
    8. Heremên kurdistan(bakur, rohilat, başur û roava) divê xwe tevli siyaseta hev nekin.
    9.Têkiliyên xwe bi dewletên demokratik re xurt bikin û ew bi xwe jî li aliyê demokrasi û dialogê hereket bikin.
    10. Û tiştên wek li jor hati nivîsin.
    ……….
    Parçên Kurdistanê robiro zêde dibin, qels dibin, asimile dibin, koçber dibin, welat ji kurdan vala dibê. Yên diçin nema vedgerin gund û bajar çol dibin.
    Reșid Battê.

Leave a Reply

Your email address will not be published.